Komîteya Navendî: Xwe ji pêvajoya nû re amade bikin
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) nivîsa Komîteya Navendî ya PKKê ku pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kiribû parve kir. Komîteya Navendî ya PKKê nivîsek pêşkêşî Kongreya 12emîn a PKKê kiribû.

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) nivîsa Komîteya Navendî ya PKKê ku pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kiribû parve kir. Komîteya Navendî ya PKKê nivîsek pêşkêşî Kongreya 12emîn a PKKê kiribû. Komîteya Navendî di nivîsa xwe de wiha dibêje: “Em bang dikin ku biryarên Kongreya 12emîn rast bêne fêhmkirin û bi serketî bêne bicihanîn, li ser xeta Apoyî xwe nû bikin, ji pêvajoya nû re amade bikin, bikin milîtanên bi biryar û li dora Rêber Apo hîn bi xurtî bicivin.” Nivîsa PKKê ya pêşkêşî kongreyê kir wiha ye:
“Ji bo kongreya 12emîn a PKKê!
Hevrêyên hêja!
Em di serî de bi navê kongreya xwe, pêşengê azadiyê ya gelê me, damezrînerê PKKê, Rêberê gelê Kurd û gelan, hevrêyê heqîqî yê jinan, şoreşger û zanyarê civakî yê mezin, afrînerê Teoriya Şaristaniya Demokratîk Rêber Apo bi hezkirin û hesret slav dikin ku 27 sal li Îmraliyê berxwedaneke dîrokî pêşxist, em gihand vê kongreyê, ji Kongreya me ya 12emîn re bû bingeh, amade kir. Em ji herkesên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin re serketinê dixwazin.
Em Kongreya xwe ya Partiyê di Meha Gulanê, Meha Şehîdan de dikin. Niha raya giştî, hem hundir hem jî derve bi meraqeke mezin li benda vê kongeyê ye. Her wiha em di salvegera 48’emîn a şehadeta Hakî Karer de ne. Rêber Apo vî şehîd û şoreşgerê mezin wekî ‘Ruhê xwe yê veşartî’ pênase kiriye. Tê zanîn, Tevgera me, li ser hîmê Rêbertiyê saz bûye û partiya me jî partiya şehîdan e. ji ber vê jî Rastiya Rêbertî û Şehîdan ji Kongerya me ya 12’emîn re dibe pêşeng, rê nîşan dide. Li ser vê bingehê em şehîdên xwe yên qehreman hemûyan bi rêz, hezkirin û mînetdarî bi bîr tînin ku bi hevrê Hakî Karer destpê dike, heya damezrînerê partiya me Alî Haydar Kaytan (Fuat) û Alî Riza Altun diçe, dîsa ji Sakîne Cansiz (Sara) bigire heya şehîdên dawî yên berxwedêrên Zapê Besê Têkoşîn, Mîtra Kato û Gabar Botan diçe ku hejmara wan digihije 45 hezaran. Dubare soz didin ku em ê bi awayekî rast xwedî li bîranên wan derkevin, bibin şopdarê jiyana wan û armanca wanbi serketinê tacîdar bikin. Ji aliyê din ve dost û hevalê me yê hêja Sirri Surreya Onder jî ji bo Kongreya me ya 12emîn kedeke mezin da. Tam 12 sal tevlî xebatên Rêber Apo bû û tevkariyeke mezin kir. Dema ji bo ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kar dikir 3’yê Gulanê jiyana xwe ji dest da. Bi vê wesîleyê em şehîdê aştî û demokrasiyê Sirri Surreya Onder bi rêz û mînetdarî bi bîr tînin.
Hevrêyên hêja!
Tê zanîn, 23yê Cotmeha 2024an de dema Omer Ocalan çû bi Rêber Apo re hevdîtin kir ev pêvajoya ku niha me gihandiye Kongreya 12emîn a PKKê, destpê kir. Zemîna vê hevdîtinê jî girêdayê axaftina Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî hatibû danîn. Di vê hevdîtinê de Rêber Apo ji raya giştî re wiha got ‘Eger derfet çêbe ez dikarim pirsgirêka Kurd ji zemîna şîdet û pevçûnê derxînim, bikişînim ser zemîna hiquq û siyaseta demokratîk. Ez xwediyê vê hêza teorîk û pratîk im’. Piştre Sirri Surreya Onder jî di navê de Şandeya Dem Partiyê çû Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtinan kir. Bivî awayî pêvajoya heyî destpê kir. Rêber Apo, destpêkê ji partiyên siyasî yên Tirkiyeyê re, piştre jî ji me re name şand. Di van nameyan de Rêber Apo wiha got: Ji ber ku PKK erk rola xwe ya dîrokî temam kiriye divê xwe fesix bike û dawî li têkoşîna çekdarî bîne. Me jî dema bersiva nameya Rêber Apo da wiha got: Em dikarin Kongreyê kom bikin, ancax ji bo biryara fesixkirinê û danîna çekan divê Rêber Apo bi şeklekî tevlî Kongreyê bibe.
