Rêzedersên Kurmancî 22 - Raweyên Lêkeran
RAWEYÊN LÊKERAN

RAWEYÊN LÊKERAN
Rawe nîşandayîna teşeya lêkeran e. Qertaf û hêmanên ku wateya dem û xwestekê didin lêkeran, qertafên raweyê ne.
Raweyên Demê
Raweyên demê di hevokê de deman nîşan didin. Ango dema ku karek dê pêk bê, pêk tê yan jî pêk hatiye nîşan didin. Hemû demên borî û hinek raweyên daxwaz û xwestekî li ser bingeha rayeka dema borî ava dibin.
- Dema Boriya Têdeyî(Diyar)
\t
Dema ku bûyerek di demeke diyar û nêz de pêk hatibe, ew dem dema boriya têdeyî ye. Dema ku qertafên raderîn ji lêkerên resen bên avêtin, teşeya dema boriya têdeyî ya li gorî kesê sêyemin û yekjimar derdikeve holê. Forma pêkanîna dema boriya têdeyî wiha ye;
Rayeka Dema Borî +Qertafa Cînavkên Kesane
Di lêkerên negerguhêz de ji ber ku bireser nîn e, lêker li gorî kirdeyê tê kişandin. Di hevokên van lêkeran de kirde navdêr û cînavkên xwerû ne.
Mînakên ji bo lêkerên negerguhêz ev in.
Lêkerên Xwerû Lêkerên Pêkhatî
Ez hatim. Ez raketim
Tu hatî. Tu raketî.
Ew hat. Ew raket.
Em hatin. Em raketin.
Hûn hatin. Hûn raketin.
Ew hatin. Ew raketin.
Mînakên ji bo lêkerên gerguhêz
Di lêkerên gerguhêz de kirde navdêr û cînavkên tewandî ne. Lêker li gorî bireserê têne kişandin.
Lêkerên Xwerû Lêkerên Pêkhatî
Min tu dîtî.Min tasek dew vexwar.
Te ez dîtim. Te tasek dew vexwar.
Wê ew dît. Wê tasek dew vexwar.
Me hûn dîtin. Me tasek dew vexwar.
We em dîtin. We tasek dew vexwar.
Wan ew dîtin. Wan tasek dew vexwar.
Di demên borî de neyînî
Di hemû demên borî de ji bo ku lêker bên neyînîkirin qertafa neyînîyê di forma “ne”yê de tê bikaranîn. Qertafa “ne-“yê beriya lêkerê tê û bi lêkerê ve tê nivîsîn.
Mînak:
Zîlanê pênûsa xwe neda.
Siyabendî Xecê nedît.
Ew îsal jî ne


