Statukoya riziyayî

Yek ji xalên herî balkêş ên vê dema dawî, projeya "Tifaqa Şeşalî" ye ku Netenyahu anî ziman. Ev tifaqa ku ji Hindistanê heta Yunanistanê dirêj dibe, armanc dike ku li dijî her du eniyên Îslama Siyasî (sûnî û şîe) bisekine.

1 deqe xwendin
Statukoya riziyayî

Îro li Rojhilata Navîn pêvajoyeke wisa kûr û aloz bi rê ve diçe ku êdî pênaseya "Şerê Cîhanê yê Sêyem" ji bo şîrovekirina bûyeran dibe pênaseya herî rasteqîn. Ev şerê ku em tê de ne, ne tenê pevçûneke leşkerî ya asayî ye; berevajî, hewldaneke sîstematîk a hêzên hegemonîk e ku dixwazin nexşeya siyasî, aborî û civakî ya sedsala borî ji binî de hilweşînin û li ser kavilên wê hevsengiyên nû ava bikin. Di vê çarçoveyê de, guherînên ku rojane û carna jî saet bi saet diqewimin, ne ji hev serbixwe ne. Têkiliyên dîplomatîk, peyamên nerm û şerên dijwar, hemû wekî parçeyên lîstikeke mezin a stratejîk tên meşandin.

Mînaka herî berçav a vê rastiyê, pêvajoya muzakereyên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îranê de ye. Dema ku peyamên nerm û hevdîtin pêk dihatin, ji nişka ve şerê di navbera Afganistan û Pakistanê de derket û di pey re êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kirin. Ev yek nîşan dide ku tu aloziyek bi tesadufî dernakeve; pevçûnên li ser sînorên Pakistan û Afganistanê, di bingeha xwe de amadekariya zemîna êrişa li ser Îranê bûn. Çawa ku di her du şerên cîhanê yên borî de armancên aborî û kontrolkirina rêyên bazirganiyê hebûn, di vê qonaxa nû de jî hêzên global dixwazin serweriya xwe ya li ser Asya û Ewrûpayê bi rêya Rojhilata Navîn garantî bikin. 

Di vî şerê ku sî salên dawî de kûrtir bûye de, diyare ku êdî ber bi encamekê ve diçe. Peymana Sykes-Picot a ku sed sal berê hatibû morkirin, êdî temenê xwe qedandiye û nikare rastiya herêmê binixumîne. Ev rizandina statukoyê herî zêde dewletên netewe-perest ên wekî Tirkiyeyê dixe nava tirsê. Ji ber ku lawazbûna navendên desthilatdar û belavbûna sînorên kevin, dibe sedem ku rastiya Kurdistanê, bi taybetî jî a rojhilatê Kurdistanê, bêhtir derkeve pêş. Tê fêmkirin ku di nexşeya nû ya herêmê de, ji bilî Îsraîl û hin dewletên ereban, êdî cihê dewletên navendî û xurt tune ye. Pergaleke nû tê amadekirin ku tê de nasname, çand û baweriyên cuda hebin, lê ev ne ji bo demokrasiyê, bêhtir ji bo ku sermayeya global bi hêsanî herêmê birêve bibe tê kirin.

Yek ji xalên herî balkêş ên vê dema dawî, projeya "Tifaqa Şeşalî" ye ku Netenyahu anî ziman. Ev tifaqa ku ji Hindistanê heta Yunanistanê dirêj dibe, armanc dike ku li dijî her du eniyên Îslama Siyasî (sûnî û şîe) bisekine. Ev tê wê wateyê ku piştî Îranê, dor wê bê ser Tirkiyeyê jî. Ji bo ku ev plan bi ser bikeve, xuya ye ku di navbera hêzên mezin de bazarî hatine kirin: Dibe ku Ukrayna ji Rûsyayê re û Taywan ji Çînê re hatibe hiştin, da ku ew li hemberî êrişên li ser Îranê û guherandina nexşeya Rojhilata Navîn bêdeng bimînin.

Di nav vê kaos û nediyariya mezin de, hêza herî girîng a ku dikare encaman biguherîne, îradeya rêxistinkirî ya kurdan e. Ji bo kurdan, riya rizgariyê di piştbêstina bi hêza cewherî û avakirina tifaqa rast de derbas dibe. Di qada stratejîk de tifaqên bi gelan û hêzên demokratîk re, di qada taktîkî de jî dîplomasiyeke zîrek û bêyî hestiyarî dikare kurdan bike aktorê sereke yê sedsala nû. Divê em bizanibin ku Rojhilata Navîn di nava krîzeke mezin de ye û jinûve tê avakirin. Eger di vê serdemê de şert û mercên heyî rast xwendin, di rizandina statukoyê ya sed salên borî de herî zêde yên ku bi sedsalan hatine tepisandin dikarin bi ser bikevin.

Di encamê de, di vê serdema şer û guherînê de, derfetên dîrokî dikevin pêşiya kurdan. Eger kurd karibin hêza xwe ya cewherî rêxistin bikin û tifaqên stratejîk û taktîkî bi hişmendiyeke dîplomatîk bimeşînin, dikarin bibin lîstikvanê serketî yê vê sedsalê. Êdî li Rojhilata Navîn tu tişt wekî berê nabe; dewletên ku xwe li ser înkar û netewe-perestiyê ava kirine hildiweşin û ber bi nexşeyeke nû ve gav têne avêtin.