Rêveberên şaredariyên DEMê rewşa xwe niqaş kirin

Rêveberên Şaredariyên DEM Partiyê di Konferansa Rêveberiyên Heremî de 4 rojan rewşa xwe nirxandin.

1 deqe xwendin
Rêveberên şaredariyên DEMê  rewşa xwe niqaş kirin

Konferansa Rêveberiyên Heremî ya Demokratîk ku li Çand Amedê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê hate lidarxistin di roja 4emîn de bi dawî bû. Du rojên ewil Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk bi dirûşma ‘Bi îradeya jinan em dibin komun, bi rêveberiyên herêmî civaka azad dihûnin’ li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat. Du rojên dawî de jî bi tevlêbûna gelek siyasetmedar, heşaredar û endamên meclisên şaredariyan pêk hat. Hevserokên Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, Berdevkê Înîsiyatifa Demokratîk Mehmet Kamaç, parlamenterên DEM Partiyê û gelek siyasetmedar beşdarî konferans bûn. Di konferansê de li ser rêveberiyên heremî, rêveberiyên komunal û rê û rêbazan nîqaş hatin kirin. Bi taybetî li ser peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji konferansê re şandibûn rawestiyan. 

Tê payîn ku dê encannameya konferansê rojên pêş te bê aşkerekirin.