Hunera Heftemîn û sînema
Sînema weke “Hunera Heftemîn” tê binavkirin. Di nav de wekî wêne, muzîk, wêje û şano jî hene û hemûyan di nav xwe de dihewîne.

Sînema weke “Hunera Heftemîn” tê binavkirin. Di nav de wekî wêne, muzîk, wêje û şano jî hene û hemûyan di nav xwe de dihewîne. Mirov bi saya hunera sînemayê cihên ku qet nedîtine dibîne û tiştên ku hay ji wan tune ye hîn dibe. Sînema dikare bi demê re hemû sînor û pêşdaraziyan tune bike û ji bo fêmkirin, hevnasîn û ragihandina mirovan û rojevkirina pirsgirêkên jiyanê bibe amûreke gelek girîng. Sînema cîhaneke bêserî û bêbinî ye, pir kûr û berfireh e û mirov di nav de xwe wenda jî dike û paşê jî xwe ji nû ve kifş dike. Di cîhanê de sînema pir bi pêş ketiye. Zêdehî netewe, bizimanê sînemayê xwe îfade dikin. Derd, kul, kêfxweşî û berxwedana xwe bi zimanê sînemayê bi me didin nasîn. Van demên dawîn kurd jî hêdî hêdî têkoşîna xwe bi zêdehî bi awayekî polîtîk bi rêya sînemayê tînin ziman. Sînema di qadên têkoşîna azadiya kurdan de hêdî hêdî dibe zimanê herî girîng û herî çalak ê propagandaya rasteqîn…
Her çiqas destpêka sînemayakurdî filma “Zarê” (1926) yê derhênerê ermen Hamo Beknazaryan tê qebûlkirin jî, di heman demê de derhênerên alman û Sovyetê jî li ser kurdan hin fîlmên kurdî çêkirine. Piştre jî, bi taybetî li Ewropayê û li gelek welatên cîhanê li ser kurdan filmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefilm kişandin. Lê mirov dikare bi rehetî bibêje ku hejmarên van filman, pir kêm bûn û zêdehî jî kurd û çanda kurdan şaş dihate nasandin. Yên li ser kurdan filmên herî zêde kişandine jî sînemagerên tirk bûn. Li ser axa Kurdistanê, zimanê kurdan, jin, zarok mêrên kurdan sed sal in ku bi polîtîkayeke taybet filman dikişînin. Bi vî awayî hemû nirxên kurdan serobino dikin. Di hişmendiya mirovan de fikra tirkbûn û dagirkeriyê dixwazin ava bikin. Deme


