Rojnamegeriya Azad-zext û hêvî

Her çend pêşketina medyaya civakî û amûrên dîjîtal şertên belavkirina agahiyan hêsantir kiribe, lê girîngiya rojnamegeriya ku vedikole û rastiyan derdixe holê kêm nebûye, belkî zêdetir jî bûye.

1 deqe xwendin
Rojnamegeriya Azad-zext û hêvî

Çavdêriya desthilatdaran, avakirina pirsên ku civakê eleqedar dikin, agahîdan û belavkirin, nirxandina pirsên civakî erkên sereke yên kare rojnamegeran e. Dema ku rojnameger karê xwe dike, divê alîgir nebe, ango objektîf be. Heger rojnameger li berjewendiyên xwe bifikire, risk heye ku bitirse yan jî ew xwebixwe sansor bike. Mixabin, li welatên wekî Tirkiyeyê gelek caran rojnameger tekiliyên baş bi siyasetmedaran re wek prestîj dibînin.

Gava mirov li kar û berpirsiyariyên rojnamegeran û li rewşa rojnamegeriyê binêre, dibîne ku bêalibûn ne ewqas hêsan e. Tesîra desthilatdaran a siyasî, bi rêya reklaman û derfetên aborî, wisa dike ku karê rojnamegeriyê di nav xeterê de be. Ev yek jî gelek caran dibe sedama ku rojnameger bialî tevbigere. Ev pirsgirêk bi giştî li hemû cîhanê heye, lê li civakên ku demokrasî lê qelse ev yek zêdetir ber bi çav in.

Tirkiye, wek welatek ku bi rêvebirina otorîter tê rêvebirin, di nav welatên ku rojnameger nikarin azad karê xwe bikin de cih digire. Li gor rapora rêxistina Rojnamegeren Sinor nenas, di sala 2023yan, Tirkiye di nav 180 welatan ku rojnamevan azad kar dikin, di rêza 151an cih digire. Heman salê 50 rojnameger hatine girtin.

Her çend pêşketina medyaya civakî û amûrên dîjîtal şertên belavkirina agahiyan hêsantir kiribe, lê girîngiya rojnamegeriya ku vedikole û rastiyan derdixe holê kêm nebûye, belkî zêdetir jî bûye.

Rojnamegerên kurd hîn jî nikarin bi temamî azad kar bikin, astengiyen siyasi yen weke dewleten desthilatdar, Tirkiye. Ji bo avakirina medyayeke alternatîf, bi dehan rojnamegerên kurd li bakur di girtîgehên Tirkiyede, ew dîl hatine girtin bo ku xwe kare yê ragandinê nekin. Di salên 90’an de jî bi dehan hatin kuştin li Tirkiyê. Rojnamevaniye bakur gelek caran deyndare van rojnamevanane ji bo ku bibin deng u awaza gelê xwe jiyana xwe ji dest dan.

Astengiyen civakî, ziman û tesira siyasetê xalen sereke  ku ez dikarim disa weke astengî li hember rojnamageriyêke beali binav bikim. Heger rojnamevan bi giştî xwe weke parezvane civake bibinîn, ango ferdeki ji civake, xwe ne weke elît (bijert) nebinîn ewe profesioneltir bibin.

Hemû xalên li jor li gor min wisa dikin li gor min ku rojnameger nikarin ji rewşeke awarte derbas bibin û hewld bidin ku li bersiva hemû pirsgirêkên civakî bigerin.