Li Dêrsimê dê der barê karesat û trawmayê perwerdeya derûnî were dayîn

Dê bi hevkariya Kovara Psychology Kurdî, Enstîtuya Zanistên Tenduristiyê ya Navçandî (Institut for Transcultural Health Science), Eyaleta NRWê ya Almanyayê û Zanîngeha Dewletê ya Baden-Wuerttembergê...

1 deqe xwendin
Li Dêrsimê dê der barê karesat û trawmayê perwerdeya derûnî were dayîn

Dê bi hevkariya Kovara Psychology Kurdî, Enstîtuya Zanistên Tenduristiyê ya Navçandî (Institut for Transcultural Health Science), Eyaleta NRWê ya Almanyayê û Zanîngeha Dewletê ya Baden-Wuerttembergê (DHBW - Almanya) li Dêrsimê ji bo pisporên tenduristiya derûnî dê rêzeperwerdeyên bêpere werin lidarxistin.

Derûnnas Siyabend Aslan, li ser navê koordînasyona bernameyê, der barê armanc û hûrguliyên perwerdeyê agahiyên berfireh parve kirin.

Siyabend Aslan ragihand ku heman perwerde berî salekê li Semsûr, Hatay û Meletiyê hat lidarxistin û niha jî dê ev perwerde di 10.11.2025 û 14.11.2025an de, her roj di navbera saet 09:00 û 17:00an de, rû bi rû pêk werin.

Siyabend Aslan bal kişand ser girîngiya van perwerdeyan û wiha axivî: "Armanca me ya sereke ew e ku em jêhatîbûnên pisporên tenduristiya derûnî yên li Dêrsim û derdora wê, bi taybetî di warê karesatên xwezayî yên wekî erdhejê de, xurt bikin. Em dixwazin kesên beşdar bi van perwerdehiyan der barê karesat û stratejiyên têkoşînê agahîû teknîkên serederîkirinê bi dest bixin."

Siyabend Aslan da zanîn ku di perwerdeyê de rêbazên dermankirinê yên girîng jî dê werin nîşandan: "Di bernameyê de, dê pispor bi awayekî berfireh fêrî naskirin û nirxandina nîşaneyên wekî nexweşiya stresê ya piştî trawmayê (NSPT) bibin. Herwiha, dê rêbazên terapiyê yên girîng ên wekî EMDR û psîkodramayê ku di pêvajoyên têkoşîna bi trawma û stresê re bi bandor in, bi awayekî teorîk û pratîk werin fêrkirin û li ser nêzîkayiyên kartêker ên ji bo zarok û ciwanan were rawestandin.

Perwerde hemû bêpere û rû bi rû ne. Ji ber ku ev bername wekî pakêtekê hatiye amadekirin, beşdarbûna li hemû perwerdeyan mecbûrî ye. Kontenjana me bi 25 kesên pispor sînordar e. Ev kes psîkolog, şêwirmendên derûnî, pisporên xizmeta civakî û pisporên geşedana zarokan in.

Bernameya perwerdeyê

Bernameya perwerdeyê ya pênc rojan dê ji aliyê akademîsyen û pisporên navdar ve bên dayîn:

• 10.11.2025 (Roja 1emîn):

Mijar: Perwerdeya Alîkariya Derûnî yaPêşîn di Erdhej û Karesatên Xwezayî de

Perwerdekar: Uzm. Dr. Azad Günderci (Psîkiyatrîst & Psîkoterapîst)

• 11.11.2025 (Roja 2emîn):

Mijar: Trawma û Nexweşiya Stresa Piştî Trawmayê: Naskirin û Rêbazên Dermankirinê - Mînakên Waqayan

Perwerdekar: Prof. Dr. Tamer Aker (Psîkiyatrîst & Psîkoterapîst)

• 12.11.2025 (Roja 3yemîn):

Mijar: EMDR: Têkoşîna bi Trawmayê re

Perwerdekar: Prof. Dr. Burhanettin Kaya (Psîkiyatrîst & Psîkoterapîst)

• 13.11.2025 (Roja 4emîn):

Mijar: Pêşxistina Şiyanên Têkoşîna bi Stresê re di Erdhej û Karesatên Din ên Xwezayî de: Ji bo Zarok û Ciwanan Sepanên Pratîk

Perwerdekar: Dr. Endamê Hîndekariyê Hozan Saatçıoğlu (Psîkiyatrîstê Zarok û Ciwanan)

• 14.11.2025 (Roja 5emîn):

Mijar: Wekî Rêbazeke Dermankirinê Psîkodrama

Perwerdekar: Prof. Dr. Arşaluys Kayır (Psîkolog & Psîkoterapîst & Psîkodramatîst)

Ji bo agahiyên berfirehtir hûn dikarin ji meîla psychologykurdî@gmail.com re binivîsînin.