Kurd û ereb nehatin lîstika dewletan

Şêwirmendê Qabîleya El Cebûr Şêx Ekrem El Mehşuş anî ziman ku di deskpêka salê de dewletan xwestin kurd û ereban li hemberî hev bidin şerkirin, lê kurd û ereb nehatin lîstikê û li dijî şer derketin.

1 deqe xwendin
Kurd û ereb nehatin lîstika dewletan

Gelek caran dewleta tirk, Îsraîl, Îngilistan, Fransa, Almanya û Amarîkayê xwestin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşîr û qabîleyên kurd ereb bi hev bidin şer kirin û li hev sor kirin. Lê her tim şêx û rûspiyên êlên ereban li dijî van plan û lîstikan daxuyanî dan û diyar kirin ku ew nayên van lîstikan. Pêşengên êlên ereb anîn ziman ku kurd û ereb bi hezaran salan tevneke civakî ava kirine. Ew dê destûr nedin fitne û nakokî di navbera her du pêkhateyan de derkevin. 

Herî dawî di meha çile de bi piştgiriya Tirkiyeyê HTŞê xwest li Dêra Zor û Reqayê kurd û ereban bîne hemberî hev. Lê piştî hewldanên HSDê û meclisên kurd û ereban ev plan pûç bû. 

Serokê Rûspiyê Hesekê û Şêwirmendê Qebîleya El Cibûr Şêx Ekrem El Mehşûş li ser lîstikên tên lîstin û tifaqa kurd û ereban nirxandin kir. Ekrem el Mehşuş anî ziman ku koka tifaqa eşîrên kurd û ereb dîrokî û qedîm e û wiha got: “Têkilî û tifaq li ser kokeke xurt ava bûye. Tu kes nikare tifaqa me xera bike. Di mehên borî de hin pirsgirêk derketin. Xwestin eşîrên Reqa û Dêra Zor li hev sor bikin. Hinek kesên di nava van êşîran de xayîntî kirin. Hin malbatên ku zarokên xwe ji nava HSDê kişandin û pirsgirêkan derxistin hebûn. Hin dîl ketin destê van eşîran. Nêzikatiya wan a li hemberî dîlên HSDê nebaş bû. Lê tiştên ku li Dêrê û Reqa pêk hat, li Hesekê çênabe. Hemû eşîr û êlên li Hesekê tev bi hev re girêdayî ne û navbera wan gelek baş e.  Ji ber koka tifaqa wan kevn e. Têkiliyên wan baş in.” 

Ekrem El Mahşuş da zanîn ku hêzên navdewletî xwestin navbera eşîrên kurd û ereban xera bikin û hewl dan di navbera kurd û ereban de pirsgirêkan zêde bikin û wiha berdewam kir: “Xwestin li Hesekê, Dêrê û Reqayê fitneyê çêkin. Lê HSDê nehişt ev pirsgirêk mezin bibin. Milet jî êdî li dijî van lîstik û fitneyan şiyar e û êdî nayên lîstikan. Niştecihan ev lîstik û fitne qebûl nekirin û li dijî wê derketin. Hin kesên ji derve hatibûn yên wekî ku ji Reqa û Girê Spî hatin Hesekê, xwestin tevliheviyê çêkin. Lê ev hewldana wan encam negirt. Niha li Cizîrê û Hesekê navbera kurd û ereban pir baş e. Li Hesekê, Dirbêsiyê, Tirbêspî, Amûdê, Cizîrê û Qamişlo, kurd û ereb tev bi hev re ne. Di şîn û şahiyan te tev bi hev re ne.” 

Gel şiyar bûye 

Ekrem El Mehşûş destnîşan kir ku di nava kurd û ereban de hin kesên girêdayî hêzên derve hene, her tim dixwazin alozî û fityena derxin û wiha axivî: “Lê gel hişyar bûye û êdî bi van lîstik û fitneyan hisiya ye. Niha ji sedî 80ê têkiliya di navbera kurd û ereban de baş e.” 

Kurd û ereb xerabiya hev naxwazin 

Ekrem El Mahşuş, da zanîn ku niha meclisên eşîrên kurd û ereban bi hev re xebatê dikin û wiha pê de çû: “Meclisên kurd û ereban her roj bi hev re xebatê dikin. Bi hev re tev li civînan dibin. Dema alozî, tevlihevî û şer çêdibe, bi hev re diçin dikevin navberê û hewl didin bi hev re çareser bikin. Îro ne eşîrên ereb û ne jî kurd tiştên xerab ji bo hev naxwazin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan meclisên kurd û ereb bêtir bi hev re niqaş dikin û bi hev re li ser meseleyan radiwestin. Bi taybetî li Hesekê, Cizîr û Qamişlo, bêtir bi hev re tevdigerin. Ku meclisan mudaxaleyî pirsgirêkan nekiribûya dê di navbera eşîran de xwîn rijiya bûya. Meclisan mudaxale kir û nehiştin şerê navbera kurd û ereban pêş bikeve.” 

Hewldanên Şamê encam negirtin 

Ekrem El Mahşûş herî dawî li ser helwesta Hikûmeta Demkî ya Şamê jî rawestiya û wiha got: “Ewil hikûmet ne safî û ne paqij bû.  Wekî meseleyên li Reqa û Dêrê xwest di navbera kurd û ereban de alozî û pirsgirêkê çêke. Hikûmetê dît ku encamê nagire, xwe rast kir û niha ne wekî berê ye. Piştî li Qamişlo, Hesekê helwesta kurd û ereban dît, hikûmetê paşve gav avêt. Helwesta xwe guhert. Sebebê geşedanên li Reqa û Tebqa hikûmet bû. Çawa li Swêyda nêzî durziyan bû, xwest li Reqa û Tebqa jî kurd û ereban bînin hemberî hev. Lê piştî dîtin ku kurd û ereb şer qebûl nakin, vê carê xwestin kesên biyanî têxin nav û aloziyê zêde bikin. Lê ji ber ku gel şer û kuştinê naxwaze, nehatin lîstikê. Hewldana hikûmetê encam negirt. Di destpêkê de xwestin şerê navxweyî zêde bikin, lê piştî encam negirtin gav paşve avêtin. Niha di navbera kurd û ereban de tifaqeke baş heye. Niha dewlet û HSD hevdîtinan dikin û rewş bêtir ber bi başî û aramiyê ve diçe.”