Jiyan ji malzaroka jinan dest pê dike
Jiyan û jin…Du peyvên wateya wan di nav hev de ne. Jiyan, ji malzaroka jinan, di bedena jinan de dest pê dike yanî jin, jiyan bixwe ye.

Jiyan û jin…
Du peyvên wateya wan di nav hev de ne. Jiyan, ji malzaroka jinan, di bedena jinan de dest pê dike yanî jin, jiyan bixwe ye.
Jin zayok e; ji malzaroka jinan jiyanek, ji jiyanekê nifşek, ji nifşekê şaristaniyek dertê holê. Jin jiyanê diwelidîne. Malzaroka ku jînê dide jiyaneke pîroz e û jiyan li ser bingeha mêtiyê ango enerjiya femînen çêdibe. Çerxa jiyanê jin digerîne, civak şaristaniyan li ser bask û milên jinan ava û bilind dikin.
Tevî van jî nakokiyek heye ku sazûmana civakê ya mêran e ango maskulîn e. Jin di nav sazûmana civaka maskulîn de gelek caran tê mecbûrkirin ku dev ji mêtiya xwe berde û wek mêran tev bigere.
Li her cihî di nav civakê de, li kuçeyê, li bazarê, li kar, heta li malê jî, jin ji bo xwe bipareze mecbûr dimîne wek mêrekî tev bigere û di nav şer û pevçûnên mêrane de bibe berberek û li beramberî mêran şer bike.
Jin xwe wek mêran tev li şer û pevçûnan dike, ji ber ku bendewariya civakê ev e ku civak vê rolê layiqî jinan -bi taybetî di nav civaka kurdan de jî layiqî jinên kurd- dibînin.
Pergala civaka pederşahî û maskulîn, li ser bingeha enerjiya mêtiyê li ser pêyan disekine lê mixabin tevî ku li ser bingeha femînen şaristanî hatine avakirin, pergala jiyanê li ser hêz û qeweta mêran tê birêvebirin.
Tevî ku di hemû civakan de heman nîne jî -bo nimûne di civakên pêşketîtir de jin civakê bi rê ve dibe lewma li ser destan tê girtin lê li civakên paşdemayî bereqsê vê rewşê ye. Gelek caran jin wek takakes jî nayê pejirandin û di bin destê mêran de jiyana xwe didomîne- li civakên rojhilat û li civakên rojava profîla rewşa jinan bi giştî wek hev e. Bi giştî pergal di bin destê mêran de ye ango mêr serdest in.
Xala girîng ew e ku ev rewş tesîrek çawa li ser jinan dike. Dema ku heta enerjiya gerdûnê jî bi enerjiya femînen bê birêvebirin lê civak jinan mecbûr bike wek mêran û mêranî tev bigere bingeha civakê jî xerab dibe. Ji ber ku rola jin û mêran cuda ye û dema jinjî wek mêran tev bigerin hevsengiya civakê xerab dibe. Bo nimûne li nav civaka kurdên Bakur, rola jinan hinek bihêz û mêrxasane ye ku şervan, şoresger e. Civak û malbat keçikan wek lawikan perwerde dikin ango bi wê nêrîna mêrane dinêrin ku ev perspektîfa wan tesîrê li binhişa keçikan jî dike ku bi gelemperî keçik wek lawikan tev digerin ji mêtiya xwe şerm bikin û veşêrin ku kes li wan warneqile ew keç in û jin bi vî awayî hîn di zaroktiya xwe de mêtiya xwe diçewisînin.
Dibe ku di binhişa wan de peyama "wek mêran" heye ku dema dê û bav dixwazin pesnê keçika xwe bidin dibêjin wek mêran e, “Keça min wek mêran e!”
Heta dema bav bi keçika xwe şa dibe nabêje "keça min" lê dibêje "kurê min!"
Ev jî xaleke ku di binhişa keçikan de vê peyama sereke çêdike ku mêtî ango femînenî zeîfî ye. Ji bo hêz û qewetê ji bo mêrxasiyê ji bo takekesbûn û şexsiyetek serbixwe divê bibî wek mêran!
Wek mêran (mêrxas)! Gelo ji bo mêrxasiyê divê wek mêran bî? Jin wek xwe ku jin e û bi he


