Perspektîfa Abdullah Ocalan a ji bo kongreya PKKê şandibû, hat weşandin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir.

1 deqe xwendin
Perspektîfa Abdullah Ocalan a ji bo kongreya PKKê şandibû, hat weşandin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Di bangê de destnîşan dike ku PKKê êdî emrê xwe tijî kiriye û Abdullah Ocalan bi perspektîfa ku ji 7 xalan pêk tê raporek amade kir û şand ji 12emîn Kongreya PKKê re.

Perspektîfa ku Abdullah Ocalan bi berfirehî ji kongreyê re şand wiha ye:

Destpêk

Danişîna me dişibe weke pêş konferansekê. Ez dixwazim sernaveki wiha bidim xebata me: “Di hebûn û pirsgirêka Kurd de dawiya demekê û gav avêtina ber bi serdemeke nû.”

Wê ev xebatek pir zehmet û dîrokî be. Dema em ber bi vesazîbûnek nû ve diçin, pêwîstî pê heye ku pirsgirêk di bin gelek sernavên cuda de were dest girtin. Pêwîstiya van hemû sernavan jî tehlîlên kûr ferz dike. Wê dem bigire. Nabe ku em ecele bikin jî. Ligel vê “Destpêk” ew ê ruhê metna esasî bidiyê. Têgihiştina di van sernavên bingehîn de ew ê têra xwe afirîner be. Em ê li ser vê “Destpêkê bigirin dest. Heval jî dikarin xwe bispêrin vê reşnivîsê û pêvajoyên Kongreyêbigirin dest. Ji ber ku tevahiya xebatê dibe ku mehekê bigire. Ev jî dibe ku pêvajoyê dereng bixîne û bibe sedema tengasiyan.

Ez dixwazim bi mijara hişmendiya hebûnê û hişyariya di nav Kurdan de dest pê bikim. Ew nêzîkatiyên binavûdeng yên wekî; “Kurd hene yan nîn in? Heke hebin çiqasî bûne hebûn? Ya herî girîng jî, ev hebûn û azadî çiqas di nav hevdu de ne û çiqasî hevdu pêkan dikin?” PKK, tevgera îspatkirina hebûna Kurdan û vekirina deriyê azadiyê ye. Waye, di vê xalê de xitimandinek heye. Qonaxa piştî salên 1990’î şûnde hinekî vê îfade dike. Ji bo wê jî, em hinekî çav biavêjin raboriyek nêzîktir. Weke mînak, em dikarin gotinên beriya bidarvekirinê yên Şêx Seîd û Seyîd Riza, du pêşengên serhildanên Kurdan yên bi bandor û kevneşop çawa şîrove bikin? Dikarim hinekî vê vekim. Ev tunekirina Kurdayetiya kevneşop îfade dike. Wateya van gotinan ev e. Kurdayetiya kevneşop, di heman demê de tê wateya hebûna Kurd ya kevneşop. Her du pêşengên dawî yên hebûna Kurd, li ber sêdarê tunebûnê îfade dikin û mîrasek, bîranînek li pey xwe hiştin. Gotinên Şêx Seîd yên dawî çi bûn? Pirseke wiha dipirse: “Dozger beg, ka te gotibû em ê bi hev re berx bixwin” Ev xefleteke olî ye, ji ber ku şêxekî oldar yê Neqşî ye. Di esasê xwe de îfadeya xapandineke trajîk a bikovan e. Nîşan dide ku, di ew bîrdoziya xwe radest kirî de çiqasî hatiye xapandin. Vê radixe ber çavan.

