Fikrên Ocalan yekitiya ciwanan pêş dixe

Yekitiya Ciwanên Cîhanê di 3-5’ê cotmehê de li Parîsa Fransayê bi dirûşma “Ciwan dîrokê dinivîsin” bi beşdariya ciwanên ji çar aliyên cîhanê hatibûn konferans pêk anîn.

1 deqe xwendin
Fikrên Ocalan yekitiya ciwanan pêş dixe

Yekitiya Ciwanên Cîhanê di 3-5’ê cotmehê de li Parîsa Fransayê bi dirûşma “Ciwan dîrokê dinivîsin” bi beşdariya ciwanên ji çar aliyên cîhanê hatibûn konferans pêk anîn. Endama Tora Ciwan Dîrokê Dinivîsin Berjîn Yildiz der barê xebatên xwe de ji rojnameya me re axivî. Berjîn Yildiz diyar kir ku konferansa ciwanan gavekî dîrokî bû û wiha axivî: “Bandoreke mezin ser ciwan li hemû cîhanê kir. Pişte konferansên Rojhilata Navîn ên 2015 û 2019’an li Amedê û li Kobanê, me komkirina ciwanan anî ser asta cîhanê. Ciwanên ji Rojhilata Navîn, Afrîka, Başûr û Bakurê Amerîka û her dere hatin ji bo vê konferansê. Konferansên salên 2015 û 2019’an ên li Rojhilata Navîn weke bertekên li dijî êrîşên ku di wê demê de li dijî ciwanan, pêk hatin. Wê demê jî, ciwanan dîtin ku eger bixwazin li hemberî êrîşan bisekinin, bersivek xurt û yekgirtî hewce ye.”

Berjîn Yildiz da zanîn ku eger ew rewşa cîhanê îro bibînin, diyar dibe ku konferansan û nîqaşên ser pirsgerekên di çarçoveya Ewropa, Rojhilata Navîn an parzemînên din de têr nakin û wiha got: “Pirsgirêkên ekolojî, azadiya jinê, şer û kuştin, pirsgirêkên sereke ne. Em nikarin pirsgirêken wisa bigirin dest. Pergala kapîtalîst û baviksalarî şerên xwe ne li navendên xwe dike, ji derveyî cîhanê re dihêle.”

Yildiz anî ziman ku îstismarkirina welatên cîhanê, li ser kolonyalîzm û şîdetê hat avakirin û wiha lê zêde kir: “Qeyranên ku pergala kapîtalîst û baviksalarî diafirîne divê di çarçoveyeke mezintir de bên dîtin. Salan berî Rêber Apo got, pewîst e em rastiya şerê cîhanê yê sêyemîn bibînin û li gorî vê çalakiyan bimeşin. Eger em vê êkoşîn bi awayê parçe parçe dimeşin em ê bikevin xefika pergala kapîtalîst û pozîtîvîst û ti pêşketinê nebînin. Ji bo vê me konferansa asta cîhanê çêkir. Ji herî destpêk de, konferansa ser pîvanan û analîzên Rêbertî hat avakirin. Analîza wî ya şerê cîhanê yê sêyemîn aşkera dike ku pewîst e têkoşîna me enternasyonal dibe. Bersiva me li hemberî êrîşên pergalê divê ser esasê azadiya jin, ekolojî û xweseriya ciwan ava bike. Ji bo vê jî sê rojan me li ser van mijaran nîqaş kir, komxebat li dar xist û perspektîfek hevpar pêş xist. Di nava van nîqaşan de rola Rêber Apo di ve qonaxê de diyar bû. Di dawiya konferansê de hemû ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang kirin. Pewistiya mezin hat dîtin di her cîhê cîhanê de têkoşînekî mezin ji bo azadiya Rêber Apo bimeşîn.

‘Rêber Apo pirek ava kir’

Yildiz li ser xebatên piştî konferansê jîu rawestiya û ev agahî dan: “Nûnerên hemû rêxistinên ku tev li konferansê bûn, xebatên cuda dimeşin, mesela xebatên ekolojî, xweparastina xwecihî, têkoşîna azadiya jin, hwd. birdoziya û pîvanên Rêber Apo pira di navbera rêxistinên cuda cuda ava kir.

Ser esasê wan ramanên û bi mînakê paradîgma konfederalizma demokratîk ya ciwanan re ku Rêber Apo pêşniyar kir, Tora Ciwan Dîrok Dinivîse hat damezrandin û vê torê konferansa ciwanên cîhanê li darxist. Di nav ve torê de kêm zêde 16 rêxistinên cihê xwe digerin.”

Yildiz li ser xebatên ji bo azadiyaRêber Abdullah Ocalan jî agahî dan û wiha got: “Di çarçoveya kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de rêxistînên ji welatên din dengê xwe bilind kirin. Ciwan li gorî rêxistinên xwe xebatên cuda cuda dimeşin. Lê piştî konferansê ku me ji bo çend rojan nîqaş kir, ew niha bi ferq kirina rastiya û rewşa Rêber Apo xebat dimeşin. Jineke ciwan, ku beşdarî konferansê bû wisa nirxand: ‘Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîdê de ye. Lê tu carî dev ji xebata ji bo me, ji bo şoreş û ramana azadiyê berneda. Ji ber vê di girtîgehê de jî dinivîse. Em niha dikarin fikrên wî bixwînin, em bi tenê xwendinê re sînordar namînin di heman demê de fikrên wî di şoreşa Rojava û konfederalîzma demokratîk de dibînin. Di vê baweriyê de me ku em dikarin gelek tişt ji vê şoreşê fêr bibin û îlham bigirin. Ji ber ku ev ne tenê rêyek ji bo Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye, ji bo hemû cîhanê rê û pêşniyarek e.’ Li gorî vê pêşniyar, rêxistinên ser esasê pîvanên Rêber Apo kom dikin û bi xebatên xwe re sinorên netewe