Piştre 27ê Sibatê Rêber Apo bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ji me xwest ku em kongreya xwe kom bikin, di vê kongreyê de PKKê fesix bikin û dawî li têkoşîna çekdarî bînin. Di vê banga dîrokî de diyar dikir ku hemû berpirsyartiyê radike ser xwe. Ji ber vê me jî 1ê Adarê daxuyanî da; ji bo bikarin ji pêvajoya heyî re tevkariyê bikin, pêşiya pêvajoyê vekin me jî agirbesteke yek alî îlan kir û vê bi raya giştî re parve kir. Piştî vê agirbestê hem li hundir hem jî li derve nîqaşên pir berfireh çêbûn. Ji bo bikarin pêvajoyê bi gel û dostên xwe rast û baş bidin fêmkirin em jî bi fikirên xwe tevlî van nîqaşan bûn. Dîsa me notên hevdîtinê û Talîmatên rêveberiya PKK û PAJKê gihand destê pêkhateya partiyê. Jixwe hemû delegeyên Kongreyê vê dizanin.
Mirov dikare bêje ku ji 27ê Sibatê heya niha tam du meh û yek hefte ye şerekî mezin a siyasî û psîkolojîk hate meşandin. Rexmê hemû zextên Dewleta TC û desthilata AKPê jî, me ji sekna xwe tawîz neda, me xwest Rêber Apo bi şeklekî tevlî kongreyê bibe. Ji xwe tiştên ku dihatin xwestin ancax bi tevlîbûna Rêber Apo çêdibû, derveyî vê rêyeke din jî nebû. Ji ber vê li ser rêbazê gelek nîqaş hatin kirin. Herî dawî Rêber Apo hişyar kir, got wisa zêde bi rêbaz ve xwe mijûl nekin. Di vê çarçoveyê de me jî rewşa heyî qebûl kir. Ji bo kongre nêrîn û materyalên pêwîst ên Rêber Apo gihiştin destê me. Pêkhateya Kongreyê van hemûyan dizane. Komîteya Amadekar jî ku ji hêla rêveberiya me ve hatiye erkdarkirin, ev rêbaz guncav dît. Di encamê de biryar hat girtin ku Kongreya 12’emîn a PKKê li ser esasê xwestekên Rêbertî kom bibe û biryaran werbigire.
Li ser vê bingehê xuya dike ku di esas de kongre, ji hêla Rêber Apo ve hatiye amadekirin. Rapora esasî ya Kongreyê, dîsa pêşnûme-biryara kongreyê ‘Perspektîfa Rêber Apo û nameya wî ye’. Bi kurtasî biryarên ku em ê bigirin, sedem û encamên wan biryaran di van materyalan de heye. Materyalên heyî ji bo fêmkirinê têrker û bes in. Ji ber vê jî pêwîstiyeke wisa namîne ku em jî nêrîn bidin. Dîsa pêwîstî bi dubarekirinê nîne ku tiştên ji hêla Rêber Apo ve hatine ziman dîsa bêne dubarekirin. Piştî ku ev materyal gihiştin çiya, me xwest derbarê pêvajoya heya roja me ya îro de agahî bidin ka di vê pêvajoyê de ji hêla me ve çi hatiye kirin û nêzîkatiyeke çawa hatiye raberkirin. Ji ber vê me bi kurtasî van tiştan anî ziman.
Hevrêyên hêja!
Eşkere tê dîtin ku, Kongreya me ya 12emîn wisa kongreyeke ji rêzê nîn e ku em bikarin qala xebatên xwe yên pratîkî bikin, pirsgrêkên xwe yên têkoşînê nîqaş bikin û çareseriyê deynin holê, biryaran werbigirin. Berevajî di vê kongreyê de armanc, rêxistinbûna PKKê ji holê rakirine. Yanî ev kongre wê pêşiya serdemeke nû veke. Tê zanîn navê PKKê, 26-27ê Mijdara 1978an de di Kongreya yekemîn de hatibû diyarkirin. Niha Kongreya 12emîn tenê vê navê naguherîne, yanî tenê navê PKKê naguherîne, ji hêla feraset ve di Tevgera Apoyî de guhertinên girîng dike ku bingeha wê feraset û nêzîkatiyê di Newroza 1973yan de hatibû avêtin. Niha bi vê kongreyê serdemek tê bidawîkirin, serdemek nû tê destpêkirin. Ev kongre di têkoşîna azadî û civaka demokratîk de wê pêşiya serdemeke nû ya dîrokî veke. Ji ber vê pêwîstî pê heye ku mirov 52 salan ji her alî ve binirxîne, ji dersên wê yên dewlemend encamên pêwîst derxîne.
Rêber Apo van 52 salan, qonaxên wê, taybetmendî û dersên wê yên pratîkî di Dahûrandin û Parêznameyên xwe de bi aweyekî yekpare û berfireh daniye holê. Divê em van materyalan her tim, dubare dubare bixwînin ku bibin xwediyê vê zanebûna giranbûha. Bi taybetî PKK di kîjan şert û mercan de derket, dîsa pêşiya derketina PKKê, li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê rewş çawa bû, di nava têkoşîna 52 salan de li Kurdistan û li derdora Kurdistanê pêşketin û guhertinên çawa hebûn divê mirov rast û baş fêm bike. Wekî encam îro, PKK di kongreya xwe de rêxistinbûna xwe fesix dike; yanî ji ber êrîş û xwestekên hin hêzên din vê nake. Divê beriya her tiştî em vê rastiyê baş bibînin, rast fêm bikin û ti car ji bîr nekin. Baş binêrin, PKK, ji roja ku derketiye heya niha rexmê ku dijberên wê ji bo îmha tasfiyeya wê her tim kar kirine jî ne îmha bûye, ne jî têk çûye. PKK, li dijî hemû êrîşên hiquqî û der exlaqî, bi berxwedanê xwe li ser piyan girtiye û xwe gihandiye serketinên mezin ên dîrokî.
