‘Ocalan wekhevî, azadî û îradeya siyasî peşkêş dike’
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi gel re civînan pêk tîne.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi gel re civînan pêk tîne. DEM Partî û DBP di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de civînan pêk tînin. DBP û DEM Partiyê li navçeya Midyadê ya Mêrdînê bi gelê Suryanan re li avahiya Federasyona Komeleyên Suryan (SUDEF) civîn pêk anî. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, wekîlên DEM Partiyê û hevşaredar tev li bûn. Serokê SUDEFê Evgîl Turker ji ewil bi Suryankî axivî. Piştre jî ji bo kesên di Komkujiya Seyfo de hatin qetilkirin û kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir axivî. Keskîn Bayindir ewil kesên di Komkujiya Seyfoyê de hatine kuştin bibîr anî û wiha got: “Em hevdîtinên aştî û civaka demokratîk dikin. Ji bo me tiştekî gelek bi qîmete ku em bi gelê herî qedîm gelê Suryan re hevdîtinê dikin. Li ser vê xakê gelek êş hatin kişandin. Qirkirinên weke Seyfo


