Ozgur Ozel: CHP êdî li kolanan e
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, piştî êrîşa polîsan a li ser CHPê, ji Navenda Giştî derket û tev li meşa endamê xwe bû. Ozgur Ozel diyar kir ku CHP êdî li kolan û qadan e.

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, piştî biryara “bêhukmiya teqez” û êrîşa polîsan, ji Navenda Giştî ya CHPê derket û tevî endamên CHPê ber bi meclîsê ve meşiya. Ozel li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da û bûyer bi tundî rexne kir. Ozgur Ozel anî ziman ku CHP dê meşa xwe ya ber bi desthilatê ve bidomîne û mudaxeleya li hemberî partiyê nayê qebûlkirin û got: “Têkçûn li me nayê, teslîmbûn li me nayê.”
Ozgur Ozel destnîşan kir ku CHP dê ji niha û pê ve têkoşîna xwe li kolan û qadan bimeşîne û wiha axivî: “Partiya Gel a Komarê ji niha û pê ve dê li kolan û qadan be. Piştî axaftinê, Ozgur Ozel û koma CHPî ya pê re ber bi meclîsê ve meşiyan.


