Jin û çand: Dengê wendanebûyî

Rola jinan a çand û hunera kurdî pir berfireh û kûr e; jin hem di afirandina çand û hunerê de hem jî di parastin û veguhastina vê çand û hunerê de xwedî roleke girîng in.

1 deqe xwendin
Jin û çand: Dengê wendanebûyî

Di dîroka kurdan de, jin bi taybetî di hêla çand û hunerê de rolek girîng lîstin. Ew ne tenê di mal û civakê de, di warê dengbêjî, govend, stran, çîrokbêjî û hunerên destan de jî xwedî bandor bûn. Ew di jiyanê de pêşengên girîng bûn; wan bingeha nasnameya neteweyî, çandî û civakî daniye û ji bo bîra neteweyî roleke civakî hilgirtiye.

Rola jinan a çand û hunera kurdî pir berfireh û kûr e; jin hem di afirandina çand û hunerê de hem jî di parastin û veguhastina vê çand û hunerê de xwedî roleke girîng in. Di çanda kevneşop de jinan bi stran, dengbêjî û çîrokbêjiyê çand veguhastiye ji nifşekê bo nifşeke din. Jinên kurd hem stûna parastina kevneşopiyê ne hem jî hêza guherînê. Bê jin, em nikarin behsa avakirina civakekê yan afrîneriyê bikin. Wekî her neteweyê kurd jî nikarin bêyî jinan xwe bi têrî pênase bikin. Bandora jinan her hebû, heye û wê hebe.

Jinan tovê bingeha bihevrejiyînê jî avêtiye. Ger em li dîrok û çanda kurdan binihêrîn, em dibînin ku hem ji aliyê mîstîk, şifayî ve hem ji aliyê afirîneriya edebiyat, muzîk, dengbêjî, çîrokbêjî, siyaset û têkoşîna civakî ve bandora jinan gelek e.

Her çi qas jin roleke girîng bilîzin jî bi giştî, rewşa jinên kurd wekî jinên neteweyên din jiyane di çand û hunerê de li gorî serdeman di navbera astengî û serkeftinan de mane. Ji aliyekî ve, kevneşopî, feodalîte û zext, ji aliyekî din ve jî, jinan bi huner û zanînê rola xwe berfireh kiriye. Afrînerî, avakarî  û huner bûne amûr ku jinên kurd bi wan re dengê xwe gihandine civaka xwe û cîhanê.

Di çîrokên kevnar û stranên dengbêjan de, jin hem wek sembola evînê hem jî wek sembola berxwedanê xuya dibin. Dema mirova bala xwe dide rewşa jinên kurd ên yarsan vê aşkere dibîne.

Jinên yarsan û avakirina felsefeya wan a çandî

Li gorî agahiyên heyî (hê jî lêkolîn li ser van nîqaşan heye) di nav civaka yarsan (ku bi navê Ehlî Heq jî tê zanîn) de, jin ne tenê beşdarên jiyana civakî ne, lê her wiha di çêkirin û parastina çand û baweriyê de rola wan girîng bûye. Her çend di dîrokê de nav û çalakiyên wan pir caran nehatine nivîsandin, lê di şexsiyet û rîtuelan de felsefeyeke jinan a taybet hatiye avakirin - felsefeyek ku li ser bingehên wijdan, wekhevî û pîrozahiya ruhî radiweste.

Di baweriya yarsanan de, ruh wekî çavkaniya bingehîn a hebûnê tê dîtin. Ruh ne bi zayendê ve girêdayî ye; wisa jî jin û mêr di asta ruhî de wekhev têne hesibandin. Ev têgihiştin bingeha felsefeya jinan e. Jin ne tenê di nav malbatê de, lê di rêxistina cem û ayînên rûhanî de jî cih digirin. Wekhevî ne tenê daxwazek civakî ye, di bingehê de rastiyek ontolojîk e (rastiya hebûnê). Ev têgihiştin bi xwe re wekheviya jin û mêran ên ruhî tîne û jin xwe wekî rêberên cemê dibînin. Bi vî awayî, felsefeya jinan ne tenê teorîk bû, di jiyana rojane de dihate jiyîn. Di tradîsyona yarsanan de, hin şexsiyetên jin wekî nîşana pakî û pîrozahiyê tên şîrovekirin. Ev nîşan dide ku jin di felsefeya yarsanan de temsîla hêza ruhî ne.

