Ji Mazlûm Ebdî peyam: Em ê deskeftiyên gelê xwe biparêzin

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî der barê rewşa dawî de axivî û got: “Em ê destkeftiyên gelê xwe biparêzin.”

1 deqe xwendin
Ji Mazlûm Ebdî peyam: Em ê deskeftiyên gelê xwe biparêzin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî peyamek da.

Mazlûm Ebdî di peyama xwe de got: “Ji 6ê çileyê ve li ser me şerek hat ferzkirin, gelek şehîd û birîndarên me çêbûn. Em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê û ji birîndaran re şifayê dixwazin.”

Mazlûm Ebdî anî ziman ku “Ji bo gel were parastin û şerekî navxweyî çênebe me qebûl kir ji Dêrazorê û Reqayê ber bi Hesekê ve vekişin. Ji bo wê û ji rawestandina şer me peymanek qebûl kir. Piştî em ji Şamê vegerin em ê naveroka peymanê ji gelê xwe re şîrove bikin.”

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di dawiyê de got: “Em ê destkeftiyên gelê xwe û taybetmendiya herêma xwe biparêzin. Hêza me heye. Hewldanên me dewam bikin. Em ê têkoşîna xwe didomînin. Em bawer in em ê bi ser bikevin.”