AXA û RÊXO
Rojekê axa dixwaze here nava zeviyên xwe, derdora xwe baş bibîne, ka çi heye û çi tune ye. Navê xulamê wî Reşo bû, lê wî jê re digot “Rêxo”. Wî bangî xulamê xwe kir û got:-Lo lo Rêxo! Ka hespan ji tewlê derxe û xwe hazir bike, em ê herin nava zeviyan.

Reşo dikeve nav amadekariyê, du hespan ji tewlê derdixe û dikeve pey axê. Piştî rêwîtiyeke dirêj digihîjin nava zeviyan. Li wir, li benê zeviyekê, axê rêxeke ajalan dibîne û bala wî dikişîne. Bi dîtina wê re, fikrek dikeve serê wî û dixwaze qerfekê bi Reşo bike ku qet ji bîrê neçe. Ji xulamê xwe re dibêje:
-Ha Rêxo, te ev rêxa li benê zeviyê dîye? Eger tu nîvê vê rêxê bixwî, ez ê zeviya xwe bidim te.
Reşoyê reben ku bi salan e xulamtiya vî axeyî dike û her tim derdê xulamtiyê, tazîbûn û birçîbûnê dikişîne, vê gotinê weke şansekî mezin dibîne û bêyî dudilî dibêje:
-Ser çavan axayê min, ez ê bixwim.
Û dest bi xwarina rêxê dike.
Axa temaşe dike ku ew bi rastî jî dixwe. Ew polî poşman dibe ji gotina xwe, lê naxwaze soza xwe bişikîne û mecbûr dimîne ku li gorî gotina xwe tevbigere.
Her du bi hev re diçin nava zeviyan, karê xwe dikin. Di dema vegera malê de, Reşo ku dizane axê dê dîsa fêlekî din li serê wî bîne, xwe amade dike. Gava digihîjin wî cihî ku Reşo rêx lê xwaribû, Reşo ji axê re dibêje:
-Axayê min, eger tu destûrê bidî, ez jî dixwazim tiştekî bibêjim.
Axa dibêje:
-De ka bêje Rêxo, tu çi dixwazî?
Reşo dibêje:
-Axayê min, min ev rêx xwar û te jî zeviya xwe da min, rast e?
Axa dibêje:
-Belê.
Reşo gotina xwe berdewam dike û dibêje:
-Va ye li vir hinek rêxa din maye. Eger tu yê mayî bixwî, ez ê zeviya ku te daye min, bi şûn ve bidim te.
Axa kûr difikire. Ji bo wî gelek zehmet e, lê ji bo ku zeviya xwe bi paş ve bigire, tu rêyeke din nabîne. Ew li derdora xwe dinêre, kesek li wir tune ye, radibe û rêxa mayî jî dixwe.
Piştî ku axa rêxê dixwe, Reşo bi kenekî bi wate dibêje:
-Axayê min, madem tu zeviyê nedî min û madem tu yê poşman bibî, ma wê demê xwarina vê rêxê ji min û te re çi feyda wê hebû?


