Dema biryarê ye
Tê dîtin ku heke di şerê Îranê de rêveberiya Îranê bi ser bikeve dewleta tirk dikare pêvajoyê careke din xera bike. Lê bila bê zanîn ku dîrok cara dudûyan şaşiyan dê qebûl neke.

Rojger Botan
Ji 7ê cotmeha 2023an ve şerê di navbera Îran û Îsraîlê de berdewam dike. Hem Îsraîl hem jî Îran dixwazin di herêmê de hêza hegemonîk ava bikin û ji ber wê jî ev şer heta niha berdewam dike.
Tê zanîn, ev şer ne şerê gel û civaka Rojhilata Navîn e. Ji ber şer û pevçûnên hegemonîk gel û civak ji aliyê aborî, çandî û derûnî bandor dibe. Hesabên ku di nava van pevçûnan de tê kirin, tu dahata wê ji bona gelan tune ye. Her wiha pêdiviya civakê tenê demokrasiya ser bixwe ye. Lê şerên kapîtalîst hîna jî nahêle ev rewş ava bibe.
Piştî pevçûnên bi rojan di navbera Îran, Emerîka û Îsraîlê de agirbest hat çêkirin. Ev rewş helbet heta ku derê dê biçe ne diyar e. Di nava vî şerî de Îran teqez qels bû, lê hîna jî bi awayekî li ser piya dimîne. Bi gefxwarina Hurmuzê û çekên Nukleerî xwe li ser piyan girt.
Ev rewş îhtîmale ku heta demek nêzik careke din vegere ser rewşa şer pevçûnan. Lewre agirbest hat kirin, lê tiştek zelal ango ji bona sûdwergirtina civakê tuneye. Ev şer di navbera hêzên hegemonîk de tê kirin û çareserkirina wan a pirsgirêkan her wisa heman in. Şerê wan çiqasî bi hesabên kapîtalîst, endustriyalîst û netew-dewletî be, çareseriya wan jî ji vê rewşê ne cudatir e.
Hêzên hegemonîk ango Îran, Îsraîl û Emerîka çiqasî bixwazin çarenûsa Kurdistan û Rojhilata Navîn dîzayn bikin jî, heta ku hêzên civakî ango Tevgera Komunalîst û PJAK hebin nikarin vê yekê bikin. Lewre heta niha bi van daxwaziyan hêzên hegemonîk bi çarenûsa welat leyîstin û ji ber wê jî bi milyonan mirov can bexş kirin. Lê ev rewş bi dawî bû. Yanî ev serdem ne serdema kapîtalîst an jî Îslamîst e. Ev serdem serdema xeta 3’yemîn a aştiyane û demokratîk e.
Heke Îran bi hêza xwe ya li ser piyan mayî bi Tevgera Azadiyê û gelan re li maseya demokrasiyê were cem hev dê qezenc bike. Lê heke di polîtîkayên xwe yên berê de israr bike û li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê êrîş û pevçûnên xwe berdewam bike dê mezintir winda bike.
Rêber Apo ji bo ku Kurdistan û Tirkiyeyê ji derveyî şer û pevçûnan bigire, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin. Lê ev hewldan û keda Rêber Apo hîna jî ji aliyê dewletê ve bi micîdî nehatiye fêmkirin. Lewre ji 27ê Sibata 2025an ve hem ji aliyê Rêbertî hem jî ji aliyê PKKê ve gelek gavên girîng hatin avêtin. Lê dewleta Tirk hewl dide ku ev pêvajo dereng bikeve û dide mijûlkirin.
Hem dewleta Îranê û dewleta tirk di pêvajoya têkçûnê de ne. Dewleta tirk ji bona ku pêvajoyê bi ser nekeve hêviya xwe ji şerê Îranê tîne. Tê dîtin ku heke di şerê Îranê de rêveberiya Îranê bi ser bikeve dewleta tirk dikare pêvajoyê careke din xera bike. Lê bila bê zanîn ku dîrok cara dudûyan şaşiyan dê qebûl neke.
Tevgera Komunalîst hem ji bona siyaseta demokratîk hem jî ji bona şerê parastina rewa amade ye. Ev yek gelek caran hat eşkerekirin. Dewleta tirk an dê biryara tifaqa Kurd-Tirk de qeneh be û dê gavên ji bona entegrasyona demokratîk biavêje, an jî dê dîsa bi hesabên demkî tevbigere û têkçûna dîrokî bijî. Pêwîste ji bona azadî û statuya Rêbertî gav werin avêtin û qanûnên demokratîk demildest werin derxistin.


