Piştî rizgariyê li Cezayîrê çi diqewime?
Pêşeng û sempatîzanên FLN’ê li hemberî mêtingeriya Fransayê şerekî bêhempa kirin û di dawiyê de ew têk birin.

Pêşeng û sempatîzanên FLN’ê li hemberî mêtingeriya Fransayê şerekî bêhempa kirin û di dawiyê de ew têk birin. Hemû dinya vê yekê dizane lê piştî ku FLN li Cezayîrê bû xwedî hêz, pergala fransiziyan ji xwe re mînak girtin û xwestin li ser vê pergalê hişmendiya xwe ava bikin.
Navê rejîma xwe kirin “Komara Gel a Demokratîk a Cezayîrê” û navê şêwaza birivebirina xwe jî kirin “Komara Sosyalîst” lê di encamê de hemû biryar di destê partiya FLN’ê de bûn û wê çi biryar bida, di fermiyetê de ew derbas dibû. Der barê birêvebirina hikûmetê ango sazkirina dewletê de pir qels bûn û hema bêje serê xwe qet bi vê mijarê re neêşandibûn. Plansaziyek berfireh amade nekiribûn. Ji lewma xwestin bi pergala heyî bidomînin. Modela ku berê ew li hember disekinîn û şer dikirin pejirandin û xwestin civak jî hînî vê modelê bibe û bipejirîne. Şêwaza jiyanê ya dixwestin li Cezayîrê bi cih bibe, şêwaza jiyana fransiziyan bixwe bû.
Fransiziyên herêmî
Belê rast e, fransiziyan Cezayîr terikandin çûnlê di cihê wan de vê carê ‘fransiziyên herêmî’ derketin holê ku tu cudahiya wan ji yên berê tune bû. Wek ku di çîroka jorê de jî heye, ji jor de li civakê nêrîn û bi awakî kirêt xwestin gel bextewar bikin. Nêrîneke qure ya serdest peyda bû li Cezayîrê. Mixabin hêz û otorîte ev hişmendî ava dikir. FLN bi vê nêzîkatî û hişmendiya xwe dest bi xebatê kir. Beriya ew bixebitin û biafirînin bi darbeya leşkerî xwestin her kes heman tiştî bifikire û azadî binpê kirin. Bi hizra jakobenîzma fransiziyan tevgeriyan û xwestin li Cezayîrê netewe-dewleteke bi vî rengî saz bikin. Bi biryar û destûra bingehîn gelê ereb wek serdest nîşan dan; berberiyan û zimanê wan biçûk dîtin; di fermiyetê de tenê zimanê erebî pejirandin. Dînê îslamê di ser hemû dînên din re dîtin; xiristiyan û cihû tune hesibandin. Mafên mirovan, bi taybetî yên jinan binpê kirin. Gelek rojnameger hatin girtin û kuştin; rê li ber çapemeniya azad hate girtin. Nivîskarên dijberî wan ji ber şert û mercan mecbûr man birevin derveyî welêt.

