Îyaz bîn Ganem kî ye?

Çima navê Îyaz bîn Ganem? Çima wargeheke perwerdeyê bi navê dagirker û kujerekî vê axê hatibû nimandin? Sedema lêkirina navekî jibîrçûyî yê dîroka dagirkeriyê ji rûpelên tozgirtî yên dîroka dagirkeriyê ji nû ve derxistibûn û li wargeheke perwerdeyê kiribûn?

1 deqe xwendin
 Îyaz bîn Ganem kî ye?

Gelo hûn navê Îyaz bîn Ganem dizanin an jî we ev nav bihîstiye? Ez pê bawer im ku piraniya we nebihîstiye û nizane kî ye. Heta îro min jî nizanibû û nebihîstibû. 

Çend roj beriya ku ez vê gotarê binivîsim, ez bi otobêsa şaredariyê çûm Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê, heta nêzî dawiya fakulteyan çûm. Rawestgeha ez lê peya bûm, bi qasî du sed metreyan bi peyatî  ber bi jor ve meşiyam. Li wê derê rastî wargeheke zanîngehê hatim. Beriya ketina hundir, li eniya wargehê bi tirkî nivîsîbû, ‘Wargeha Xwendekaran a Îyaz Bîn Ganem’. Min cara pêşîn bû ku ev nav didît. Ji bo min pir ecêb bû, navekî erebî li eniya wargeha xwendekaran bû. Ji ber ku ez peya nehatibûm, min ev nav nedîtibû, qet bala min jî nekişandibû. Belkî jî ev nû hatibû lêkirin, nizanim. 

Bi rastî ji bo min gelek xerîb bû; hem nav hem jî bûna li ser eniya wargehê. Dibe ku her kes vî navî baş nas bike lê min nedîtibû, ne jî bihîstibû. Dibe ku ez di pirtûkên dîrokî de rast hatibim lê mixabin ji bîra min çûbe. Hûn bidine nezaniya min. 

Keçikeke porê wê girtî ji pêş ve hat. Min jê pirsî, tu xwendekara vê wargehê yî? Got erê. Min dîsa jê pirsî, ev navê li vê eniyê nivîsî kî ye, çima lê kirine? Got, ez baş nas nakim lê dibêjin ji vî bajarî ye, kesekî dîrokî ye. Min got, eger ji vî bajarî be çima navê wî erebî ye? Tiştek got, navmila xwe hilda û danî, bişirî, erebeyek hat, min ji ber dengê wê bersiva xwendekarê tam fêm nekir. 

Ji bo min bû kul, serê min bi pirsa bêbersiv dagirtîbû. Ez careke din li otobêsa şaredariyê siwar bûm. Du rawestgeh şûnde gelek xwendekar li otobêsê siwar bûn, keçikek û xortek hatin li pêş min rûniştin. Ji bo min bû mecala pirsê.  Min got, navê wê wargehê çima danîne Wargeha Îyaz bîn Ganem? Ê xort got, wî Amed feth kiriye, fermandarekî ereb e, weke Selahaddînê Eyûbî, Xalid Bîn Welîd. 

Carekê ji bo min bûbû meraq, înternet hat bîra min, min telefon derxist û navê wî nivîsî. Di serdema xelîfa Ebûbekir de, Îyaz bîn Ganem bi navê artêşa xelîfe şûrê xwe kişandiye, ajotiye ser Kurdistanê, Cizîr yanî Botan, Riha, Amed, Meletî dagir kirine. Kesên ku îslamiyet qebûl nekirine bûne armanca şûrên artêşa wî ango artêşa ereban. 

Êdî ji bo min misoger bû ku ev kes ne kurd e. Jixwe navê kurdekî lê nedikirin lê min meraqa xwe bi vî awayî biribû serî.

