Siyasetmedarên kurd li pêş KE yê bang kirin: Mafê hêviyê nas bikin!
Siyasetmedarên kurd li pêşiya Konseya Ewropayê (KE) bang li Komîteya Wezîran a KE yê kirin û xwestin Mafê Hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas bikin.

Di çarçoveya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya di navbera 9-11ê Hezîranê de, siyasetmedarên kurd û Kurdistanî yên di însîyatîfa “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de cih digrin, li pêşiya Konseya Ewropayê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de xwestin ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “mafê hêviyê” were naskirin. Her wiha bang li saziyên Ewropayê kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Li ser navê komîteyê siyasetmedarê Kurd Hişyar Ozsoy daxuyaniyê xwend û wiha got, “Em îro li vir in ku rola kilîd a Abdullah Ocalan ji bo aştiyê nas bikin û destnîşan bikin ku ji bo bi rêya çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd aştî were pêkanîn, divê Abdullah Ocalan azad bibe.”
Biryara DMME bi bîr xistin
Ozsoy bi bîr xist ku 12 sal bi ser biryara ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê doza Rêber Apo de daye derbas bûye û wiha got, “Di vê biryarê de hatibû hikmkirin ku cezayê muebetê yê girankirî li dijî qedexeya êşkenceyê ye û divê Tirkiye mafê hêviyê bide Ocalan û hemû girtiyên din ên ku di heman şert û mercan de têne girtin. Lê 12 sal in tu guhertin nehate kirin. Di Îlona 2025’an de Komîteya Wezîran heta dawiya 2026’an dem da Tirkiyeyê ku Plana Çalakiyê pêşkêş bide ku diyar bike ku wê “mafê hêviyê” çawa pêk bîne.
Di wextekî krîtîk de ne
Dem krîtîk e û divê bikevin tevgerê. Bêtevgerbûn, xwedî xeteriya ji dest dayîna firsenda aştî û demokrasiyê ya herî girîng a dehan salan e.
Di doza Abdullah Ocalan de naskirina “mafê hêviyê” wê ji bo bidawîkirina rejîma tecrîda girankirî û û avakirina zemînekî hiqûqî ya ji bo berdana Abdullah Ocalan, bibe gavekî ewil a girîng. Ev tenê bandor li ser doza Abdullah Ocalan neke, di heman demê de ji bo bi hezaran girtiyên ku di heman çerçeveya hiqûqî de têne girtin, gavekî berfirehtir ji bo demokratîkbûn û xurtkirina dewleta hiqûqê temsîl bike.
Di cîhanekî ku pevçûn û şer bi lez belav dibin de, Abdullah Ocalan dengê aştiyê ye. Ji sala 1993’an ve gelek caran û herî dawî bi banga xwe ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a di 2025’an de, çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd armanc kiriye û her tim ji bo aştiyê xebitiye. Bi milyonên Kurdên li çar aliyên cîhanê wî wekî serok û nûnerê xwe yê rewa dibînin; gelek navên ji aliyên cuda jî rola wî ya muzakerevan a di pêvajoya heyî de qebûl bikin.
‘Dê azadiya Rêber Apo çareseriyê bîne’
Ji 82 xelatgirên Nobelê tevlî vê bangê bûn; nameyek ji bo naskirina mafê hêviyê û qebûlkirina rola Abdullah Ocalan wekî pêkanîner û dengê aştiyê û her wiha wekî aktorekî navendî ya çareseriya pirsgirêka Kurd, şandin.
Em îro di demeke krîtîk de ne ku pêşeroja civaka Kurd û hemû gelên ku li Tirkiyeyê jiyan dikin, wê diyar bibe. Ji bo ku Abdullah Ocalan di pêvajoya dewam dike de rola xwe bi awayekî azad bi cih bîne û ji girtîgehê were berdan, divê şert û mercên pêwîst bên avakirin. “
Daxwazên xwe anîn ziman
Hişyar Ozsoy daxwazan bi vî rengî rêz kir:
“Tavile pêkanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya di 2014’an de û naskirina “mafê hêviyê”.
Xurtkirina kontrol û zexta siyasî ya Komîteya Wezîran li ser Tirkiyeyê; ger hewce bê dîtin pêkanîna prosedurên binpêkirinê.
Azadiya Abdullah Ocalan û pêkanîna tevlîbûna wî ya tam ji bo pêvajoya aştiyê.”
Dîlan Taşdemîr: Divê mafê hêviyê pêk bê
Siyasetmedar Dîlan Dirayet Taşdemîr jî biryara DMME’yê ya derbarê Rêber Apo de bi bîr xist û anî ziman ku divê tavile ev biryar were pêkanîn.
Dîlan Dîrayet Taşdemîr destnîşan kir ku divê dawî li tecrîda 27 salan were anîn û wiha got, “Em dixwazin ku ev biryarên ku hem ji aliyê DMME û hem jî ji aliyê Komîteya Wezîran a KE’yê hatine girtin, were pêkanîn û bi diyalogê şert û mercên çareseriya siyasî were avakirin.


