Hin şaşiyên ziman ên em rast dizanin

Zimanê kurdî-kurmancî her çend bi gelek xetereyan re rû bi rû dimîne jî, ji aliyekî din ve di gelek qadên nivîskî de baş tê bikaranîn. Ev kêfxweşiyeke mezin e.

1 deqe xwendin
Hin şaşiyên ziman ên em rast dizanin

Zimanê kurdî-kurmancî her çend bi gelek xetereyan re rû bi rû dimîne jî, ji aliyekî din ve di gelek qadên nivîskî de baş tê bikaranîn. Ev kêfxweşiyeke mezin e. Ji ber ku di jiyana rojane de dora wî gelek teng bûye, ev yek jî ji bo pêşerojê xetereyeke mezin e. Cihê mixabiniyê ye, hê ku hestên kêfxweşiyê li ser me sar nabin, di her qadan de gelek berfireh bikaranîna kurdî-kurmanciyê ya şaş mirovan xemgîn dike.

Şaşiyên rastnivîsa salên dawîn hatiye çapkirin ku weke wezekekê ketiye bedena kurmanciyê pûç dike û şaşiyên din jî lê zêde dikin, tev ev xeletî rê li ber yekgirtîbûn û afirandina mêjiyekî hevaheng ê kurdî digirin û zimanê nivîskî, di ber re jî zimanê axaftinê xira dikin. Divê her kesê ku xem û êşa zimanê kurdî dikişîne li hember vê xirabûnê rihet nebe, xemên xwe bîne ziman, ji bo sererastkirina van yekan hewl bide.  Di serî de jî zimanzan, herî zêde jî yên ji xwe re dibêjin zimanzan. Mixabin gelek ji wan tenê li xirabûnê temaşe dikin û xwe berpirsiyar nabînin. Çimkî tenê bazara gazinên, weke ‘çima ziman nayê bikaranîn, hey hawar ziman ji dest diçe’ heye, lê bila bê zanîn, tenê ne ew, ev xirabûnên em ê li jêr ser bisekinin û yên weke wan jî ziman ji dest dibin. Bi rastî peywira herî girîng a zimanzanan yek jî ev e.

Ez ê li ser bikaranîna şaş a hin navdêrên komenav rawestim. Çend mînak hene, dibêjin bes êdî bi me nelîzin. Navdêrên komenav weke jin, kurd, pez, dewar gava ji aliyê hin platformên kurdî ve, çi rêxistin, çi rojname-ajans-televizyon, çi bi devkî tên bikaranîn gelek xirabî li wan komenavan dikin.

Ji ber ku komenavên jin û kurd li qada siyasî hêmayên gelek girîng in û gelek jî tên bilêvkirin bûne hêmayên sereke û derketine pêş. Zimanê siyasetê di nav kurdan de gelek fonksiyonel e; şaş an rast bikaranîna wî bi qasî giraniya xwe bandorê li ser zimanê giştî jî dike.

Navdêrên jin, kurd, pez, dewar komenav in, bikaranîna wan hin taybetiyan bi xwe re tîne. Em gelek caran rastî hevokên wiha tên, pirsgirêka jinê pisgirêka civakê ya herî li pêş e. Di vê ûhevokên mîna vê de bikaranîna navdêra jin şaş e. Mixabin bi awayê şaş rûniştiye, hatiye qebûlkirin. Dema wisa be tê wê wateyê ku pirsgirêka tenê jinekê ya civakê ye. Di kurmanciyê de pirjimarî bi serê xwe pêk nayê. Mînak wekî ku em bixwazin bêjin ‘kadınlar’ em nikarin bi serê xwe vê têgehê pêk bînin. Di bikaranîna hevokê de pirjimarî divê xwe bispêre navdêr an peyveke din, paşê dikare pêk bê. Gava em rast bi kar bînin, em ê bêjin, pirsgirêka jinan pisgirêka civakê ya herî li pêş e. Pirhejmariya kurmanciyê rewşeke taybet e lê ji bilî wê weke komenavan di gelek zimanên hind-ewropî de heman mantiq heye. Bi îngilîzî dibêjin, women’s problem, bi fransizî dibêjin, probl ème des femmes, bi almanî dibêjin, frauen problem. Yanî di van zimanan de jî weke kurdî bi awayê komanenav yanî  weke pirsgirêka jinan tê bikaranîn. Gava ku tê gotin, çareserî di destê jinê de ye, (wiha jî tê gotin,  çareserî di destê jin de ye) weke jinek tenê çareseriyê pêk tîne tê fêmkirin. Her wiha dema bê goti