Şêniyên Mexmûrê 1025 rojin ji bo azadiyê nobetê digirin

Nobeta dorveger a li Wargeha Mexmûrê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin 1025 roj li pey xwe hişt. Çalakvanan peyama, “Hemû xebat û jiyana me girêdayî azadiya Rêber Apo ye” dan.

1 deqe xwendin
Şêniyên Mexmûrê 1025 rojin ji bo azadiyê nobetê digirin

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20ê Tîrmeha 2023an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 1025an de bi koma 201an de jî bi biryardariyek xurt didome. Merasîma dewirgirtina çalakiya nobetê li navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê hat lidarxistin û endam û rêveberên saziyên civakî û gelek şêniyên wargehê amade bûn. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê koma 200iyemîn ya ku wê nobetê dewr bike Segvan Roboskî axivî.

Segvan Roboskî da zanîn ku çalakiya nobeta dorveger gihiştiye koma 201’emîn û diyar kir ku ewê heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were, vê çalakiyê bi biryardariyek xurt bi domînin.

Segvan Roboskî bal kişand ser azadiya fizîkî ya Rêber Apo û got: “Heya  azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk neyê, wê azadiya tevahî civaka Rojhilata Navîn pêk neyê, wê li her çar parçeyên Kurdistanê jî jiyanek azad pêk neyê. Ji ber ku hemû xebatên me û jiyana me bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li Rêber Apo derbikevin û xwedî li çalakiyan derbikevin.