Konfederasyona Naîrî û Ûrartûyan
Piştî Şaristaniya Qasîdan ji holê rabû, beşeke civaka kurd bêparastin man. Hinek ketin bindestê Asûran û hinek jî vekişiyan çiya û deverên ji Asûran dûr. Lê Asûr her ku diçû bi hêz dibû.

Piştî Şaristaniya Qasîdan ji holê rabû, beşeke civaka kurd bêparastin man. Hinek ketin bindestê Asûran û hinek jî vekişiyan çiya û deverên ji Asûran dûr. Lê Asûr her ku diçû bi hêz dibû. Bela xwe ji Kurdan venedikir. Gelek caran êrîş birin ser eşîrên Kurdan. Wan dîl digire û dibe dike kole û li bazaran difiroşe. Mal û milkên wan talan dike. Eşîrên kurdan dibînin ku bi tena serê xwe nikarin xwe li dijî êrîşên Asûran biparêzin. Neçar dimînin ku li dijî êrîşên Asûrê tifaqa xwe ava bikin. Li hîma tifaqê konfederasyonekê ava dikin. Di lêkolînên arkeolojîk de di tabletên Asûran de ji wan re gotine Naîrî. Ango welatê rûbaran. Naîrî ji çiyayên Zagrosê heta zozanên Serhedê belav bûne. Beriya Zayinê ji sedsala 9 emîn şûn ve Ermen jî kom bi kom ji Anatolyayê ber bi Kurdistanê ve tên û li herêma serhedê bi cih dibin. Ew jî mîna Kurdan ji Asûran bêzar dibin û ji neçariyê tevilê Federasyona Naîriyan dibin. Qralê Asûran Tîklat Palazar di tabletekê de dibêje wî di dema sefera berî zayînê 1128'an de 23qral ango serokeşîrên kurdan dîl girtine û bi dehan bajar talan kirine. Naîrî bi zimanê Hûrrî û Ermenî axivîne. Qralên wan jî dorveger ji serokên eşîrên Kurdan dihatin hilbijartin. Paytextê wan Ararat e. Li gorî Qralê Asûran Tîglathpîleser Federasyona Naîriyan ji Qerejdaxê heta Torosan û Serhedê ye. Asûrî berî zayînê di sala 981'an êrîşî Naîriyan dikin, Mêrdîn û Amedê dagir dikin.Asûriyan pîr û kalên Kurdan rihet bernedidan lê Kurdan jî ew rihet nedihiştin. Li dijî wan gelek serhildan li darxistine. Şer û pevçûnên wan demek dirêj dom kirine. Mixabin ji ber ku Naîrî her tim di bin êrîşan de bûne nekarîne di aliyê mîmarî, wêje û çandî de pêş bikevin. Êrîşên Asûran heta berî zayînê 682'yan dom kirine. Li gorî tabletên Asûran jinên Kurd û Ermen jî di şerên dawî de cih girtine. Li hemberî êrîşan Kurd û Ermenan konfederasyonek mezintir û navendîtir ava kirine. Konfederasyona Naîriyan berî zayînê di 900'an de vegeriyaye dewleta Ûrartû. Paytextê xwe veguhestine Tûşbayê. Ango Wanê. Mîna Naîriy