Ji aliyê din ve, ji ber ku îro PKK, ji hêla hin feraset û rêbazên bingehîn ve diçe guhertinan, ti kes nikare ji ber feraset û rêbazên 52 sal beriya niha ku hatiye tatbîqkirin PKKê tawanbar bike. Şertên wê demê wisa bûn û ew şert ji hêla PKK’ê ve nehatibûn çêkirin, berevajî PKK di nava wan şert û mercan de ava bibû. Dîsa wê demê feraset û rêbazên hakim wisa bû. Ji ber vê PKK jî li ser vê rêyê meşiya. Lê PKK îro hin tiştan şaş dibîne. Ji ber vê dixwaze guhertinê bike. Bêguman ev nayê wê wateyê ku hê di destpêkê de şaşitî hebûye, PKK li ser bingeheke şaş bi pêş ketiye û feraseta wê xelet bûye.
Berevajî 52 sal beriya niha PKK, li Kurdistanê wekî tevger û bizava herî azadîxwaz, welatparêz û şoreşger derketiye holê û bi pêş ketiye. Rêber Apo, li Kurdistanê weke rojekê hilhatiye û welatê me ronî kiriye. Li ser vê bingehê li Kurdistanê pêşketineke mezin û watedar pêk hatiye. Bi vê têkoşînê dîrok jinûve hatiye sererastkirin, dawî li dîroka tinebûnê hatiye anîn û pêşiya dîroka azad a hebûnê hatiye vekirin. Ger îro PKK di vê astê de li pey guhertineke radîkal ketibe, ev afirînerî, wêrekiya PKKê nîşan dide, dîsa nîşan dide ku çiqas ji guhertin û veguhertinê re vekiriye. Îro ew şêwazên ku PKK dixwaze derbas bike êdî rola xwe ya dîrokî temam kirine. Ji ber vê ev rêbaz, êdî ji pêşketin û rewşa nû re xizmetê nakin. Yên nekarin rêbazên wiha yên têkoşîn û rêxistinbûnê derbas bikin, biçin guhertinê, nikarin derketinên nû bikin, xwe nû bikin û ji dogmatîzm û xitimandinê xwe xwe rizgar bikin.
Di van 52 salan de tiştên ku Rêber Apo û PKK li Kurdistanê ji bo gelê Kurd, jin û hemû bindestan kiriye nayê înkarê, bi gotina Rêber Apo ancax xwedayên zalim dikarin vê rastiyê înkar bikin. Rêber Apo û PKK, rastiya Kurd û Kurdistanê derxistiye holê ku di bin êrîşên mêtînger-qirker de têkçû bû, hatibû perçiqandin û binaxkirin. Rêber Apo û PKK li derdorê rastî û pirsgirêka Kurd bû ronahiyeke mezin, vê pirsgirêkê bi her kesî dane nasîn û fêmkirin. Li ser vê bingehê Rêber Apo ji Kurdistanê re bûye roj, PKK jî jê re bûye tevgera bîr û zanebûn.
PKK, 18ê Gulana 1977an de dema Hakî Karer hate qetilkirin, li dijî vê êrîşê wekî tolhildana şoreşgerî bi pêş ket, bi berxwedanên Hîlvan û Siwerekê li Kurdistanê di nava gel de serhildaneke nû ya azadixwaz da destpêkirin. Dîsa PKK, li dijî derbeya faşîst-leşkerî ya 12ê Îlonê di zindanan de û li derve berxwedan bi rêxistin kir û da meşandin. Berxwedana Mezin a Zindanê, bi taybetî 1982yan de Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin, Berxwedana 14ê Tîrmehê hê jî wek destaneke di nava gel de ye. Bandora vê berxwedanê sînorên Kurdistanê derbas kiriye, li herêm û cîhanê belav bûye. Ger yek aqlê xwe nexaribe û xwedan namûs be, nikare derbarê vê berxwedana fedaî ya mezin de tiştekî neyînî bêje.
Ji aliyê din ve ev berxwedan, bi Pêngava 15ê Tebaxê li çiya hatiye pêşxistin û domandin. Rexmê hemû kêmasî û şaşitiyan jî, dîsa rexmê pratîkên derveyî xetê jî li dinyayê hêzeke din nîne ku bikare wekî Gerîlayê Azadiya Kurdistanê li ser xeta fedaîtiyê têkoşîn bike. Di vî şerî de mirov, tenê bi bîr û bawerî, bi zanebûnên xwe yên welatparêziyê, li dijî vê qirkeriya hov li ser xeta fedaîtiyê têkoşîn didin meşandin. Divê ji bîr nekin ku ev qirkerî di heman demê de xwe dispêre pergala modernîteya kapîtalîst. Dîsa qirkeriya heyî bi ti awayî qural-qaîdeyên hiquqî û exlaqî nas nake, bi rêbaz û amûrên der hiquqî û exlaqî şer dide meşandin. Baş e, derbarê gerîlayekî wiha de kî dikare tiştekî neyînî bêje? Ger mirovek aqlê xwe nexaribe û xwedan namûs be derbarê vê gerilayê de nikare tiştekî neyînî bêje.
