Huner û lêhûrbûna helbestê

Gelek caran helbestkar xeyal, hêvî û qêrînên di dilê xwe de bi rêya helbestê tînin ziman. Ji huner û lêhûrbûna helbestê fêdeyeke mezin digirin û hewl didin bigihêjin armanca xwe.

1 deqe xwendin
Huner û lêhûrbûna helbestê

Gelek caran helbestkar xeyal, hêvî û qêrînên di dilê xwe de bi rêya helbestê tînin ziman. Ji huner û lêhûrbûna helbestê fêdeyeke mezin digirin û hewl didin bigihêjin armanca xwe. Di rêya vê armancê de her çiqas zehmetiyên mezin bên kişandin jî. Bi taybetî ev zehmetî di girtîgehê de tê kişandin lê belê bi qasî vê zehmetiyê têkoşîna tê dayîn jî hêjayî gotinê ye. Helbestkar Necmettîn Tûral ê 30 salan di girtîgehê de ma jî parçeyekî ji vê têkoşînê ye û xeyal, hêvî û qêrînên di dilê xwe de bi rêya helbestê aniye ziman.

Dema em li cureyên wêjeyê temaşe dikin em dibînin di nav de ya bêtir xwedî rihekî azad e helbest bi xwe ye. Em dikarin helbestê wekî reqsa azadiyê jî pênase bikin. Xwediyê marîfeta aramî, têkoşîn û efsûnê ye jî. Di vê hevoka helbesta bi navê “ez ê vexwim” a helbestkar Necmettîn Tûral de jî rihê efsûn û têkoşînê tê xuyakirin, “û min di nava goristanên nemiran de qam avêt!”

Hunera gotinê

Li gorî cureyên din ên wêjeyê hunera gotinê di helbestê de bêtirderdikeve holê. Hunera gotinê rastiyeke bi çav a helbestê ye. Ev rastiya gelek carî nahêle mirov xwe wekî “darqotekî bêgulî” bibîne. Di van hevokên helbesta “porê şevê” ya helbestkar de em li hunera gotinê rast tên,

“darên keritandî diricifîne

şaxên bêxwîn

ditevizîne

û di sorahiya sibehê de

dihone gotinên rengavêtî

di kerika guhên avgirtî de”

Helbest ji aliyekî jî pênaseya hêza xeyalên mirov e. Wargeha tecrube û bicihanîna berpirsiyariyên di nava jiyanê de ye. Carinan kêfxweşiyeke estetîk carinan jî ravekirina hêviyên nûjen e. Ji dil û mejiyê mirov dadiwerive. Mîna van hevokên helbesta “gotinên nîvco” yên helbestkar;

“li ser germahiya tavê

şopa piyên miriyan dixwiya

çend însan jî li ser siya darê

raketîbûn”

Hevsengiya hest û ramanê

Helbest di navbera xeyal, hest, raman û ahengekê de ye. Bandoreke gelekî mezin li ser şêwaza jiyana mirovan dike. Carinan roja li ber esra teng e. Hestên netewperweriyê jî gelek caran geş dike. Di pirtûka helbestê ya “malzaroka jînda” de hinek hevok hestên netewperweriyê geş dikin. Bi taybet di hinek hevokên vê berhemê de hevsengiya di navbera xeyal, hest û ahengê de bêtir tê hîskirin.

Azadiya jinê ya di helbestê de

Bi rêya helbestê gelek caran hinek peyam tên dayîn. Ev peyam jî bandoreke girîng li ser tevger û binhişiyê dike. Loma jî anîna ziman a peyamekê ya di helbestê de girîng e. Ev peyam carinan ked û daxwazeke sedan salan jî radixîne pêş çavan. Yek ji daxwaza bi sedan salan azadiya jinê ye. Ji bo vê azadiyê ked û berdêlên mezin hatine dayîn. Hîn jî tê dayîn. Ji bo xatirê vê berdêla hatiye dayîn jî peyama azadiya jinê ya di helbestê de yek ji rêbaza têkoşînê ye. Di helbesta bi navê “kirasê evînê” ya helbestkar de çend hevok wiha li ber çavên min dikevin.

“û bi hilmijîna jiyanê dişuşt

jehriya marê kor

ava dikir qesrajînê

û difesiland

kirasê evînê

li ser wê axa pîroz

bi wan siya jinên azad”

Lêhûrbûna di helbestê de

Lêhûrbûna di helbestê de feyzê dide xwîner. Wan bêtir kamil dikin. Berê wan bi lêhûrbûnekê ve vedike. Ev lêhûrbûna di mejî de wêrektiyekê jî ava dike. Yek ji armanca helbestê jî jixwe lêhûrbûn e. Ev yek dibe sedema jêhatîbûn, lêpirsîn û fikirandinê jî. Jixwe ya ku teşeyê dide jiyana mirovan jî ne ev xalên girîng in? Ka em ji van hevokên me li jor bal kişandin ser, çend heban dîsa raxînin pêş çavan,

“ez çûm

min nexwest bibim

dîsgotina strana veqetînê

ez çûm

nebêje tu bêwefa yî

çûna min

fetla rêyeke nû ye

ma çûyîn

ne welidandina vegerê ye?"