Di navbera wêrankirin û hêviyê de fîlmek: Heval Birako!

Di nav şer de çêkirina sînemayê, di heman demê de tê wateya parastina bîranînê û avakirina zimanekî sînemaya nû. Ji bo kesên ku bi sînemaya kurdî û fîlmên mijara wan şerê li Rojhilata Navîn re eleqedar in, gerek li vê fîlmê temaşe bikin

1 deqe xwendin
Di navbera wêrankirin û hêviyê de fîlmek: Heval Birako!

Fîlma ‘Heval Birako’, yek ji berhemên herî tûj û zelal ên sînemaya Rojava ye. Mijara fîlmê parçeyek ji jiyan, êş, elem û jana me ye. Di van 15 salên dawî de li Rojhilata Navîn gelek trajedî, êş û birînên mezin hatin jiyîn. Yek ji wan birînên herî kûr jî ferman û komkujiya li ser civaka êzidî ye. Fîlm jî vê birîna hê jî kûr û servekirî tîne ser perdeya spî. Derhêner Nûman Yîgît, çîroka du birayên cêwî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û hewldana rizgarkirina wan nîşanî temaşevanan dide. Her çiqas di warê sînematografî, kûrahî, estetîka hunerî û lîstikvaniyê de xwedî kêmasiyan be jî, bi rastî ‘Heval Birako’ wekî berhemeke girîng a sînemaya berxwedanê derdikeve pêş û peyamek bihêz dide.

Hêzên hegemonîk, serdest û xwedî desthilatdar, di dîrokê de her tim siyaseta xwe li ser tunekirina kom û civakên cuda û yên ne ji xwe ava kirine. Bi sedan sal in ku ev siyaset berdewam e. Ev pêvajo ne tenê îmhakirina fîzîkî ye, di heman demê de îdeolojîk û hîsî ye jî. Mînak; di sala 1915an de, gelê ermen wekî ‘dijminê hundirîn’ hat nîşandan û zemîna komkujiyê hat amadekirin. Her wiha di serdema Naziyan a Almanyayê de, gelê cihû bi ‘metirsiya nijadî’ hat binavkirin û pêvajoya Holokostê dan destpêkirin. 

Di dîrokê de bi sedan mînakên bi vî awayî hene. Bêguman, yek ji wan ên herî tarî yên dîroka me ya nêzîk, êrişa 2014an a li ser Şengalê ye. Civaka êzidî vê komkujiyê wekî ‘Fermana 73yan’ bi nav dike. Aktorê vê êrişê jî DAIŞ (Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê), di sala 2013an de, hate avakirin û li Rojhilata Navîn, bi taybetî li herêmên Iraq û Sûriyeyê, çalakî kirin. Ev rêxistin xwediyê îdeolojiyeke selefî-cîhadî ye û li dijî hemû nêrîn û baweriyên din e. Ev hêz, civaka êzidî wekî ‘kafir’ û ‘xirabkar’ pênase kir û îdeolojiya xwe ya tunekirinê veguherand komkujiyeke sîstematîk. Di vê pêvajoyê de ne tenê komkujiyên fîzîkî, lê koçberiya zorê, wêrankirina mîrata çandî, kuştina zarokan û bi taybetî jî li ser jinan tundiya zayendî û kolekirin jî wekî hilweşîneke pir dijwar pêk anî. ‘Bi tunekirina yên cuda û yên din, xwe avakirin’ motîvasyona hevpar a van trajediyên dîrokî ye. Komkujiya li ser civaka êzidî jî ev bixwe ye. Êş û birînên vê komkujiyê hîn jî zindî ne; şahidiyên mexdûran bi awayekî aşkere berdewamiya vê travmayê  bi awayekî aşkere li ber çavan tên jiyîn. 