Felsefeya jinên yarsan li ser sê bingehan radiweste: Wekheviya ruhî, parastina çand û ziman, pîrozahiya jinan wekî temsîla hêza xwedayî.

Ev felsefe ne bi şêwazek nivîskî ya akademîk, lê bi şêwazek jiyandî û kolektîf  hatiye avakirin. Ji ber vê yekê, em dikarin bêjin ku jinên yarsan felsefeya xwe ne tenê nivîsand, di heman demê de wan jiyan û bo nifşên din hişt. 

Di nav çarçoveya yarsanan de, jinan bi şêwazek nedîtbar, lê girîng, felsefeyek li ser bingeha ruh, wekhevî û parastina nasnameyê ava kir. Ev felsefe heta niha jî di nav civaka yarsan de bi jiyana rojane re tê domandin, wekî mîrateyek ku di navbera bawerî û çandê de pirek ava bike.

Di dengbêjiyê de jin

Ji hêla çandê ve, jinên kurd di dengbêjiyê de roleke girîng û taybet lîst. Dengbêjî, ku beşeke bingehîn a edebiyata devkî ya kurdî ye, di dîroka civaka kurdî de wekî rêyek ji bo parastina bîr û bawerî, çîrok, destan û hestên gelê kurd hatiye bikaranîn. Her çend ev war bi gelemperî bi navê mêran hatiye nasîn jî, bo dengbêjiyê gelek nîqaş hîn berdewam in.

Di demên berê de, şert û mercên civakî gelek caran rê li ber jinan digirt ku dengbêjiyê bikin. Lêbelê, di nav mal û civakê de, jinên dengbêj wekî parêzvanên çanda devkî rol lîst. Ew stranên lawik, kilamên şer, stranên evînê û şînê diparastin û ji nifşekê derbasî nifşeke din dikirin. Bi taybetî di warê şîn û stranan de, dengê jinan hest û êşên civakê bi awayekî kûr û bandorker dianîn zimên û vedigotin.

Li nav dengbêjên jin navên girîng hene ku di dîrokê de şopa xwe hiştine. Mînak, Eyşe Şan ne tenê wekî stranbêj, lê wekî sembola jinên kurd tê zanîn ku bi dengê xwe nasnameya neteweyî diparêze. Eyşe Şan bi wêrekiya xwe hê jî pêşiya gelek hunermendan ronî dike. Her wiha, Meryem Xan yek ji wan jinên dengbêj bû ku bi kilamên xwe li nav gel cih girt. Ew bi şertên dijwar re rûbirû man, lê bi hêza deng û bîrê xwe karîbûn bi rêya dengbêjiyê zindî bigirin.

Roleke jinan a din di dengbêjiyê de ew bû ku ew hest û serpêhatiyên jinan anîn zimên. Di civakekê de ku pir caran dengê jinan kêm dihate bihîstin, dengbêjên jin bûn dengê êş, zordarî, koçberî û evînên veşarî. Bi vî awayî, dengbêjî ne tenê huner, lê her wiha şêweyekî berxwedan û xweseriyê jî bû.

Di serdema nû de, bi pêşketina medyayê û çalakiyên çandî, rola jinên dengbêj zêdetir aşkere bûye. Xebatên çandî li herêmên Kurdistanê û derveyî welêt rê didin ku dengbêjên jin dengê xwe bigihînin gelan. Ev jî dide nîşan ku dengbêjî wekî mîrateya çandî, bi beşdariya jinan zindî dimîne û bi pêş ve diçe.

Wekî encam, jinên kurd di dengbêjiyê de ne tenê beşdar, lê her wiha avakar û parêzvanên girîng ên vê kevneşopiyê ne. Bi dengê xwe, ew dîrok, bîr, hest û nasnameya gelê kurd diparêzin û ji bo nifşên din dihêlin. Mîsyona wan di çand û hunera kurdî de gelek bi qîmet û girîng e.

Dîrok nîşanî me dide ku jin di avakirin û parastina çandê de, hem jî di afrîneriyê de xwedî roleke girîng in. Loma tim û tim  dibêjin; em hebûn, em hene, em ê her hebin…