Merheba Rêberê min

Divê em bi têkoşîna xwe dîwarên Îmralî parçe parçe bikin. Kêliyek tenê jî be ji rastiya Rêbertiyê dûrneketin, her kêlî Rêbertî hîskirin sonda me ye

1 deqe xwendin
Merheba Rêberê min

Cûdî Cizîr

Rêberê min, tiştên di dilê min de tên jiyîn kurt jî be dixwazim bi we re parve bikim. Ji we re dibêjim, Rêberê min, ji ber ez wisa zêdetir xwe nêzî we hîs dikim. Pir dixwazim we bibînim zehmetiyên xwe bi we parve bikim. Bi rastî ez bi hezaran hevok jî binivîsînim, bawer nakim wê karibin hezkirina min a ji we re pênase bikin. Bi felsefeya we dixwazim biwestim û bibim jinek leheng. Xwezî ez niha bibûma çivîkek û hatibama cem we. 

Xwezî bibûma bazek û hatibama min ji we re stran gotibana. Xwezî bibûma pêlên zeryayê û min destê we girtiba, germbûna destê we di kûraniya dilê xwe de hîs kiriba. Ji kêliya min bi azadiyê re hevpeyman çêkiriye heta vê kêliye, ez di dilê xwe de hestên cuda cuda û bi wate dijîm. Ez niha di nav hestên vegotina wan zehmet de me. 

Rêberê min, azadiya we azadiya gelê me û azadiya me jinan e. Hûn rastiya jiyan û têkoşîna min in. Her ku dijîm bêrî û hezkirinên min zêde û mezin dibin. Her ku dijîm bedena min a birîndar jî bi min re mezin dibe. Dem, roj û salên li benda we min hembêz dikin. Rêberê min em ê çawa bijîn, çawa bibin xwedî kesayetek bi exlaq û azad, we bi jiyana xwe fêrî me kir. 

We ev têgehên watedar bi jiyana xwe fêrî me kir. Ger exlaq û azadî nebe ti tehma jiyanê nîne. We ev zehmetî hemû li ber çavan girtin û bi me dan nasîn. Ji bo hûn nirx li dîroka mirovahiyê bar bikin we tenêbûn ji xwe re kir jiyan. Bi xwendina parêznameyan dilê min bi hêvî û bêrîkirina dîtina we jan dide û têkoşîna jiyanê didim. Her ku sekna xwe çareser dikim, wêrekiya rexnedayînê bi xwe re dibînim. 

Armanca min ne ew e ku gotinên xweşik bêjim, armanca min bûna xwedî jiyanek bi wate ye. Dixwazim li gor pîroziyên we avakirine, pêwîstiyên wê bijîm. Rêberê min, vê jidilbûnê didim nîşan. Weke jinekê dixwazim di rêya azadiyê de bibim rêhevala we. Hewldanên min hemû ji bo xwegihandina vê astê ne. Ji ber heta niha negihiştim vê astê dilê min ên birîndar dişewite. Xeyala min a herî mezin dîtina Rêbertiye, ya duyem jî dîtina kêliya Rêbertî bigihe gel e. 

Divê em bi têkoşîna xwe dîwarên Îmralî parçe parçe bikin. Kêliyek tenê jî be ji rastiya Rêbertiyê dûrneketin, her kêlî Rêbertî hîskirin sonda me ye. Bê ku li hemberî ti zehmetiyê bi bin bikevim divê di felsefeya Apoyî de xwe kûr bikim, weke şoreşgereke Apoyî dil û mejiyê xwe saxlem bigirim. Ji bo hemû şervanên azadiyê, hêvî û xeyalên herî mezin, dîtina Rêbertî ye. Ev ji hêviyê zêdetir, mafekî bingehîn ê têkoşeran e. Ji ber ku Rêbertî ji bo me girêdan û baweriya jiyana azad e. 

Rêbertî navnîşana rêwîtiya azadiyê ye. Rêberê min hûn her tim bûn ronahiya dilê min. We di navbera dîwarên beton de Tevgara Azadiyê pêş xist, ji nû ve ava kir, hûn bûn pêşeng û avakarê jiyana nû. Êdî weke wijdanî dixwazim hinek tiştan bikim. Hûn rastiya jiyan û têkoşîna min in. Ez çiqas zehmetî bijîm jî ez ê ti carî dev ji ezma xwe ya têkoşînê bernedim. Ez silav û hezkirinên xwe ji we re rê dikim niha bi xatirê we Rêberê min…

hevala Cûdî.jpg