Fîlmê ‘Heval Birako’ jî bi awayekî vekirî û kûr, êş û birînên civaka êzidî vedibêje. Ew êşa takekesî bi hûnandinek sinemayî vediguhêze qada bîranîna kolektîf. Ji herêmiyê dertê û ber bi gerdûniya mirovahiyê ve diçe. Bi vî awayî, temaşevan ne tenê dibe şahidê êşa bêdengiyê, lê di heman demê de dikeve nav lêpirsîneke exlaqî û felsefeyek kûr. Ji bo wê jî fîlmê ‘Heval Birako’ ne tenê şahidiyeke sînematografîk, lê bangewaziyeke exlaqî ye jî ji bo hemû mirovahiyê. 

Ji Şengalê ber bi perdeya spî ve: di sînemayê de komkujiya êzidiyan

Fîlma ‘Heval Birako’, sala 2025an temam bû. Cara yekemîn di Festîvala Fîlman a Rojava ya Navnetewî de hat nîşandan. Li Ewropayê jî hefta borî li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê derket pêş temaşevanan. Fîlm, berhemeke kolektîf a Komîna Fîlman a Rojava ye. Derhênerê fîlmê Nûman Yîgît e. Senaryoya fîlmê ji aliyê Onder Çakar ve li ser bingeha not û çîrokên rojnamevan Nazim Daştan hatiye nivîsandin. Onder Çakar yek ji senarîstên sînemaya Tirkiyeyê ye ku fîlmên wek ‘Dar Alanda Kisa Paslaşmalar -2001’ û ‘Takva- 2006’  hene.  Di derhêneriya dîmenan de jî navê Dorean Solfa heye. Lîstikvanên fîlmê jî hemû amator û herêmî ne. Fîlmê li Reqqa û deverên din ê li Rojava hatiye kişandin, 1 saet û 53 deqîqe ye, di nav xebatên herî balkêş û girîng ên sînemaya Rojava de yên salên dawî de cihê xwe digire. ‘Heval Birako’, trajediya du birayên cêwî yên kurd ên ku di dema komkujiya DAIŞê ya li dijî civaka êzidî û di nav esaret û koletiya hovane de ji hev hatine qetandin, tîne ser perdeya spî. 

Senaryo, dîdaktîzm û pirsgirêkên temsîlê

Yek ji hêzên herî mezin û bibandor ên fîlmê ‘Heval Birako’ ew e ku bi kûrahiyeke estetîkî nîşanî me dide ka şer çawa malbatan bi hovane ji hev dûr dixe, parçe dike û di bin barê wendahiyên giran de dihêle. 

Bi rêya trajediya du birayên cêwî yên êzidî, mekanîzmayên DAIŞê yên guhertina bi darê zorê, tunekirina çandî û tundiya sîstematîk a mirovî, bi estetîkek sînematografîk a zirav û bi bandor tê pêşkêşkirin. Fîlm, ne tenê çîrokekê vedibêje, lê bi awayekî kûr û rexneyî teşhîr dike ka îdeolojiyên hov çawa bi rêya tundiyê hewl didin mirovahiyê û civakan ji hebûna xwe ya resen biqetînin. 

Fîlm bi sahneyên bêdengiyê û şikestina zarokekî êzidî yê ku ji çand û koka xwe hatiye qetandin dest pê dike. Di aliyê din de, dîmenên birayê wî yê cêwî yê ku di nav refên DAIŞê de şer dike, tên xuyakirin. sahneyên ku sembol û motîfên îslamî tên bi bikaranîn, bi zimanekî sînematografîk ê zelal, bandora wêranker û veguherîner a amûrên îdeolojîk li ser kesan bi awayekî vekirî nîşan dide. Girîngiya herî mezin a fîlmê jî di navbera trawmaya birayê di bin esaretê de û birayê din ê li eniya şer çêdibe. Ev girîngî stûna hestyarî ya fîlmê datîne. Nûman Yîgît vê dualîteyê bêyî ketina melodramên zêde, bi şêwazeke sade û realîst nîşanî temaşevanan dide û balê dikişîne ser bûyeran. Bi taybetî di van beşan de, sêwirana ronahiyê, bijartina kadrajan, diyalog û performansa lîstikvaniyê, bandora hestyarî û estetîk a fîlmê bi awayekî serkeftî xurt dike. Lê di sahneyên berdewam de em hewldanên rizgarkirina jin û zarokên êzidî ji aliyê YPG û YPJê ve dibînin. 