Eşkere ye ku ev hemû ji hêla Rêber Apo ve hatine afirandin. Ji ber vê Rêber Apo, di pêşxistina berxwedan û gerîlatiyê de dehayeke mezin e. Ti kesê bawer nedikir, digotin ‘tiştên ku hûn dibêjin ne gengaz e li Kurdistanê çêbin’. Lê rexmê vê jî Rêber Apo bidestxistina serketinên mezin pêşbîniya xwe ya bi hêz nîşanî herkesî da. Li ser vê bingehê Berxwedanên Hîlvan û Sîwerekê, dîsa Berxwedana Mezin a Zindanê û 15ê Tebaxê, Pêngava Gerîla, bû serdema qehremantiya gelê Kurd û Kurdistanê. Wê demê PKK hem tevgera bîr û zanebûnê, ronîbûnê ye hem jî li Kurdistanê tevgera qehremantiyê ye. Bi vê têkoşîna lehengane Şoreşa Vejîna Neteweyî hatiye pêşxistin û Şoreşa Azadiya Jinê bi pêş ketiye. Bi şikandina înkarê hebûna gelê Kurd hatiye îspatkirin, di Kurdan depêvajoya hebûnê, xwe fêmkirin û xwe nasînê destpê kiriye, dîsa ji bo azadiyê di Kurdan de pêvajoya rêxistinbûn û têkoşînê bi pêş ketiye.
Her çiqas di navbera 1993-1998an de hin tişt dubare bû be jî, gerîla li dijî êrîşa îmha û tasfiyeya topyekûn a Dewleta TC, berxwedaneke pir girîng bi pêş xist. Di vê serdemê de destketî ancax bi berxwedaneke wiha hatine parastin. Rêber Apo 2003yan de paradîgmayê guhert. Ji ber vê hemleya 2003yan hem di dîroka PKKê de hem ji bo mirovahiyê xwediyê girîngiyeke mezin e. PKK, bi guhertineke wiha ji paradîgmaya desthilat û dewletê qut bû, bi vî awayî xwe gihand paradîgmaya ekolojîk, azadixwaziya jin û civaka demokratîk. Esas, tişta ku em dixwazin îro di pratîkê de bikin jî ev e. Piştî ku paradîgma guherî Rêber Apo bû rêberekî kûrevî, di têkoşîna mirovahiyê de gelê Kurd, jin û ciwanên Kurdan bûn hêzeke pêşeng. Di van 20 salan de PKK di asta tê xwestin de guhertinê bi awayekî baş pêk neaniye. Jixwe yek jî kêmasiya esasî ya PKKê ev e. Bêguman ji bo astengkirina guhertineke wiha dewleta TC û desthilata AKP jî êrîş kirin. Beramberê van êrîşan ancax bi berxwedaneke mezin a gel û gerîla destketî hatin parastin.
Niha em çima wisa bi kurtî qala raboriyê dikin? Ji ber ku dema qala kêmasî û şaşitiyên wê serdemê tê kirin divê ji ber kêmasî û şaşitiyên wê demê şaş nêzîkê raboriyê nebin, rastiyan înkar nekin. Niha em dizanin girêdayî rojeva fesixkirina PKKê, wê hin kes bixwazin rastiya heyî berevajî bikin. Yên ku hê ji destpêkê ve dijîtiya PKKê dikirin wê bi vê wesîleyê bixwazin rastiya PKKê înkar bikin. Divê bizanin ku dijminên sondxwarî yên Rêbertî û PKKê di kemînê de ne, kêngî derfet bibînin wê êrîş bikin. Divê ev rastî baş bê zanîn ku bikarin li dijî êrîşên wiha hişyar tevbigerin û têkoşîneke bi bandor bidin meşandin. Ji ber vê, divê ji nêzîkatiyên wiha bandor nebin. Dîsa wê rexne-rexnedayîn bi pêş bikeve, divê vê bi êrîşan re tevlihev nekin, van ji hev cuda bikin ku bikarin li dijî êrîşên bi vî rengî têkoşîn bikin. Ji aliyê din ve pêwîste li dijî netewperestiya Kurd û êrîşên pergala şerê taybet ê Tirk hişyar û bi tedbîr bibin.
Hevrêyên hêja!
