Selîm Zencîrî yê PDK-Îyî: Armanc têkbirina yekîtiyê ye
Selîm Zencîrî yê PDK-Îyî der barê derxistina PJAKê ya ji konferansa Londonê wiha got: “Xuya dike ku dijminên kurdan naxwazin kurd yekgirtî bin. Ji ber vê jî di her derfetê de êrişê me dikin. Hevpeymana ku me partiyan di nav xwe de ava kiriye ne tiştek biçûk e ku bi mijarên wiha biçûk têk biçe.”

Kongreya Azadiyê ya Îranê (Iran Freedom Congress) a ku li Îngilistanê di meha adarê de hatibû avakirin dê di navbera 28-29ê adarê de li Londonê bi sernavê ‘Kongreya Azadiyê ya Îranê’ kongre li dar bixe. Dihat payin ku rûniştina ewil a kongreyê, bi beşdariya zêdetirî 30 aktivîstên siyasî, sivîl û sendîkayî were lidarxistin û hatibû ragihandin ku Komîteya Karên Derve ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku endama Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê ye jî dê tev li vê kongreyê bibe.
Lê komîteya kongreyê li PJAKê geriya û jê xwest ku tev li kongreyê nebin. PJAK piştî vê helwestê daxuyaniyeke da û got ku divê ‘îdiaya ku Komele û PDK-Î di girtina vê biryarê de rol lîstine were lêkolînkirin’.
Berdevkê Dîplomasiyê yê Ewropayê yê PJAKê Zagros Enderyarî, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamya re got ku komîteya kongreyê li wan geriyaye û gotiye ‘Em xemgînin lê hûn nikarin tev li civîna sibê bibin. Komele û PDK-Îyê gotine ku PJAK tevli civîanê bibe em ê tevli civînê nebin’.
Zagros Enderyarî der barê mijarê de got: “ Ji me re wiha hat gotin lêbelê em bi rastiya vê rewşê nizanin. Heke ev rast be, ev helwest ne helwestekî dikare were qebûlkirin û demokratîk e. Dibe ku tiliya derdorên cuda jî di nava vê nêzikatiyê de hebe. Dibe ku ev nêzikatî yekser daxwaza Îranê jî be. Wekî min got hêj agahiyên zelal li ber destê me nînin. Li ber destê me tenê agahiya komîteyê daye me heye.”
Em der barê mijarê de bi endamê Komîteya Navendî yê PDK-Î Selîm Zencîrî re axivîn. Selîm Zencîrî di axaftina xwe de da zanîn ku tu Komele, PDK-Î û PJAK dê tevli kongreya li Londonê bibûna û wiha got: “Em hersê partî jî bi awayeke fermî hatibûn vexwendin lê komîteya kongreyê nexwestiye ku PJAK here civînê. Tu eleqeya me bi vê mijarê re nîn e. Hevpeymaniya niha di navbera partiyên kurd ên li Rojhilat di qada navneteweyî de xwedî îtîbareke mezin e. Divê tu hêz ne alîgirê têkbirina vê yekitiyê be. Heryekê ku di nav vê hewldanê de bin dê li heberî dîrok, kurd û Kurdistanê şermezar bibe.”
Komîteya Navendî yê PDK-Î Selîm Zencîrî ji bo îdiyayên ku ev biryar bi zextên partiyên Azerbaycanê (bi piştgiriya Tirkiyeyê) pêk hatine jî wiha got: “Der barê mijarê de agahiyên min ên zelal nîn in lê xuya dike ku dijminên kurdan naxwazin kurd yekgirtî bin. Ji ber vê jî di her derfetê de êrişê me dikin.”
Selîm Zencîrî di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: “Ji bo mijara behsa xeberê em bi PJAKê re di nav dan û standinan de ne. Hevpeymana ku me partiyan di nav xwe de ava kiriye ne tiştek biçûk e ku bi mijarên wiha biçûk têk biçe.”


