Cejna Zimanê Kurdî û nivîskarê tirkînivîs

Kengî ez berhemên te dixwînim bi kurdî xeyal dikim. Tu çima bi pênûsa xwe me ji vê wêjeya xwe ya rengîn mehrûm dihêlî? Bi rastî te dikaribû ew vegotina xwe ya mirêsdar û ciwankar bi zimanê xwe bi ber û bereket biafiranda.

1 deqe xwendin
Cejna Zimanê Kurdî û nivîskarê tirkînivîs

Ji bo te ye birayê nivîskar ê kurd ê bi tirkî dinivîse. Tu di rêgeheke şaş de dimeşî, divê li rastiya xwe vegerî!

Ji ber şaş têgihiştina xwe telafî bikim, serê pêşîn divê rewşekê zelal bikim. Weke prensîb ez bi kurdî dinivîsim û tercîh dikim lê ez ne dijmin û dijberê tirkî me. Weke her zimanî ez hurmetê nîşanî tirkî jî didim. Rexnekirina kurdekî ku dev zimanê xwe berdide û tenê bi tirkî dinivîse ne dijberiya tirkî ye. Ev daxwaz û rexneyeke di cih de û xwezayî ye. Kurdiya ku xwedî daneheva dewlemend a çand, wêje û zargotinê ye, mensûbên wê di dewsa bi zimanê xwe bîr û hafizaya xwe biafirînin, bi tirkiya bi kar tînin re dibin sedema kevzgirtina zimanê kurdî û demdirêj rê li ber afirandina berhemên melez vedikin. Divê her kurdekî bi kurdî dijî, dixwîne û dinivîse vê yekê rexne bike. Ez bi têkildarî roja Cejna Zimanê Kurdî helwesta te rexne dikim û dixwazim tu helwesta xwe biguherînî, vegerî ser rastiya xwe. Ev ne ew helwest e ku tirkî nivîsandin ji te re qedexe be. 

Birayê nivîskar ê kurd, bi te re pêciriyeke (qabiliyet) mirêsdar a nivîsandinê heye. Bi rastî hin xalên hesas ne tê de, tu tirkiyê ji tirkan ciwantir dinivîsî û dixemilînî. Ev biryara te ya nivîsandinê ji dilbijînê zêdetir tercîhek e jî. Tu ji mêrg û kanî, geliyên şîn, ji lûtkeyên çiyayên Kurdistanê derketî çûyî, gihiştî metropolan an jî  girtîgehên ku li te fez kirine tu tê de bimînî, tu di bin serweriya zimanê tirkî û têkiliyên bi tirkî de bi temamî dibî sazkarekî mirêsdar ê zimanê ne aîdî te ye.

Tu birayê nivîskar, ligel ku kurdbûna te zelal û eşkere ye nivîs, çîrok, helbest û romanên bi tirkî yên wêjeyî, ciwankar û pir xweşik ên meriv jê hesûdiyê bike dinivîsî. Hevokên xweşik ên ku meriv hijmetkar bibe, heta tirk jî xweziya xwe pê bînin saz dikî.

Lê bi rastî ez te nas dikim. Bi dehan salan berê tu li ber pez bûyî, tenê kirasek li te bû, di bin de derpiyê te jî tune bû, tu girtin. Te yek peyv jî bi tirkî nizanibû. Tu di dezgehên îşkence û lêdanê re derbas kirin, avêtîn girtîgehê. Te pir hewl da ku tirkî hîn bibî. Berê nivîsandina nameyan, piştî salan gotar, piştî salên dirêj jî hînî nivîsandina helbest, çîrok û romanan bûyî. Şivanê bêderpî yê ku bi tirkî nizanibû kurdiya xwe paşguh kir, di jiyana xwe de bi kar neanî û her ku çû ji bîr kir.

Ez şivanê bikiras weke metafor bi kar tînim, tê bigihîje!

Te piştî 10, 20, 30 salan bi tirkî gelek berhem dan. Lê çawa ku te kurdî axaftin û nivîsandin da aliyekî wisa jî colbûna (melez) berhemên ku te dinivîsîn ji xwe re nekir xem. Ji ber ku çanda wan berheman çanda kurdan bû, zimanê wan bi tirkî. Te xwest tu bi vî awayî bêyî naskirin, zanîn û eger pêkan be bibî bi nav û deng. Dibe ku te xwest tu bibî Yaşar Kemal an jî Yılmaz Odabaşı. Sêwirandineke bi vî rengî ti car ne sûc e. Lê…  Dibe ku Yaşar Kemal ji ber şert û salên tê de jiyaye bi awayekî xweşbînî bê dîtin.  Ji ber ku weke Musa Anter gotî, wan salan kesek nikaribû bi kurdî jî bifîqiya. Lê tu ji bo kurdî serbest bibe, bibe zimanê perwerdeyê, zengara Ehmedê Xanî behs kiribû li ser rabe û bibiriqe têkoşiyayî, yan jî çûyî serê çiyan an jî ketî girtîgehê.