Dema em PKK’ê bipîvin em ê bibînin ku milê wê yên erênî-pozîtîf pir zêdetir in. Ev ti car, bi ti awayî nayê înkarê. Esas, gelê Kurd û dostên wê, bi taybetî jin û ciwanên Kurdan vê rastiyê pir baş dizanin. Ji ber vê yekê wisa zêde pêwîst jî nake li vir bînin ziman jî. Rêbertiya Apoyî û PKK, di dîroka Kurdistanê de mohra xwe li van 50 salên dawiyê xistiye. Esas Kurdayetiya ku xilas bibû li ser hîmê azadiyê jinûve zindî kiriye. Kurd, di vê serdemê de xwe gihandine zanebûn, rêxistin û çalakiyê. Bi kurtî PKK, ji hêla dîroka Kurd ve mîladeke nû ye û li Kurdistanê bûye zayîna Kurdbûna azad a nû. Li Kurdistanê li ser vê bingehê jiyana azad û civaka neteweya demokratîk hatiye bidestxistin.
Rastî û taybetmendiya esasî ya PKKê ev e. Lê ev nayê wê wateyê ku PKK her tişt bê kêmasî kiriye, bê qisûr e. Bêguman gelek tiştên ku nekiriye, şaş û kêm kiriye jî hene. Bêguman evhemû jî ji bo me mijara rexne û rexnedayînê ye. Eger destpêkê vê tehlîlê bikin wê şaş nebe: Pratîkên bi navê PKKê hatine kirin piranî li gorî xeta Apoyî kêm û lawaz maye. Yanî pratîk li gorî xetê kêm maye. Dîsa dem bi dem pratîkên derveyî xetê jî çêbûne. Vê rewşê Rêber Apo wiha aniye ziman: ‘Ez ancax dikarim ji sedî pêncê fikrên xwe têxim pratîkê’.
Dema em li ser pratîka berî disekinin, dibînin ku berxwedana Sîwerekê beramberê xeta şaş e, dîsa dema me berê xwe da çiyayan, xwest ji çalakiyên şexsî derbasî gerîlatiyê bibin şaşitî û zehmetiyên cidî çêbûn. Tê zanîn li ser bingeha Pêngava 15 Tebaxê li dijî gerîlatiya ku bi pêş ket nêzîkatiyên teng, girtî, çetewarî hatin ferzkirin. Dîsa di destpêka 1990an de diviyabû gerîla bi êrîşeke stratejîk xwe gihandiba zafereke leşkerî. Ev mijar jî, mijareke girîng a nirxandinê ye. Bêguman sekna tevgera şoreşger a Tirkiyeyê û hêzên sosyalîst ên cîhanê jî li ser encama heyî roleke diyarker lîstin. Lê li vir kêmasiyên gerîla jî li ser encamê bandorekemezin çêkiriye. Ji ber şaşitî û kêmasiyan, gerîla nekarî xwe bike hêza çareseriyê. Di 1990an de gerîla hem nekarî xwe bigihîne zafera leşkerî, hem jî pêşiya çareseriya siyasî venebû. Derkete holê ku PKK bi paradîgmaya netewe-dewletê nikare xwe bigihîne encamê. Ji ber vê guhertineke teorîk-îdeolojîk dikeve rojevê. Bêguman girêdayî vê rojevê guhertina stratejîk jî xwe dide ferzkirin. Lê ji ber ku guhertineke wiha çênabe Rêber Apo vê rewşê wekî sedema xitimandina heyî bi nav dike. Ji ber vê pratîka bi pêş dikeve jî rewşê wekî ‘Dubareya zêde’ pênase dike û wiha dibêje ‘diviyabû PKK guhertina xwe ya rêxistinî û stratejîk di wê serdemê de bikira’.
Ji ber vê, PKKê nekarî pêşiya komploya navneteweyî û komploya 15ê Sibatê bigire. PKKê, di dîtin, fêmkirin û têkoşîna li dijî komployê de kêmasî û şaşitiyên pir cidî kirin. Ji ber vê komploya 15ê Sibatê kete pratîkê û pergala êşkence, tecrît û qirkeriya Îmraliyê bi pêş ket. Dîsa di têkoşîna pêvajoya piştî komployê de jî şaşitî û kêmasiyên cidî rû dan. Ji ber vê rewşê tasfiyegeriya 2002-2004an di wextê wê de nehate dîtin an jî pêşiya wê nehate girtin. Rêber Apo, vê rewşê ancax bi guhertina paradîgmayê û bi rojevkirina jinûve înşaya PKKê ji holê rakiriye û tasfiyegerî tasfiye kiriye.
Tam 20 sal li ser bingeha Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk pratîkek hate meşandin. Di vê pêvajoyê de hem tiştên ku nehatin kirin hene, hem jî yên şaş û kêm hatine kirin hene. Divê em van lawaziyan jî pir baş bibînin. Ji ber ku ji hêla îro û pêşerojê ve dersên vê pêvajoyê watedartir û girîngtir in. Ji bo vê, di serî de endamên rêveberiyê divê hemû kadroyên partiyê bi awayekî yekpare û kûr nêzîkê vê pêvajoyê bibin, rexne û rexnedayîneke encamgir bikin, ji pêşneketina pratîkê yan jî ji pratîka şaş dersên rast û têrker bêne derxistin ku bikare li ser van bingehan xwe perwerde û nû bike. Çima? Ji ber ku tevlîbûna pêvajoya pêşiya me û serketina pêvajoyê wê li ser vê bingehê pêk bê. Dîsa rewşa ku îro li ser bingeha paradîgmaya nû bi pêş dikeve, hemanşeklê di 1990î de li ser bingehê paradîgmaya kevin bi pêş diket. Yanî pratîka ku li ser bingeha paradîgmaya nû bi pêş dikeve wisa serketî nîn e. Ger ev pratîk xwediyê serketineke têrker bûya em ê îro bi pêvajoyên wiha re rûbirû nemabûna. Jixwe em jî pir caran vê rastiyê bi têgîna ‘Em neketin paradîgmaya nû’ tînin ziman.