Gotina Seyîd Riza ya “Min nekarî bi we, bila ev ji min re bibe derd; lê min li ber we çong ne danî, bila ev jî ji we re bibe derd” hîna watedartir e. Ev gotin hem xapandinê îfade dike, hem jî nîşan dide ku heta kêliya dawîn teslîmbûn li ser hatiye ferzkirin, û gotine ‘teslîm bibe û jidarvekirinê rizgar bibe’. Dibêje, ‘na, ez teslîm nabim, bila ev jî, ji we re bibe derd.’ Birastî jî Dêrsîmê weke çavkaniyeke derd dihêle… Vê îfade dike. Di encamê de, her du kevneşopî jî, hem kevneşopiya Neqşî, hem jî kevneşopiya Elewî, yan jî kevneşopiya Sunnî û Elewî, di esasê xwe de her du jî çêkirîne. Dema ku Modernîteya Kapîtalîst, di aliyê bîrdozî de, bi şêweya netewe-dewletê pêş ket, bingehê înkarkirina Kurdan li ser van her du têgînan datînin. Di dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de Elewîtiyek wiha çêkirî înşa dikin. Di rastiyê de bi van her du xapandinan hebûna kevneşopiya Kurdan tê tune kirin. Cewherê xwe ev e, lê hîna jî şopên wê balkêş in; hem di şênberiya Çewligê hem di şênberiya Dêrsimê de tê jiyîn. Van pêşengan di rastiyê de ev yek îfade dikirin. Li ber sêdarê ev îfadekirin pir girîng e. Rastiyeke mirî îfade dikin. Ne rastiyeke nexweş, ne rastiyeke birîndar, rastiyeke mirî.

Girêdayî vê, pêvajoyeke navberê ya di şexsê Qazî Mihemed, Mistefa Barzanî, Qasimlo û Celal Talabanî de tê jiyîn heye. Ev qonax kîjan rastiyê îfade dike? Belê, rastiyekê îfade dike. Kevneşopiya em dizanin, em dibêjin feodal, em dibêjin qonaxa borandinê. Qonaxa ku ji wê derê dest pê dike û tê heta dema me, kesayetên nîv bûrjûwa, nîv arîstokrat. Ji bûrjûwayan mebesta me ev e, qonaxa piştî şerê cîhanê ya duyemîn û di roja me yaîro de hebûna xwe berdewam dike. Ango di rastiyê de kapîtalîstbûn û bûrjûwazîbûna di Îslamiyetê de… Qonaxek wiha hat jiyîn, yan jî dikare bê jiyîn? Lê heye. Kapîtalîzmek wiha, hebûneke neteweperest û serwextbûneke bingehê wê neteweperestî heye. Ji nûnerên wê diyar e. Jixwe kevneşopiyeke Qazî Mihemed ya dewletbûnê heye. Hîna jî ezmûna dewletbûna Barzanî tê jiyîn. Talabanî jî şirîkê vê ye. Lê heta niha jî netew dewleteke Kurdan ya ku mohra xwe li serdemê bide hîna nîn e. Yan jî, çiqas hewldan hebin jî ev yek bi guman e. Heke bibe jî wê çiqas diyardeyek herêmî be, mijareke nîqaşê ye. Ya herî girîng jî, ev dewleta federe ya Kurd ya dawî jî li dijî me hat pêşxistin. Ev, rasterast li ser bingehê Komara Tirkiyê hate pêşxistin. Di rastiyê de versiyoneke pêkhatinê ye. Ji 92’yan pêde ji bo tasfiyekirina tevgera şoreşger wekî amûrekî derxistin pêş. Destpêkê parlamena federal, piştre jî organên din. Vaye hêzên leşkerî van belavokên teslîmbûnê ji bo em teslîm bibin bi alîkariya van hêzan davêjin. Ev rastiyeke pir balkêş e. Ev qonaxeke navberê ye… ango neteweperestiya Kurd, sermayeya Kurd, em ji wan re dibêjin bûrjûwaziya komprador ya paşverû. Dibe ku hîn pêşketîtir bin, navend Amed be, navend Hewlêr be, navend Silêmanî be, heta belkî navend Mehabad be. Lê li gorî min ev pêkhatina amûrên ji bo tasfiyekirinê hatine ferzkirin, weke hêmanên dijî şoreşê yên demborî, sûnî ne. Hem naveroka wan ya bîrdozî wiha ye, hem jî pratîkbûyîna wan wiha ye.

