Şandeya DEM Partiyê ji Girava Îmraliyê vegeriya
Şandeya DEM Partiyê ya ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê piştî çûn li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn, ji Girava Îmraliyê vegeriyan.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlementerên DEM Partiyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqa Sedsalê Faîk Ozgur Erol pek tên ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, çûn Girava Îmraliyê. Şandeyê piştî li Îmraliyê hevdîtin pêk anîn ji Girava Îmraliyê vegeriya.
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê diyar kir ku Şandeya Îmraliyê dê piştre têkildarî hevdîtinê daxuyaniyê bide.
Şande herî dawî di 27ê Adarê de bir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk anîbû.