Em dema temaşeyî 20 salên derbasbûyî dikin van tiştan dibînin: Diviyabû paradîgmaya nû me zêdetir nêzîkê civakê kiriba, lê di vê pêvajoyê de rexmê ku tevgera me ji hêla girseyî ve mezin bûye jî, kadro herî zêde di vê pêvajoyê de ji gel qut bûye. Dîsa herî zêde diviyabû me di vê pêvajoyê de civakbûn, jiyan û rêxistinbûna komûnal bi pêş xistiba, lê berevajî herî zêde ezezitî, madeperestî di vê serdemê de bi pêş ket. Baş binêrin, xebatên bîrdozî yên li ser bingeha modernîteya demokratîk bi pêş dikevin wisa hişmendî û jiyaneke bi bandor bi pêş naxe, ji şoreşê re wisa tevkariyeke bi hêz nake. Kesayeteke civakî dernaxîne holê. Awayekî bi hêz kesayeta lîberalîzma modernîteya kapîtalîst rû dide, têkoşîna li dijî hişmendiya zilamê serdest û jiyana azad ku li ser bingeha azadiya jinê bi pêş dikeve pir lawaz dimîne. Bi kurtî bîrdozî nabe malê civakê, girêdayî vê rewşê perwerde û rêxistinbûna civakê bi pêş nakeve, ji ber vê yekê di pêşengtiyê de jî ezezitî û lawaziyeke cidî heye.
Eşkere ye ku di meşandina xebatên girseyî de em nikarin wisa bi awayekî rast perwerde û rêxistinbûna civaka demokratîk bi pêş bixin, ji ber vê yekê nikarin xebatên înşayê bi hêz bikin. Her tişt wekî saziyeke burokratîk bi gewde bûye. Ji ber vê nava van saziyan an vala ye, an jî li ser xeta dewlet û desthilat dimeşin. Em têgînên paradîgmaya nû bi kar tînin, lê bandora taybetmendiyên paradîgmaya kevin li pêştir e. Em di siyaset û dîplomasiyê de wisa awayekî bi hêz nikarin xeta civakî pêş bixin, di vê mijarê de lawaz dimînin. An em vê xebatê nikarin bikin an jî nikarin sînorên dewlet û desthilat derbas bikin. Dîsa me nekarî di nava gel de girêdayê xebatên qada leşkerî perwerde û rêxistinbûna parastina cewherî pêş bixin, li çiya ji civakê qut bûn û bi temamî hatin dorpêçkirin; vê rewşê hem windahiyên me zêdetir kir hem ji hêla siyasî ve bandora şerê me lawaztir kir, hem jî bandora propagandaya şerê me daxist jêrê. Her çû qada şer tengtir bû. Êdî şer awayekî bi bandor ancax di vê sînorê teng de dikare bê meşandin.
Di gotin de em çi bêjin jî ev hemû nîşan didin ku me ji hêla hişmendî û şêwaz ve paradîgmaya nû ji xwe re esas negirtiye û derbasî jiyanê nekiriye. Ji ber vê çavkaniya zehmetiyên ku îro em di nav de bi vê rastiyê ve girêdayî ne. Hema bêje bi demê re ev rewş hate qebûlkirin. Hemleya Rêber Apo yek jî bi vê rewşê ve girêdayî ye û divê em jî wisa binirxînin. Li ser vê esasê divê bi rexnedayîneke rast û têrker xwe sererast û nû bikin ku bikarin ji pêvajoya nû re amade bibin. Heval hemû divê bizanin, em li ser vê bingehê di nava pêvajoya rexnedayînê de ne. Rêber Apo dema dibêje ‘Wê Kongre çend meh bidome, divê xwe nû bikin’ mebesta wî ev rastî ye. Esas divêem sekna Rêbertî ya bi pêş ket wekî destwerdaneke binirxînin, li ser bingeha perspektîfên nû xwe ji rexne û rexnedayîneke bi hêz derbas bikin. Piştî vê saetê û şûnde êdî li ser vê bingehê dikarin bi Rêbertî re bimeşin û pêwîstiyên pêvajoyê bînin cih.
Hevrêyên hêja!