Yek jî em behsa qonaxeke navbera navberê dikin. Qonaxa navbera navberê, qonaxeke heta dema me tê. Weke nûner yan jî îfadekarên wê jî Saît Elçî, Saît Kirmizitoprak, Silêman Maûnî û birayên xwe, heta min Siraç Bilgîn jî xist nav. Di wêjeyê de jî Cegerxwîn, di muzîkê de Aram Tîgran. Em ê wateyek çawa li wan bar bikin? Em ji wan re dibêjin welatparêz. Em ji hinekan re jî dibêjin sosyalîst. Hemû jî modern in, durist in, ango hevkariyek jî nekirine. Nebûne îradeya hêzên dijber, nebûne amûrên hêzên dijber, nebûne dengê hêzên dijber. Lê pir şexsî mane û piraniya wan jî, ji aliyê hevkaran ve hatine îmhakirin. Di xwe watedarkirinê de zehmetî kişandine, di xwe jiyandinê de zehmetî kişandine û hemû jî bûne qurbaniyên komployan, ya herî girîng jî li penaberiyê mirine. Rastiyeke van a penaberiyê heye. Lê, tabî hinekî li ser me jî bandor kirine. Ango em ji kîjan aliyî ve bigirin dest evana protoyên me ne. Ez ji bo xwe jî dibêjim, evana weke rastiyeke proto Apocî tên xuyakirin. Min xwest wateyeke wiha li vê qonaxa navbera navberê bar bikim.

Piştî vê destpêkê beşa ku me eleqedar dike, dixwazim behsa rastiya xwe qonaxa ku mohra xwe li dawiya sedsala 20’an û destpêka sedsala 21’ê dayî bikim. Rastiyek Apo heye, ev vekirî ye ne tê înkarkirin, ne jî tê nepixandin. Tabî, ev rastiya Apo yan jî heqîqeta Apo divê çawa were şîrovekirin? Weke xeyal û rastî çi îfade dike?

“QONAXA APO” di karektera rêbertî de pir kêm hat fêmkirin. Fêm nabe. Hûn dibêjin “Rastiya Rêbertî”, lê ev rastî çi ye, hûn fêm nakin. Gel belav bûye, felc bûye, hêza têgihiştinê nîne. Kadro têrker nîne. Ev 50 sal in matmayîbûyîn, Mesîhbûyîna Kurdan girêdayî vê rastiyê ye. Di PKK’ê de çêbûna Rêbertiyê di dîroka Kurdan de noqteyeke werçerxê ye. Herî kêm, qasî şiyarbûna Kurdan û şoreşa vejînê girîng e. Apo, ne mesîheke ku ji asîmanan hatiye xwarê; Rêberek e ku, bi ked û pêkanîna civakî xwe afirandiye. Di dîroka Kurd û Kurdistanê de înşabûna rêbertiya sosyalîst e. Avabûna rêbertiya di Apo de ne avabûna kulta şexsekî ye, avabûna rêbertiya kolektîf e.

Di pêvajoya derketina Rêbertî de, Kurdayetî hatibû belav kirin, rêbertiya kevneşop îflas kiribû û Kurd ji fikirandinê hatibû xistin. Lewma jî, pêşketina wê ya di rewşeke wiha de, wateyên mûcîzewî lê bar kirin tê fêmkirin. Lê êdî bes e! Ev 50 sal in ez li benda fêmkirinek rast im. Ez vedibêjim, vedibêjim û dîsa vedibêjim. Rastiya Rêbertiya PKK’ê fêm nekirin, PKK’ê fêm nekirine, Kurdê azad fêm nekirine, Kurdistan fêm nekirine. Di paşverûtiyê de israr kirine. Lewma jî hûn pêş nakevin û nabin Rêber. Ji bo we bikim parçeyekî Rêbertiya rast, ev 50 sal in ez di nav ked û tekoşîneke bê eman de me.

