Çanda berxwedanê
Di şerê gêrîlayan de Bêrîtan û Zîlan, di berxwedana zindanan de Xalit û Sema, di têkoşîna Başûr de Leyla, Hêlîn û Salih, di têkoşîna Rojhilat de Egîd û Şêrîn, di şerê bajaran de Asya û Mehmet, di Şoreşa Rojava de Arîn û Gelhat, Ziyad û Denîzan, çandeke berxwedana fedayî ya tijî wêrekî, lehengî, zanîn, serbilindî û dîrokî hûrik hûrik hûnane, dewrî me paşrewan kirine.

Cebraîl Vûral
Me di qozîka "nivîskarên mêvan" a berî vê nivîsarê de qala "çanda guhdariyê" kiribû, lê ji ber ku Berxwedana Rojava di rojevê de ye, em ê di vê nivîsara xwe de qala çanda berxwedanê bikin.
Çand, di demê de digihê û têger e; bi awayê derûnî û fêrbûnê wekî nexweşiyê belav dibe. Têgera çandî di her tiştî de heye, lê di berxwedanê de zêdetir heye. Çimkî, berxwedan kirineke pir dijwar e û têgerîna wê jî bi lez û dijwar e.
Berxwedan bixwe jî, giyaneke têkoşînê ye; mirov, ji bo ku bijî, li dijî xeteriyan li ber xwe dide û ew berxwedêrî, çirke bi çirke, di hiş û dilan de dimeyê, dibe çandeke jiyanî, kal û pîr, wê çandê digihînin nifşên piştî xwe. Pêre jî, ji rêya pêşrewên xwe dernakevin û bi wê çandê, serbilind dijîn; yên di rêya pêşrewên xwe de dimeşin binijad û binyad in, lê yê ji rêya pêşrewên xwe derdikevin jî bênijad û binyad tên hesibandin. Çimkî ev, pîvaneke civakîbûnê ye. Şêx Seîd, loma gotiye ‘neviyên me dê heyfa me hilînin!’.
Di dîrokê de; pêşiyên kurdan gotine li dijî Akadan, Mîtaniyan li dijî Misiriyan, Qasîdan li dijî Babîlan, Kardokan li dijî Yewnanan û Medan jî li dijî Asûran, bi lehengî li ber xwe dane û çandeke berxwedanê ya tijî şan û reng gihandine paşrewên xwe. Kengî ku em qala pêşiyên xwe bikin, em bi wê çanda berxwedanê şanaz dibin. Her wiha, berxwedana Kawayê Hesinkar, Rustemê Zal, Kela Dimdimê, Dewrêşê Evdî, Besê û Zarîfeya Dêrsimî, Rindêxana Eliyê Ûnis û destana Zindana Amedê, nemûş û giyan dane kurdan!
Ma ku ne bi vê çanda berxwedanê bûya, qey kurdan dikarîbû li ser vê sifreya guran a sererd û binerda Kurdistanê heyîna xwe biparastana? Serê 13 salan e ku kurd, bi giyana Arîn û Gulan, Gelhat, Diyar, Ziyat û Denîzan li ber xwe dide; bi ser mirina newêrek de dihere û rûyê xwe bi rêwiya serkeftinê dişo! Lewra çand, têger e û loma jî carinan, newêrek û xayînan jî dajo refê tolhildanê.
Kurdan, bi vê çanda berxwedanê, di pêvajoya pênc hezar salan de, werê di ber xwe daye ku hunereke berxwedanê afirandiye. Li dinyayê hempayên vê çanda berxwedanê tune ne; vê çanda berxwedanê ti kes nikare tev binivîsîne. Jixwe Berxwedana Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, dinya yekcar li xwe heyîrandiye, şaşwaz kiriye.
Cêwîtiya çanda berxwedanê û xiyanetê, di tevahiya dîroka kurdan de xwe daye der û lewma jî, çanda berxwedanê domdar bûye! Lê çanda birêxistinkirî ya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, ya bi Rêbertiya Rêber Apo, bi rêbertî û rêzana xwe ya hemdem, bi pêşbînî û zanîna xwe ya felsefî ya lihevgihayî, pişta çanda xiyanetê şikênand û çanda berxwedanê domdar û gewre kir. Ji lewra jî, îro roj, her kurdê/a ku çendikek heysiyet pê re mabe ji vê çanda berxwedanê tesîr dibe, bi ber bayê bahoza wê dikeve!
Di şerê gêrîlayan de Bêrîtan û Zîlan, di berxwedana zindanan de Xalit û Sema, di têkoşîna Başûr de Leyla, Hêlîn û Salih, di têkoşîna Rojhilat de Egîd û Şêrîn, di şerê bajaran de Asya û Mehmet, di Şoreşa Rojava de Arîn û Gelhat, Ziyad û Denîzan, çandeke berxwedana fedayî ya tijî wêrekî, lehengî, zanîn, serbilindî û dîrokî hûrik hûrik hûnane, dewrî me paşrewan kirine. Ev çand, çandeke werê ye, ku mirovan bêhemd dehfî nav agirê berxwedanê dike!
Hema tenê berxwedana bîst rojên dawîn a lehengên şoreşa Rojava û xwedîtiya hemû kurdan a ji bo vê Berxwedanê, wê çanda ku em qal dikin bi rengekî têr û tijî vedibêje!
Şoreşa Rojava lûtkeya vê çanda berxwedanê ye; ji lewra jî, kî çi dike bila bike, kî çi dibêje bila bibêje, berxwedana şoreşa Rojava, dê bi ser bikeve. Çimkî, ev berxwedan, bi çanda berxwedanê ya pênc hezar salan gihaye û ebedî bûye. Ev helbesta Rêbertiyê jî vê heqîqeta çanda berxwedana kurdan îspat dike:
Xwezî ez li çiyayê Şengalê
Li ba Dewrêşê Evdî bûma
Li ser pişta hespê spîboz
Min xwe berdaya beriya Mûsilê
Wexta ku Dewrêş birîndar bû
Ez biketima bin çengên wî
Û ber bi çiyayê Kurdistanê, berjor
rapelikyama lat û lûtkeyên bilind
Min jê re bigotaya
Binihêre!
Va ye li vir duwazdeh hewarî û bi hezaran Edûlê hene
Rehet razê!
Li van çiyayên ku jinxwedayan textê xwe lê vegirtine
Mirin, ji ku û çawa tê, bila were
Ti qet xeman nexwe
Ya ku îspat bûye
kurdbûyîn û jiyana azad e!
Ev, êdî heta bi hetayê ye!!!


