Armanca dewletê xapandin e
Gava dîtin ku mixalefeta demokratîk û gelê kurd daxwaza aştiyeke birûmet, çareseriyeke daîmî û rakirina tecrîdê dike, tirsiyan û şok bûn; ji ber ku nexşeya rê ya Bahçelî ne ji bo aştî, ji bo tasfiyeyê bû. Metna ku Bahçelî wek nexşeya rê pêşkêş dike, bi eslê xwe projeya aqilê dewletê ya bi navê "Tirkiyeya Bêteror û Herêma Bêteror" e.

Di rojeva siyasî ya heyî de, banga ji bo aştiyeke rasteqîn û avakirina civaka demokratîk careke din ber bi nediyariyekê ve diçin. Tevî ku daxwazên ji bo çareseriyeke mayînde û avakirina bingeheke hiqûqî ji aliyê gel û dînamîkên siyasî yên demokratîk ve bi biryardarî tên ziman jî, bersiva dewleta tirk û tifaqa AKP-MHPê ji polîtîkayên ewlehîparêz û xapandinê wêdetir neçûye. Hemû pêşketinên dawî û nîqaşên li ser vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîşan didin ku aqilê dewletê yê klasîk, li şûna nêzîkbûneke avaker, stratejiyeke ku demê qezenc bike û wekî ku gav tên avêtin nîşan bide dimeşîne. Ev rewş bi aşkereyî di durûtiya neavêtina gavên qanûnî û di zimanê nakokî yê desthilatdariyê de xwe dide der.
Sedema herî mezin a ku dewleta tirk heta niha ti carê nêzîkî avakirina bingeheke hiqûqî û yasayî ji bo çareseriyê nebûye ew e ku dewlet pirsgirêka kurdî ne wekî pirsgirêkeke statu, maf û pênaseya demokratîk, wekî pirsgirêkeke "ewlehiyê" û "terorê" dinirxîne. Pêvajoyeke ku çarçoveya wê ya yasayî neyê diyarkirin û di bin garantiya destûra bingehîn de nînbe, her tim ji bo amûrkirinê û manîpûlasyonên siyasî yên navxweyî vekirî ye. Heke qanûnên derbasbûnê yên ku rênîşandana guhertina demokratîk dikin neyên derxistin û statuya Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fermî di qanûnan de neyê mohrkirin, ev yek rasterast niyetxirabiya dewletê ya ji bo çareseriyê radixe ber çavan. Dewlet bi zanebûn gavan di asta yasayî de navêje, ji ber ku naxwaze pergala heyî ya monorşîk, navendîparêz û netewe-dewletê biguherîne; bi vî awayî dixwazin gava ku berjewendiyên wan ên navxweyî an konjonktura navneteweyî bixwaze, sîstema zextê, qeyûman û şer ji nû ve bixin dewrê.
Di nav vê bîrdoziya dewletê de, helwesta dawî ya Serokê MHPê Devlet Bahçelî ku herî dawî zimanê xwe bi temamî guhert, mînaka herî berçav ê vê stratejiyê ye. Bahçelî yê ku beriya niha bi çend mehan bangên balkêş dikirin û digot "bila Rêberê PKKê were di parlamentoyê de biaxive", îro bi nivîs û daxuyaniyên xwe yên dawîn vegeriyaye ser kodên xwe yên herî tund û radîkal, ku ev yek ji aliyê gelek derdoran ve weke paşdexistin û xetimandina pêvajoyê hate nirxandin. Ev guhertina ziman nîşan dide ku bangên destpêkê ne ji bo aştiyeke rasteqîn bûn, tenê hewldaneke taktîkî bûn ji bo ku rojeva siyasî ya Tirkiyeyê li gorî daxwazên îktîdarê yên wekî guhertina makeqanûnê ji bo hilbijartina herdemî ya Erdogan û lawazkirina eniya mixalefetê were dîzaynkirin.
Gava dîtin ku mixalefeta demokratîk û gelê kurd daxwaza aştiyeke birûmet, çareseriyeke daîmî û rakirina tecrîdê dike, tirsiyan û şok bûn; ji ber ku nexşeya rê ya Bahçelî ne ji bo aştî, ji bo tasfiyeyê bû. Metna ku Bahçelî wek nexşeya rê pêşkêş dike, bi eslê xwe projeya aqilê dewletê ya bi navê "Tirkiyeya Bêteror û Herêma Bêteror" e. Ev proje ne projeya entegrasyona demokratîk e; metna tasfiyekirina destkeftiyên kurdan ên li Bakur, Rojava û Başûr e, lewma gava dît ku lîstika wan hate fêmkirin, careke din zimanê gefxwarinê xist dewrê.
Li aliyê din, durûtiya serokkomarê tirk Erdogan û rayedarên AKPê vê senaryoyê temam dike. Ew tevî ku rojane behsa biratî, pêvajoyê û girtina rûpelên kevn dikin jî, di pratîkê de gava herî biçûk a erênî jî neavêtine; berevajî vê, girtinên siyasî, êrişên li ser destkeftiyan û polîtîkayên qeyûman bi her awayî berdewam in. Sedema bêhelwestiya AKPê ew e ku ew û aqilê îstixbaratî yê li pişt wê, dixwazin pirsgirêka kurdî tenê daxînin asta bêçekbûna şervanên azadiyê û îradeya siyasî ya kurdî li derveyî qada demokratîk bihêlin. Plana wan ew e ku piştî pêvajoya bêçekbûnê jî, ti qanûneke mayînde dernexin; tenê mijarê bikin babeta "efûyê" û bi sîstema zextê re civakê kontrol bikin. Ew bi nêzîkatiyeke ewlehîparêz pirsgirêkê di nav dem û mekanê de asê dikin û bi awayekî serdest, dîkte dikin ku Rêber Abdullah Ocalan divê çi bike, lê bi xwe berpirsiyariya gavan nagirin ser xwe.
Li dijî van lîstikên xapandinê û polîtîkayên ku aştiyê wekî amûreke manîpûlasyonê bi kar tînin, nabe ku saziyên siyasî û derdorên demokratîk di pozîsyoneke bêalî yan jî di pozîsyoneke ku bi hêsanî van gotinên desthilatdariyê erênî dike de bisekinin. Erka civaka exlaqî û polîtîk ya herî mezin ew e ku rastiya van polîtîkayan bêyî ku ber bi vir û wê de bibin û bixapînin aşkere bikin. Divê em metirsî û xetereyên mezin ên li pêşiya civaka xwe bibînin û li gorî wê li hemberî van hewldanên ku pêvajoya bi îradeyek mezin a Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin xwedî derkevin.
Di vê çarçoveyê li hemberî van nêzîkatiyên hikûmeta AKPê û şirîkê wê yê biçûk ne tenê gelê kurd divê hemû derdorên demokratîk û azadîxwaz sekneke xurt nîşan bidin da ku nehêlin ev aliyên ji şer sûdê werdigirin, vê derfeta aştiyê ji holê rakin. Pir aşekre ye ku dewleta tirk heta ku rûbirûyî zexteke mezin a demokratîk û parastineke xurt a mafan nebe, ti carê ji dil gavên yasayî û aştiyane navêje.