Heta rastiya Rêbertiyê rast neyê fêm kirin û xwe nedin ber vê rastiyê, pêşengtiya civakê dayne aliyekî, hûn nikarin bimeşin. Bi rastî jî hûn nikarin xwe hilgirin jî. Hêzek min ya mûezam ya gotin û çalakiyê heye. Ez vê pêşkêşî we dikim, hewl didim zorê bidim we, lê hûn dîsa jî nagirin. Hûn xwe wekî bêçaresertiyekê ferz dikin û di vê de israr dikin. Çima? Ev girîng e, ji ber ku karekî cidî ye. Di vê kêliyê de rastiya Apo, hem weke mawe-rewşê hem jî weke kêliyê mohra xwe li dîrokê daye û wisa diçe. Û em hatin tengasiya di PKK’ê de û ji bo wê çareserî dîtinê; ango mijara fesih kirinê. Ev kêlî hîna jî rewşeke ku her kêlî dijîm… Belê, di vir de dubareya kêliyekê heye, nirxê wê yê afirandinê zêde nîne, pêwîstî bi gav avêtinek mezin heye. Divê gavek bê avêtin. Balkêş e, ne ji aliyê me ve, ji aliyê kesekî her tim hemberî min di nav tekoşînê de, her kêliyê ji bo darve kirina min her tişt kirî, kesekî li ser hesasiyetên tirkbûnê bûyî partî û di nav dewletê de bûyî deng û destê herî bi bandor, ango Devlet Bahçelî, ev qonaxa nû vekir. Ango kesekî ku li hemberî me pêşengê şerekî bê eman Devlet Bahçelî, ji şandeya DEM’ê re wiha dibêje: “Min tevahiya emrê xwe ji bo vê xerc kir, lê niha dixwazim pêşiya qonaxeke nû vekim.” Li gorî min ev jî, îfadeya bangeke vekirî ya aştî û civaka demokratîk e. Hem bangeke aştiyê ye, hem jî hevgirtî ye. Hem jî bangeke aştiyê ya xwediyê naverokeke demokratîk e. Pêşketin hinekî vê nîşan didin. Û tekane encama em ji vir derxin ew e ku, tenê yên şer dikin dikarin aştiyê pêk bînin. Ango ne hêzên duyemîn û sêyemîn, ne hêzên navberê û mutefiq, tenê hêzên berpirsyariya şer girtine ser milê xwe, dikarin berpirsyariya aştiyê jî bigirin ser milên xwe. Ji ber ku aştî jî herî kêm qasî şer tiştek cidî ye. Û berpirsyariya bûyereke wiha cidî jî, tenê kesên dereceya yekemîn girtine ser mile xwe dikarin xwedî lê derkevin. Lewma vî şerî dewlet dimeşîne. Ez pêwîstî dibînim ku, ev şerê ligel dewletê, li ser esasê aştiyê veguherînim ceribandina destpêkek nû. Di van şeş mehên dawî de ev hat ziman. Me jî pir bi îsabet biryar da ku ev destê hatiyê dirêjkirin li hewa nemîne, ev dengê ku bilind dibe bêolan nemîne û me bersiv da. Me weke berpirsyar û rêveberê vî şerî yê yekemîn xwe berpirsyar dît û bêyî ku dereng bimînin me bersiv da. Ev jî, ji raya giştî re hatiye parvekirin. Îfadeya wê jî wiha ye: Ancax yên şer dikin, dikarin aştiyê bikin. Hêza muxatabên din a pêkanîna aştiyê nîn e. Di rêza duyemîn de ne, ya jî alîkar in. Însiyatîfa esas ya kesên pêşengtiya van karan dike ye. Wiha ket rêyekê, li gorî min rêbazek tendurist e. Li ser bingehê vê rêbazê me destpêk hinekî berfireh kir û di çavdêriya dewletê de, bi vê civîna xwe em bernameya xwe amade dikin. Em di nav hewldana civakek demokratîk ya çawa de ne. Em dixwazin ji vê qonaxê derbas bibin. Ev çi ye? Taybet ligel komara Tirkiyê, ji şer û pevçûnên cudaxwaz derkevin û derbasî pêvajoya aştî û yekîtiya demokratîk bibin. Ji bo