Bêguman di vê pêvajoyê de ji hêla fêmkirin û pêkanîna paradîgmaya modernîteya demokratîk ve pirsgirêk çêbûn. Lê ev pirsgirêk, şaşitî û kêmasî, nayên vê wateyê ku di vê pêvajoyê de têkoşîneke şoreşgerî nehatiye meşandin. Divê wisa yek alî û bi zimanê înkarê nêzîkê pratîkê nebin. Ev ne rast e. Berevajî di van 20 salan de li ser bingeha paradîgmaya nû xebatên pir girîng hatine meşandin û têkoşînên pir mezin hatine dayîn. Di serî de girêdayî vê têkoşînê êrîşên komploya navneteweyî hatiye şikandin û pêşiya serketina komployê hatiye girtin. Bi vî awayî komplo vala hatiye derxistin. Dîsa di vê pêvajoyê de partî mezintir bû, di nava civakê de belavtir bû. Bi taybetî şoreşa azadiya jinê destketiyên pir mezin bidestxistin. Têkoşîna azadiyê belavî çar parçeyên Kurdistanê bû, dîsa bandora wê belavê hemû Rojhilata Navîn û Cîhanê bû. Berxwedana ku DAÎŞê têkbir ji hemû mirovahiyê re bû hevî û coşeke nû.
Di van 20 salan de 10 salên destpêkê bi taktîkên pir alî di nava têkoşînêke mezin de derbas bû. Deh salên dawî jî li dijî êrîşên faşîst-qirker bi berxwedana Tevgera me, gel û dostên me bi pêş ket ku dijmin dixwest li ser bingeha ‘Plana Çokdanînê’ Tevgera me ya Azadiyê biperçiqîne, îmha û tasfiye bike. Di vê pêvajoyê de di serî de Zap, Herêmên Parastinê yên Medyayê û li çar aliyê Kurdistanê gerîla bi berxwedana xwe ya fedaiyane, ji hemû têkoşînê re pêşengtî kir. Di encamê de gerîla bi şerê xwe êrîşên faşîst-qirker şikand û planên dagirkeran pûç kir. Di serî de Zap, li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerê ku di tunelan de bi pêş ket, di feadîtiyê de xwe gihand lûtkeyeke nû. Hemû êrîşên ku bi desteka NATO hatin kirin, bi şerê tîm û tunelan hatiye şikandin. Gerîla li dijî îstîxbarat û teknîka dijmin bi hêza xwe ya cewherî teknîka xwe bi pêş xistiye û li ser vê bingehê ‘Plana Çokdanînê’ rûxandiye. Di bin pêşengtiya berxwedana gerîlayên qehreman de tevgerên me yên jin û ciwanan, gel û dostên me bê navber têkoşiyan. Girêdayî vê têkoşînê di 10ê Cotmeha 2023yan de Pêngava Azadiyê ya Kûrevî hate destpêkirin. Yanî hem têkoşîna heyî hem jî pêşketina Pêngava Azadiyê ya Kûrevî êrîşên dijmin şikandin. Di encamê de dijmin mecbûr ma dubare biçe ber piyên Rêber Apo. Bêguman hem kongreya heyî, hem jî pêvajoya nû girêdayî vê têkoşîn û pêngavê bi pêş ket. Bêguman vê têkoşînê nekariye destilata heyî birûxîne û me bigihîne zaferê. Ancax bi têkoşînê hişmendî û siyaseta faşîst, mêtînger û qirker ku dijminahiya Kurd dike derbe kir, qeyran û kaosa wê kûrtir, anî ber rûxandin û belavbûnê. Ji ber vê pergala TC mecbûr ma Rêber Apo muxatap bigire. Têkoşîna heyî her çiqas qasî ku tê xwestin nekarîbe encameke derxîne holê jî encam û pêşketina heyî jî wisa ne kêm e. Têkoşîna ku divê deh salê de ji hêla gel û tevgera me ve hate meşandin pêşiya pêvajoyeke wiha vekiriye. Ji ber vê desthilata AKP û Dewleta TC neçar man biçin ber piyên Rêber Apo.
Ji aliyê din ve, ji ber ku li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi lez bi pêş ket, girêdayî vê rewşê 7ê Cotmeha 2023yan de li Xezeyê dema şer destpê kir, girêdayî êrîşên Îsraîlê dema Hamas û Hîzbûlah derbên giran xwarin, li Sûriyeyê dema desthilata Beas rûxiya û di encamê de bayê guhertinê hat ber deriyê Îran û Tirkiyeyê, ji pêvajoyeke wiha re zemîn çêbû. Ji ber vê rewşê di Dewleta TC de panîk û tirsa man û nemanê xwe da der. Yanî dema di hundir de Tevgera me û gelên Tirkiyeyê ji bo guhertineke demokratîk zextê zêde kirin û pergala sermayeya navneteweyî jî ji derve ve guhertinê li ser Komara Tirkiyeyê (TC) ferz kir, Devlet Bahçelî kete tevgerê. Di vê çarçoveyê de axaftin û bangawaziyên ku têne zanîn kir.
Pêvajoya heyî ji ber van bûyerên siyasî û leşkerî derkete pêş. Rêber Apo hem girêdayî bandora berxwedana gel û gerîla hem jî girêdayî bandoraŞerê Cîhanê yê Sêyemîn, bersiva bangên heyî da. Ji xwe pêvajoya heyî jî di vê çarçoveyê de bi pêş ketiye. Bi kurtî serdema niha hem ji hêla bîrdozî, rêxistinî û stratejîk ve xwediyê girîngiyeke mezin e, hem jî xwe dispêre pêşketinên pir girîng ên leşkerî û siyasî. Ev rastî bi awayekî berfireh ji hêla Rêber Apo û tevgera me ve hatiye nirxandin. Ji ber vê rewşa heyî ji hêla hemû hevalan ve tê zanîn. Ancax dîsa jî di vê pêvajoyê de pêwîste van rastiyan ti car ji bîr nekin û li ser vê bingehê pêşketin û guhertinên rû didin kêlî bi kêlî bişopînin.