Erê, tu birayê nivîskar, vê yekê ji bîr neke! Berhemên ku te nivîsîne, weke xweliya vemirî ya volkaneke teqyayî ne. Dema di nav çiyê de be çalak e, sor e, dema belav dibe ditemire çalakbûna wê jê dûr dikeve.  Lêbelê zimanekî bi kesayet û nasnameya xwe berhem bide wisa ye ku weke volkaneke agir jê dibijiqe.  Tu li ser qeşaya cemserê wêjeyê dineqişînî. Wê di bin berfê de winda bibe, wê bibe wêjeyeke bi germa kurewî mehkûmî helandinê û tune bibe. Bêguman çand a te ye lê ziman biyanî ye. Eger çand bi zimanekî din bê parastin ne aîdî te ye. Ji bo bigihîje têgihiştin û paşeroja civaka te şansê wê nîn e, tu fêm dikî? 

Siberoj ziman û wêjeya te nasnameyeke fermî bi dest bixe gelê kurd wê wî zimanî fêm neke yan jî yên xwedî wî zimanî derkevin wê kêm bibin. Îro xwînerên te yên ji kurdan hene û dibe ku şansê te yê populerbûnê hebe. Lê siberojê wisa misoger nebîne. Dibe ku xwînerên te yên tirkî tune bin an jî nemînin. Ji ber ku kiroxên kincên te li wê çandê kirine ji siberojê re namînin. Paşeroja van berheman nîn e. Ne pêkan e ku ev berhem di nav berhemên kurdî de bên nirxandin. Ji bîr neke, tu wekî kurdekî bi tirkî van berheman dinivîsî. Lêbelê weke berhemên te yên tirkî jî tirk naecibînin, çand ne aîdî wan e, ango ruh ne ruhê wan e. Yanî tu hem ji derê dibî hem jî ji mizgeftê.

Ku ev rastî li holê bin ev israr û tercîh çima? Nexwe te paşeroja xwe heta dawiyê bi tirkî sêwirand? Eger wisa be heyf ji te re. Te ji bo vê yekê ev qas îşkence, ev qas êş û jana bi hezaran windahiyan kişand? Te qet paşeroj di kurdî de nedît?

Şivanê bikiras ê bêderpî, nivîskarê roja îro, te qet tirkî nizanibû yan jî bi qasî xwe îfade bikî dizanibûyî. Ez li hember hînbûna te ya tirkî dernakevim. Hewldana te ev qas sal ji bo hînbûna zimanê tirkî yê wêjeyî yê pir xweşik da, te ji dehan yek ji bo zimanê kurdî bida, çima wê erd bileriziya? Çima tu ew qas nêzî tirkî û xerîbê zimanê xwe mayî? 

Kengî ez berhemên te dixwînim bi kurdî xeyal dikim. Tu çima bi pênûsa xwe me ji vê wêjeya xwe ya rengîn mehrûm dihêlî? Bi rastî te dikaribû ew vegotina xwe ya mirêsdar û ciwankar bi zimanê xwe bi ber û bereket biafiranda. Zimanekî te yê wêjeyî yê mirêsdar ê hê berî sê sed salan Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Av û Ava Feqiyê Teyran, Diwanên Melayê Cizîrî  afirandinê heye. Çima vê daneheva bêhempa ya wêjeyî li ser te bandor nekir, berê te neda nivîsa bikurdî? Te çima nexwest tu bibî Ehmedê Xanî, te Selîm Berekat an jî Yaşar Kemal hilbijart?

Gotina min ji bo yên tirkî tercîh kirine re nîn e,  ji te re ye, yên ku ji bo vê yekê têkoşîn û bedelên giran dane. Rexneya min ji bo navxweyî ye. Ne ji bo yên ji bo kurdî bedel nedane, ew ji jiyana xwe kêfxweş û bextewar in.  Lê tu ne bextewar û kêfxweş î, di hundirê te de bagereke xweziyê heye, ez texmîn dikim. 

Nerazîbûna min ji bo vê ye. Dibe ku dijderketina min a ji bo vê rewşa aloz ji te re jî bibe xem, di hundirê te de pirpirîkên xweşiyê li te peyda bibin û tu vê daneheva xwe ya qenc derbasî zimanê xwe bikî û binivîsî. Vegera te ya zimanê xwe ji bo kurdî wê bibe xweşî.