Şenyaşar: Destên xwe yên bixwîn, ji ser edaletê rakin
Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya nobeta ‘Edalet’ê ya li ber edliyeya Rihayê di roja 51’yemîn de didomîne.

Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya nobeta ‘Edalet’ê ya li ber edliyeya Rihayê di roja 51’yemîn de didomîne.
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar îro danê sibehê çûn ber edliyaya Rihayê û çalakiya xwe ya ji bo daxwaza pêkhatina ‘Edaletê’ li dar xist.
Malbatê bi kaxizên li ser “Em edaletê dixwazin” û “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî pêk hat” nivîsandî, rastiya komkujiyê vegotin.
Li ser hesabên malbata Şenyaşar ên medya civakî wiha hat gotin: “Zilma li me hat kirin, dibe gelgefîlm. Di demek nêz de, wê bibe romaneke trajîk. Mijar: Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî; karakterê sereke: Parlamenter Î.H. Yildiz; karakterê alîkar: Malbata Yildiz û Sponsor: Pergala darazê ye. Êdî wan destên xwe yên bixwîn, ji ser edaletê rakin.”
Çi bûbû?
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartina giştî ya 24’ê hezîrana 2018’an, alîgir û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îhbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribû û Haci Esvet û kurên wî Adil û Celal kuştibûn. 2’yê nîsanê Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Meletiyê li Fadil Şenyaşarê girtî 37 sal û 9 meh û li Enver Yildiz jî 18 sal ceza birî. Malbata Şenyaşar bi daxwaza pêkhatina ‘Edalet’ê 51 roj in li ber edliyeya Rihayê û di dema qedexeyên derketina derve de li malê nobeta ‘Edalet’ê didomîne.
RIHA