Çima navê Îyaz bîn Ganem? Çima wargeheke perwerdeyê bi navê dagirker û kujerekî vê axê hatibû nimandin? Sedema lêkirina navekî jibîrçûyî yê dîroka dagirkeriyê ji rûpelên tozgirtî yên dîroka dagirkeriyê ji nû ve derxistibûn û li wargeheke perwerdeyê kiribûn?

Bersiva van pirsan di feraset û zîhniyeta komarê de veşartiye, heta ne veşartî rasterast aşkere ye. Navên dagirker û kujerên kurdan li her sûk, kolan, qad, mizgeft, qesr, keleh û hwd. ên Kurdistanê weke nîşane û mohra dagirkeriyê lê kirine. Ji avakirina komarê vir ve bîra kurdan bi sembolên tirkî dagirtine. Bi van sembolan hem dagirkeriya xwe dispêrin bîra me kurdan hem jî xwe weke hêzeke niştecihê vê axê normalîze dikin, kurdan hînê çanda xwe dikin û pê re biyanîbûna xwe vedişêrin.

Berevajî vê yekê jî navên çiya, çem, gund, tax, sûk, war, wargeh, mirov û hwd. ên kurd û kurdî jê dişon, navên tirkan û tirkî lê dikin. Kurd li ser ax û welatê xwe dibin biyanî. Bi qedexeya çand û zimanê kurdan re meydan ji serweriya çand, ziman, hiş û mêjiyê dagirkeriyê re dimîne. Li ser axa me, welatê me, taxên me, deşt û zozanên me, çand, ziman, çapemenî, dibistan, ragihandin, siyaset û hwd. a tirkan dide lotikan!

Di van 25 salên dawiyê de ev spartina li kurdan îktidara AKPê dewr girtiye. Ew jî şûştina bîra kurdan bi remz û nîşanên îslamî û tirkî pêk tînin. Navê Îyaz bîn Ganem û gelek navên tirk û îslamî yên heta niha rojnedîtî li ser war, wargeh, sûk, kolan, dibistan, mizgeft û yên din didin xemilandin. Piştî remz û nîşanên kemalîst qadên kurdan ji bîr û zîhniyeta tirk-îslam re heta dawiyê hatiye vekirin.

Ji ber vê polîtîkayê ku kesên ji rastiya civaka xwe dûr, bêhêvî, bi zikirjimarên piçûk ên dîjîtal, lêvên bênavber bi tiştinan dibêjin arasteyî zikirê dibin. Ciwanên bi çandeke lumpen, dûrî civakê, hiş û mêjiyê eleqe ser hêmanên pûç, tiryakê, beredayî, bê dînamîzm û her cure nesaxî pê re, di nav civakê de bê nasname, bê ronî digerin. Ev civak ji vê çandê, ev ciwan ji wê perwerdeya bi navên biyanî yên weke  Îyaz bîn Ganem xemilandî bi bandor dibin.

Duh di serdema kemalîstan de navên cihan Kazim Karabekir, Fevzî Çakmak û hwd. bûn, bi serweriyê di mêjiyê kurdan de bi zorê qereqol ava dikirin. Îro di serdema tirk-îslamê de navên cihan Îyaz bîn Ganem, Şêx Edebalî û hwd. ne, bi wê serweriyê kurd bekçitiyê ji qerqolên di mêjiyên xwe de ava bûne ne re bekçîtiyê dikin.

Çi bi navê Kazim Karabekir, Fevzî Çakmak, çi bi navê  Îyaz bîn Ganem, Şêx Edebalî dagirkerî dijminê gelan e, dijminê çand, ziman û hemû hebûna wan e. Diyar e ku bi navên xwe, bi amûrên xwe yên zor û bi her awayan axtapotê asîmîlasyonê em pêçane. Bi çi amûrê dibe bila, bi çi navî dibe bila bibe asîmîlasyon nexweşiya pençeşêrê ye, ziman, çand û hebûna me pûç dike. Divê li her derê kurd li hember asîmîlasyonê têbikoşin, ziman, çand û hebûna xwe biparêzin.