Li Amedê 2 hezar û 155 avahî hatine valakirin

Erdheja ku di 6’ê sibatê de navenda wê Mereşê bû pêk hatibû xisareke mezin dabû 10 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.

1 deqe xwendin
Li Amedê 2 hezar û 155 avahî hatine valakirin

Erdheja ku di 6’ê sibatê de navenda wê Mereşê bû pêk hatibû xisareke mezin dabû 10 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Ji ber ku desthilata AKP-MHP’ê hişyariyên pisporan paşguh kiribûn û tevdîr negirtibûn bi sedhezaran welatî dibin kavilan de man. Ji ber dewlet bi rojan neçû bajarên ji ber erdhejê wêran bibûn, herî kêm 50 hezar mirov ji ber tî û birçî man û sermayê jiyana xwe ji dest dan. Hîn jî li gelek deveran xetereya erdhejê didome.

Ji wan cihên ku erdhej lê qewimî bû yek jî Amed bû. Li Amedê 7 avahî hilweşiyan, 409 kesan jiyana xwe ji dest da û 907 kes jî bi bîrindarî ji bin kavilan hatin derxistin. Li gorî lêkolînên TMMOB’a Amedê 2 hezar û 155 avahî ji ber erdhejê xisar dîtine. Herî zêde jî avahiyên kevn xisar dîtine û gelek ji wan hatine valakirin. Ji ber ku şaredariyên Amedê û saziyên dewletê tevdîr negirtine, avahiyên valakirî ji bo welatiyên derdorê xeternak in. Hê jî ne şaredarî û ne jî saziyên dewletê ji bo ku pêşiya vê xetereyê bigirin neketine nav hewldanan.

Endamê Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Amedê Mahsûn Korkmaz der barê van kiryarên şaredariyan û rewşa heyî de agahî da rojnameya me. Korkmaz diyar kir ku avahiyên ku ji xeynî plana îmarê tên avakirin, piraniya wan qaçax in û wiha got: “Avahiyên ku ji nû ve bên avakirin divê li gorî plansaziya îmarê ku destûra çend qatan hatiye dayîn bên çêkirin. Lê mixabin li gorî vê tevnagerin û qatên zêde lê dikin. Ev jî rê li ber bilindbûna avahiyan vedike û xeteriya hilweşînê bi xwe re tîne. Yanî di plansaziya îmarê de çend qat çêbikin ji xwe dibêje. Beriya avahiyên nû bên lêkirin, divê etuta projeya erdê baş bikin û statîka wê li gorî Giştînameya Erdhejê bên çêkirin. Avahiyên ku di erdhejê de xira bûne tevahî avahiyên qaçax bûn. Ruhsata wan a îskanê tune bûn. Hinek ji wan jî ruhsatênwan ên çêkirinê jî tune bûn. Yanî xizmeta endezyarî ne standine tu projeya çêkirinê tune ye. Beriya ku avahiyê lêdikin divê erda wê were lêkolînkirin û heke ji bo lêkirinê guncav be divê were lêkirin.