Îran li girtîgehan, Tirkiye jî di înşeat û malê de qetil dike
Rejîma Îranê li girtîgehan mirovan darve dike û qetil dike. Dewleta Tirkiyeyê jî mirovan di karê înşaet, zevî, fabrîqeyan de û jinan jî di malê de û li kolanan qetil dike. Rejîma Îranê ji destpêka 2026an û heta niha zêdetirî 427 girtî darve kir. Li Tirkiyeyê jî tenê di 5 mehên dawî de herî kêm 835 karker di kar de hatin kuştin. Dîsa 250 jin li kolanê ji aliyê mêran ve hatin kuştin.

Li cîhanê her roj bi dehan mirov bêdeng têne kuştin. Hinek ji wan ji aliyê rejîman ve têne darvekirin, hinek ji wan ji aliyê mêr ve têne kuştin û hinek ji wan jî di karê fabrîqeyên şîrketên mezin de têne kuştin.
250 jin kuştin
Li Tirkiyeyê her roj mirov têne kuştin. Lê gelek ji wan nabin rojev û nayên dîtin. Der barê gelek kuştinan de doz jî nayê vekirin. Ne hesab tê pirsîn û ne jî bertek û nerazibûn têne nişandan. Tenê di gulanê de 49 jin hatin kuştin. Di Nîsanê de 49 jin, di Adarê de 64 jin, di Sibatê de 52 jin û di Çile de jî 36 jin bi destê mêr hatin kuştin. Yanî di 5 mehên ewil ên 2026an de, 250 jin bi destê mêr hatin kuştin. Tenê roja ku têne kuştin dikevin rojevê, lê piştî wê saziyên mafên mirovan, rêxistinên karkeran, saziyên jinan tenê nav û hejmaran di raporan de derbas dikin. Gelek varan ev bûyer nabin rojeva meclisê jî.
835 karker kirin qurban
Li Tirkiyeyê wekî ku çawa jin her roj ji aliyê mêran ve têne kuştin û hesab nayê pirsîn, her roj di karên înşaet, zevî, tekstîl, fabrîqe û qadên cuda de karker têne kuştin. Di Gulanê de li Tirkiyeyê 212, di 5 mehên dawî yên 2026an de jî herî kêm 835 karkeran jiyana xwe ji dan. Di 2025an de 2105 karker, di 2024an de 1897 karker, di 2023an de 1932 karker, di 2022an de 1843 karker, di 2021an de 2170 karker û di sala 2020an de jî herî kêm 2427 karkeran di kar de jiyana xwe ji dest dane. Tenê di 5.5 salên dawî de 13 hezar û 191 karker di cînayetên kar de hatin kuştin.
427 mirov darve kirin
Li gorî rapora Heranayê, di meha Hezîrana îsal de li Îranê herî kêm 427 kes hatine darvekirin. Koma Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ li ser hefteya 127emîn a çalakiya li 57 girtîgehên Îranê dewam dike, daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê, ji meha Gulanê heta bi Hezîranê nêzî 140 kes ji aliyê rejîmê ve hatin darvekirin. Navenda Îstatîstîk û Belgekirinê ya Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan, di rapora sê mehên pêşîn ên 2026an de aşkere kir ku herî kêm 160 girtî li girtîgehên Îranê hatine darve kirin. Li gorî van daneyan li Îranê di 6 mehên dawî de 427 girtî hatine darvekirin.
Di 2025an de Hezar û 639 kes darve kirin
Rejîma Îranê di sala 2025an de li gorî sala 2024an ji sedî 68 hejmara darvekirinê zêde kir herî kêm Hezar û 639 kes darve kir. Li gorî 2 raporên saziyên mafên mirovan, di 2025an de herî kêm hezar û 639 kes hatin darvekirin. Bi taybetî piştî şerê Îran û ABDyê hejmara kesên hatin darvekirin zêdetir bû.
Li gori rapora Saziya Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ku navenda wê li Norveçê ye Yekîtiya Li Dijî Cezayê Darvekirinê ya Parisê (ECPM) ji bo 2025an rapora hevpar amade kirin û destnîşan kirin ku di sala 2024an de 975 mirov hatin darvekirin. Lê di 2025an de jî ji sedî 68 zêde bû û Hezar û 639 mirov hatin darvekirin.
Ev dane nîşanî me didin ku her roj mirov bi awayekî cuda têne kuştin û mafên mirovan nayê parastin. Piranî kesên têne kuştin ji bo mafê xwe yê aborî, siyasî, civakî û jiyanê biparêzin ji aliyê patron, mêr, dewlet û serdestan ve an têne kuştin an jî ji ber ewlehiya wan nayê girtin di cînayetên kar de jiyana xwe dest didin. Bûyerên heyî nîşanî me dide ku êdî saziyên mafên mirovan, saziyên edaletê û saziyên hiqûqê nikarin tenê bi raporan rê li pêşiya van kuştinan bigirin. Divê êdî meclis, siyaset û hemû saziyên hiquqê ku mafaên mirovan diparêzin, bi awayekî mucîd têkevin nava tevgerê û çalaktir mafan biparêzin.
Divê civak û nûnerên saziyên civakî jî êdî ne li ser medyayên dijîtal û bi daxuyaniyan, divê bi awayekî radîqal û girseyî li kolanan dengê xwe bilind bikin. Eger ku karker, çotkar, gundî, esnaf, jin, ciwan û hemû kesên mafê wan têne binpêkirin destê xwe nedin hev û bi hevre bertekê nîşanî van kuştinan nedin, dê sal bi sal kuştin zêde bibe. Ji xwe dewlet, patron û karsazên mezin jî dixwazin her tim koletî ji wan re bê kirin.


