Herî zêde başûr ji şerê Îran û Amerîkayê zerar dît

Şerê Amerîka û Îranê 40 roj li pey xwe hişt. Her çend 15 rojan agirbest hat îlankirin jî êrîş didomin. Di şer de Serokê Olî Alî Hamaney jî di navde li Îran, Urdun û Îsraîlê bi tevahî zêdetirî 5 hezar mirov hatin kuştin. Lê herî zêde başûrê Kurdistanê bû hedef.

1 deqe xwendin
Herî zêde başûr ji şerê Îran û Amerîkayê zerar dît

Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê de li dijî Îranê şerê ezmanî dan destpêkirin. Piştî şerê 40 rojan bi navbênkariya Pakîstanê di navbera Amerîka û Îranê de ji bo 2 hefteyan agirbest hat îlankirin. Piştî Amerîka û Îranê li ser vekirina deriyê Tengava Hurmuzê li hev kirin ji bo 15 rojan agirbest hat îlankirin. Ji ber ku ji sedî 20ê petrolê di vê tengava Hurmuzê re li cîhanê belav dibe, bi girtina deriyê tengavê re buhayê petrolê zêde bû û li cîhanê qeyrana petrolê rû da. Ji ber buhayê petrolê zêde bû, mutefîkên Amerîkayê zext li Amerîkayê kirin û dawiya dawî li ser vekirina Tengava Hurmuzê li hev kirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump vê agirbestê wekî “Serkeftina tam û bêkêmasî” pênase dike. Lê Îran jî bêyî têkçûnê qebûl bike û teslîm bibe, agirbest bi dest xist. Îranê bi vê peymanê diyar kir ku dikare li dijî Amerîkayê û hemû hêzên girêdayî wê yên leşkerî li ber xwe bide. Lê di encama vî şerê 40 rojan de zêdetirî 220 zarok zêdeyî 5 hezar mirov hatin kuştin. 

Bi dehan milyar dolar pere li şer xerç kirin 

Li gorî agahiyên ku pisporên leşkerî yên Amerîkayê bi rojnameya Financial Timesê re parve kirin, di şerê 39 rojan de di navbera 22,3 - 31 milyar dolar pere li şer hat xerçkirin. Li gorî Berpirsiyarê Butçeya Pentagonê yê berê Elaine McCusker jî lêçûna şer bi giştî 500 milyon dolar derbas kir. 

Li gorî daneyên Navenda Xebatên Navneteweyî Stratejiyê artêşa Amerîka heta niha 850 mûşokên Tomahawk ên menzîn dirêj avêtin Îranê. 

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) li Îranê zerar û ziyan pir zêde ye. Li gorî daneyên NYê di mehekê de zêdetirî 2 hezar û 100 welatiyên sivîl hatin kuştin. 28 hezar kes birîndar bûn. 763 dibistan û 115 saziyên rêxistinên sivîl bûn hedef. Li tevahiya Îranê nêzî 120 hezar xanî hatin bombekirin. 

Saziya Tipa Edlî: Zêdetirî 3 hezar kes hatin kuştin

Şerê Îsraîl-Amerika yê li dijî Îranê 40 roj li pey xwe hişt. Her çend agirbest hat îlankirin jî êrîşên hewayî didomin. Li gorî Saziya Tipa Edlî ya Îranê di şerê 40 rojan de zêdetirî 3 hezar kes hatin kuştin. Piranî kesên hatine kuştin laşê wan parçe bûye. Li gorî agahiyên Serokê Saziya Tipa Edlî Abbas Mascadî Aranî; ji 28ê Sibatê heta 9ê Nîsanê zêdetirî 3 hezar kes hatin kuştin. Serokê Amerîkayê Donald Trump hefteya borî daxuyanî da Financial Timesê û diyar kir ku wan li Îranê li 13 hezar hedefan xistiye. 

Îranê di mehekê de 6770 mûşok avêt Îsraîl û Urdunê

Li gorî Enstîtuya Lêkolînên Ewlehiya Neteweyî (INSS) ku navenda wê Tel Avive Îranê piştî şerê 28ê Sibatê heta 1ê Nîsanê li dijî welatê kendavê ku Îsraîl  û Urdun jî hene, bi 6 hezar û 770 mûşok û ÎHAyan êrîş pêk anîye. 

Heyva Sor: 944 kes hatin xelaskirin 

Li gorî daneyên Heyva Sor a Îranê (IRCS), di şerê 40 rojan de (28 Sibat 9 Nîsan) di encala lêgerîna xelaskirina bin kavilan de 944 kes hatin xelaskirin. Di êrîşên hewayî de 257 jin hatin kuştin. Dîsa ji kesên hatin kuştin 220 ji wan zarok in. 

Li Lubnanê Hezar û 888 kes hatin kuştin 

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê ku roja 8ê Nîsanê li seranserê Lubnanê pêk hatin de zêdetirî 303 kes hatin kuştin. Wezaretê da zanîn ku di êrîşê de 1150 kes jî birîndar bûne. Wezaretê destnîşan kir ku ji 2yê Adarê heta 9ê Nîsanê di şerê navbera Hizbullah û Îsraîlê de hezar û 888 kes hatine kuştin û 6 hezar û 92 kes jî birîndar bûne.

HRANA: Hezar û 319 kes hatin kuştin

Li gorî daneyên HRANAyê kesên di şêrê li Îranê de hatin kuştin 3 hezar derbas kirin. Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (Human Rights Activists News Agency-HRANA), ragihand ku hejmara qurbaniyên ku ji dema dest pê kirina şerê li Îranê û vir ve 3 hezar derbas kirine. Li gorî HRANa di encama êrîşan de 206 jê zarok herî kêm hezar û 319 sivîl hatin kuştin û herî kêm hezar û 122 leşker hatine kuştin. 599 jî nayê zanîn tu sivîl an jî leşker in.

Li gorî Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê jî heta niha herî kêm hezar û 200 welatî hatine kuştin û nêzî 10 hezar kes jî birîndar bûne.

Bi 703 mûşok û ÎHAyan êrîşî Başûr kirin 

Di şerê 40 rojan ê Îran Amerîkayê de, Îranê bi 703 fuze û ÎHAyan êrîşî başûrê Kurdistanê kir. Di van êrîşan de 17 kes hatin kuştin û 93 kes jî birîndar bûn. 

Amerîka-Îsraîlê di 28ê Sibatê de li dijî Îranê şer da destpêkirin. Di vî şerê 40 rojajan li dijî Hewlerê 560, li dijî Silêmaniyê 115, li dijî Duhokê 26 û li dijî Helebceyê 2 êrîşên moşek û ÎHAyan pêk hatin. Di encama van êrîşan de 17 kes hatin kuştin û 93 kes birîndar bûn.