Ev beş di warê estetîk û hunerî de hinekî lawaz in. Vegotin ber bi xêzeke konvansiyonel ve diçe û carnan hûnandinên klîşe û performansa lîstikvaniya lawaz, atmosfera xurt a fîlmê qels dike.

Senaryoya fîlmê jî wek gotina sernivîsa vê beşê ye. Gelek caran wek amûrek siyasî tê bikaranîn. Ev jî bi xwe re hêz û estetîka fîlmê lawaz dike. 

Dawiyek bextewar: hêvî yan jî dûrketina ji rastiyê?

Di fîlmê de bikaranîna bibandor a dîmenên Rojava yên hişk, di bin toz, dûmanê de û şopên şer dagirtî serkeftinekê derdixe pêş. Lê senaryo carnan ber bi awayekî dîdaktîk ve diçe; bi taybetî giraniya dayîna peyama berxwedanê, kûrahiya karakteran hinekî di bin siyê de dihêle. Di vî warî de her çiqas hesta acîliyetê ya sînemaya Rojava were fêmkirin jî ev acîliyet gelek  caran aliyê hunerî û estetîka fîlmê dixe plana duyemîn. Ev hişmendî di gelek fîlmên li Rojava tên kişandin de xuya dibe. 

Bi taybetî yek-katmanîbûna senaryoyê, rizgarkirina jin û zarokên êzidî û her du birayên cêwî ji destê DAIŞê bi şêweyê ‘dawiyek bextewar’ pêşkêş dike. Ev dawîbûn ji rastiya huner û sînemayê dûr e. Dibe ku derhêner, bi vê rêyê peyamek erênî û pozîtîf bide. Ev jî şêwazek e. 

Lê her çiqas wisa be jî di fîlmê de ‘dawiyek bextewar’ bandor û hêza fîlmê bi sînor dike û ji rastiyê dûr dixe. 

Li Rojava her tim hêvî ji bo sînemayê heye

Bi kurtasî, ‘Heval Birako’ her çiqas fîlmekî propagandayî were xuyakirin jî, bi ya min ew ji wê zêdetir û firehtir e. Divê ev fîlm, wek berhemek şahidiyê û tekoşînê were dîtin. 

Fîlm, hovîtiya DAIŞê, komkujiya êzidiyan û berxwedana Rojava bêyî romantîzekirinê, bi awayekî alîgir û zelal, aşkere vedibêje. Derhêner Nûman Yîgît di xebata xwe de bêhtir li ser avakirina nêzîkatiya hestyarî radiweste û ji kûrahiya analîtîk hinekî dûr dimîne. Di encamê de, Nûman Yîgît bi ‘Heval Birako’ re bi serkeftî vîzyona Komîna Fîlm a Rojava radigihîne. Di nav şer de çêkirina sînema çêkirin, di heman demê de tê wateya parastina bîranînê û avakirina zimanekî sînemaya nû. Fîlm, tevî kêmasiyên xwe, hestên temaşevanan dihejîne û têgiha ‘hevaltiyê’ hem di wateya kesane de hem jî di wateya kolektîf de tîne bîra mirovahiyê. Bi taybetî ji bo kesên ku bi sînemaya kurdî û fîlmên mijara wan şerê li Rojhilata Navîn re eleqedar in, gelek girîng e. Gerek ew kes teqez li vê fîlmê temaşe bikin. 

Di dawiyê de afirandina fîlmek bi vî rengî di nav şert û mercên zehmet ên Rojava da jî nirxa hunerî ya fîlmê hîn jî watedartir û biqîmetir dike.