Dilê me, hest û helwesta me yek e
Li çar aliyê welat ji bo Rojava dirûşmên "Rojava Rojhilat e, Kurdistan Yek Welat e" û "Bakûr Başûr Rojhilat Ji Bo Rojava Yek Helwest, Yek Armanc û Yek Xebat" bilind dibin.

Dilê me, hest û helwesta me yek e, li dijî hovê bêbext hêza me yek e. Di destpêka 2026an, di 6ê çileyê de dîrokê dîsa xwe dubare kir. Bi biryaya gelek hêzên navdewletî yên ku digotin en dostên Rojava û minetdarên Şoreşa Gelê Kurd û gelên Rojava ne; bêbextiyeke ku li rûyê dinyayê nehatiye dîtin, di kesayetiya Rojava de li hemberî tevahiya gelê kurd pêk hat.
Ji bo berjewendiyên xwe, li şûna gelê kurd ê xwedî helwest û sekna canbexşane ya şervanên YPG, YPJê, keç, xortên kurd ên çar aliyên Kurdistanê yên li dijî çeteyên hov ên DAIŞê yên dijminên aştî, aramî, azadî û nirxên mirovahiyê xwe kirin mertal û rûmeta mirovahiyê parastin; bi cîhadîstên ku di pêşengiya serçete Colaniyê ku ji kevneşopiya El Qaîde, DAIŞ, El Nûsra ye, bi sabûnên hêzên hegemon hat şûştin û wekî mirovekî pak, pîr û paqij ê bîadkirî yê van hêzên hegemon, li pêşberî mirovahiya hemdem dane rûniştandin. Bi serkêşiya wî artêşeke hov û şêt sor kirin û bi awayekî hovane bi ser gelê kurd ê parêzvanê rûmeta mirovahiyê ve şandin.
Dîsa bi alîkarî û piştgiriya hêzên ku digotin em dostên gelê kurd in, van artêşên paramîlîter ên ku weke HTŞ, SMO, OSO, tên binavkirin, ji bo ku girtiyên çete û hevalbendên xwe yên DAIŞî ji girtîgehên di kontrola HSDê de rizgar bikin û bi wan çeteyan re destkeftiyên gelê kurd ên ku bi berdêlên giran hatine bidestxistin têk bibin û tune bikin, di nava hewldana valakirina girtîgehên ku DAIŞî lê girtîne de ne.
Lê, gelê kurd û dostên xwe evindarên jiyana azad û bi rûmet, tu car rê nedan û nadin van planên qirêj û nebixêr ên ku armanca wan têkbirin û tunekirina destkeftiyên gelê kurd ên neteweyî ye, ku bi têkoşîneke bêhempa û berdêlên giran hatine bidestxistin û wek hêlîna xewn û xeyalên siberoja azad a zarokên kurd û tevahiya zarokên cîhanê hatiye avakirin.
Ev artêşên Paramîlîter ên garan û naxira kujeran, ku serê mirovan jêdikin, ji avahiyan diavêjin û keziyên şervanên jin ên şehid ku sembola wêrekî û berxwedana li hemberî hovîtiya DAIŞê ne diqusînin û wê hovîtiya xwe li ber kamerayan nîşanî mirovahiya hemdem didin, wê tu car di van armancên xwe yên qirêj û nebixêr de bi ser nekevin û her dem di wijdanê mirovahiyê de bên mehkûmkirin û hesabê vê hovîtiyê ji wan were pirsîn.
Tevahiya dinyayê dît ku ev artêşên paramîlîter ên ku bi destê dewleta tirk û hêzên hevkarên wan hatine xwedîkirin û mezinkirin, neyarê mirovan, miriyan, zindiyan, xwezayê, daristan, goristanan, darên zeytûnan û hemû nirxên mirovahiyê ne, ku tehemûla wan ji kêl û kevirin ber serê şehîdên gelê kurd re jî tune ye.
Li hember vê hovîtiya artêşên paramîlîter, ji bo parastina gelê Rojava û destkeftiyên wî, gelê kurd sînorên ku bi têlên direyî û dîwarên beton di nava li çar aliyê Kurdistanê de hatinê honandin nasnake, van sînoran derbas dike û di berxwedana rûmetê ya xuşk û birayên xwe ya mirovahiyê de cihê xwe digire û li Bakûr, Başûr û Rojhilat ji bo parastina Rojava dest daye hev û mil bi mil bûye yek dil.
Li çar aliyê welat ji bo Rojava dirûşmên "Rojava Rojhilat e, Kurdistan Yek Welat e" û "Bakûr Başûr Rojhilat Ji Bo Rojava Yek Helwest, Yek Armanc û Yek Xebat" bilind dibin.
Gel li gund û bajar, li kuçe û kolanên Rojava ji heft heta hestê salî gelê kurd bi ruhê seferberiyê li ser piya ye û parastina nirx rûmet û destkeftiyên xwe dike. Herwiha kesayet, akademisyen, zanyar û xwediyên xelatên Nobelê, rêxistin, partî, sendîka û hemû hêzên ku baweriya xwe bi nirxên mirovahiyê û demokrasiyê anîne ji Rojhilata Navîn heta Afrîkayê, ji welatên Ewropayê heta Kanada û welatên Îskandînavya, ji bo parastina Rojava û Kobanê li ser piyan in.
Li hemberî ve xwedîderkerina kollektif a bi helwest û hewldana hevpar a gelên alîgirên aştî, azadî û demokresiyê, wê di kesayetiya Rojava de gelê kurd bi ser bikeve, destkeftiyên gelê kurd werin parastin, armanca çeteyên hov ên neyarên nirxên mirovahiyê neçe serî û van komên çeteyan bi alîgirên xwe yên xêrnexwaz re têk biçin.