Hevrêyên hêja!
Îro, piştî Kongreya 11emîn a PKKê, tam 12 sal şûnde Kongreya 12emîn a PKKê tê kirin. Li gorî rêznameyê diviyabû di van 12 salan de 2 kongreyên din jî hatiba kirin. Her çiqas me dem bi dem ji bo kongre Komîteya Amadekar erkdar kiribe jî kongre pêk nehatin. Du sedemên vê hene: Yek ji van ewlehî ye. Lê sedema esasî ne ev e. Sedema esasî di asta kongre de xwe rêxistin nekirin bû.
Tê zanîn Kongreya 11emîn bi erkdarkirina Rêber Apo bi pêş ket. Girêdayê serxistina van erkên dîrokî diviyabû kongreyeke nû hatiba rojevê. Lê di pêvajoya derbas bû de me nekarî bi awayekî tam xwe bigihînin vê serketinê. Yanî me nekarî ji bo Rêber Apo zemîna kongreyeke nû biafirînin. Ji ber vê yekê me nekarî di asta kongre de xwe bigihînin biryarên nû. Me, dem bi dem ji bo kongreyê biryar girt, plan çêkir, lê di encamê de me nekarî vê bixin meriyetê. Ji bo bikarin li ser bingeha stratejiya şerê gel ê şoreşgerî têkoşînê bi pêş bixin jî pêwîstiya me bi civînên Komîteya Navendî û civînên Komîteya Rêvebir hebû. Ji xwe divê çarçoveyê de bi qasî ku pêwîst kir me civînên Komîteya Navendî û Komîteya Rêvebir kir. Bi vî awayî di van civînan de ji bo berxwedana me ya dîrokî biryarên pêwîst hatin girtin. Me bi van civînan hem pêwistiyên têkoşînê hem jî yên rêxistinê di asteke jor de pêşwazî kir. Bêguman rewşa heyî ji bo me dibe mijara rexne û rexnedayînê. Di vê mijarê de kêmasî û lawazî hene. Ji xwe em jî li ser vê bingehê nêzîkî pêvajoyê dibin. Divê kêmasî û şaşitiyên xwe li ser bingeha xetê binirxînin, sedemên van kêmasî û şaşitiyan deynin holê ku bikarin di asteke rast û têrker de dersên pratîka heyî fêm bikin.
Niha, piştî 12 salan şert û mercên Kongreya 12emîn a PKKê çêbûye. Rêber Apo jinûve ketiye dewrê û zemîna kongreyê amade kiriye. Li ser vê bingehê divê em baş bizanin ka çawa gihiştine Kongreya 12emîn, girîngî û wateya wê ya dîrokî rast û têrker fêm bikin. Niha Kongreya me ya 12emîn, 47 sal beriya niha, heman wekî Kongreya me ya 1emîn pir girîng û dîrokî ye. Bêguman ev kongre li ser têkoşîna partiyê ya 47 salan bi gewde dibe. Ji ber vê ji kongreya damezrîner jî berfirhetir û xwedî wate ye. Bi Kongreya 1’emîn, partî bi awayekî fermî hate damezrandin, beramberê tinebûna neteweyî destwerdaneke radîkal a dîrokî bû, destpêka dîroka azadiyê ya nû bû. Kongreya 12emîn jî ev serdema ku bi PKKê re dihate meşandin bi dawî dike û di dîroka azadiyê de pêşiya serdemeke nû dide destpêkirin. Kongreya 1emîn xîtabêgelê Kurd dikir, niha Kongreya 12emîn hem xîtabê gelê Kurd dike, hem xîtabê hemû gelên bindest dike, di serî de jin û ciwan xîtabê hemû mirovahiya bindest dike. Wê bi vê kongreyê re ji bo rizgariya hemû gelan û bindestên cîhanê pêşiya têkoşîneke nû vebe. Dîsa bi vê kongreyê re rêxistinbûna PKKê tê fesixkirin, hemû xebatên ku bi navê PKKê têne meşandin têne sekinandin û wekî stratejiya bingehîn dawî li têkoşîna çekdarî tê anîn. Bi stratejî û rêxistinbûnên nû pêşiya azadiya Kurd, dîsa li her qadê pêşiya têkoşîna civaka demokratîk tê vekirin. Ger baş binêrî tu yê bibinî ku PKK, wekî nav jî ji hêla bingeha sosyal û esasên îdeolojîk a paradîgmaya modernîteya demokratîk ve kêm dimîne. Me li ser vê bingehê di çarçoveya guhertin û veguhertina pêwîst de guhertina zihnî û jinûve înşaya rêxistinî baş bi pêş nexist; niha Rêber Apo mudexeleya vê rewşê dike û bi rêya kongreyê, PKKê fesix dike û dawî li têkoşîna çêkdarî tîne. Rêber Apo bi helwesteke wiha radîkal pêşiya guhertin û jinûve înşayê vedik


