Ber bi ku ve?

Îro, 20’ê adarê ye êvara roja têkoşîna azadî û serfiraziyê ya Newrozê ye. Li gorî rojnameya fermî ya dewleta tirk, desthilatdariyê xwe ji Peymana Stenbolê bi paş ve kişandiye.

1 deqe xwendin
Ber bi ku ve?

Îro, 20’ê adarê ye êvara roja têkoşîna azadî û serfiraziyê ya Newrozê ye. Li gorî rojnameya fermî ya dewleta tirk, desthilatdariyê xwe ji Peymana Stenbolê bi paş ve kişandiye. Li gorî wahzên tên kirin, dê biryarên hîn baştir di rojeva tirkî kevin.

Rexne li Peymana Stenbolê çi dibe bila bibe, rastiyek heye. Armanca vê lihevhatinê ev e ku rê li ber kuştin û tacîza li hemberî jinan bigire. Ji ber vê yekê jî, li nav tirkan û kurdan jin di meşan de, bi dengekî bilind xwedî li Peymana Stenbolê derdikevin. Vê peymanê ji desthilatdariyê dixwest ku li dijî tacîzên li hemberî jinan hin qanûnan derxe. Lê nebû. Rêvebirên dewletê, bi gotinên nezelal û nû derdikevin pêş me.

Li gorî dewleta tirk, jin; dayik, xwişk û kevaniya malê ne. Yanî meskenê wê nav çar diwaran e. Ji her kesî bêhtir kêfa terîqetan ji vê dersa exlaqê re tê. Ji bo kevanî, zarok, ciwan û sipehîtir be, jinan bi zêr û cehîzê bixemilînin û ‘kembera sor’ li pişta jinan girêbidin. Wa xuya ye barê mejinan giran e û girantir dibe.

Piraniya tacîzên li hemberî jinan, ji aliyê ‘bekçiyên namûsê’, bav, bira, mêr û xizman ve pêk tê. Lê em ji rastiyekê re bûne şahid, perçiqandin û destdirêjayiya li jinan, ji aliyê van ‘bekçiyên namûsê’ ve bi cih tê. Halbukî li cihên ku wekheviya jin û mêr bêhtir e, li cihên ku di jiyana siyasî, aborî û civakî de, îmkana jinan jî bi qasî mêran heye ku di civatê de beşdar bibe, li wir perçiqandina jinan kêmtir e.

Munaqeşeya li ser Peymana Stenbolê, dişibe pevçûna dîkan. Wê kî bi ser bikevê û ji xwe re bi kar bîne, ma em ê ji ku bizanibin? Lê em tiştekî dizanin. Li Tirkiyeyê tacîza li hemberî jinan zêde ye. Tenê di sala 2019’an 474 jin hatine kuştin. Di deh salên dawî de, destdirêjayiya li hemberî jin û zarokan ji sedî 482 zêde bûye. Di navbera 2010-2017’an de, 263 hezar 750 zarokên keç ên temenê wan 16-17 salî, hatine zewicandin. Di du salên dawî de jî 31 hezar 337 zarok zewicîn. Zewaca zarokan ji sedî 13,5 zêde bûye. Ma kî dikare ji vê rasti