Huner li dijî desthilatiyê ye

Huner, li ser bingeha estetîkê ango bi xema bedewiyê, hewldana vegotina heqîqetê ye. Hunermend bedewiyê ji xwe re dike pîvan û bi vê pîvanê jiyanê û dînamîgên wê derdibire.

1 deqe xwendin
Huner li dijî desthilatiyê ye

Huner, li ser bingeha estetîkê ango bi xema bedewiyê, hewldana vegotina heqîqetê ye. Hunermend bedewiyê ji xwe re dike pîvan û bi vê pîvanê jiyanê û dînamîgên wê derdibire. Hunermend, bi kaxid û pênûs, bi enstrûman û deng, bi boyax û firçe, bi kamera û dîmen; wek gotina pêşiyan ya spaniyan dibêje; bi deyn guh û çavên xwe dide civakê. Ji ber ku hunermend ew kesên guhdarkirin û nêrîna wan cudatir in, ew dibin rê û nêrîn ji bo civakên ku guh û çavên wan derbe xwarine. Ev cudatî du xetên girîng ên hunerê diyar dikin: afirandin û resenî. Giyanê mirovan bi awayekî herî bedew bi hunerê xwe nîşan dide. Têgihiştina “felsefe tenê bi aqil û huner jî tenê bi hestan çêdibe" xapandin e. Berhem li gorî ferasetekê tiştan vedibêje û li ser bingeha îdeolojiyekê ye.

Afirandin û resenî du taybetiyên girîng ên hunerê ne ku li ser pirsa çiyetîya hunerê alîkariya me dikin. Huner, bi taybetiya xwe ya afirîneriyê“ji-ber-xwe-ve” li hemberî desthilatiyê helwestek e. Ên hunerê weke ku qet bi polîtîkayê re eleqeya wê tune be dihesîbînin bila li hunermend û nivîskarên hatine kuştin û girtin binêrin. Desthilatî ji ber taybetiya afirîneriyê tundiyê li ser qada hunerê dike. Desthilatî bi her awayî li dijî afirîneriya civakê ye. Dixwaze civak pasîf bimîne û tenê bi statûya bîner û guhdaran qayil bibe. Bi wî awayî hunera di nav jiyanê de diherîkî û jiyan xweştir dikir; bû şahiya desthilatî û ji bo civakê jî tenê temaşekirina vê şahiyê ma. Ev di rastiya xwe de biçûkxistina civakê ye. Bi vî awayî gel her roj bi taybetî di televîzyonan de û di hemû qadên îdeolojîk ên dewletê de (çapemenî, perwerdehî, saziyên olî) li biçûkxistinbûna xwe temaşe dike. Di bernameyên nîqaşan de profesorên zilam û extiyar tenê tiştekî dibêjin: hûn nikarin li ser meseleyan (ev meseleyên we bin jî) biaxifin. Tenê guhdarî bikin! Di maçên fûtbolê de jî heman tişt: hûn nikarin bi topê bilîzin. Tenê temaşe bikin. Bi rêzeflîmên xwe dibêjin: hûn nikarin xweşik bibin, li xweşikan temaşe bikin. Ji bo Kurdan ev rewş trajîktir e.