Teşebiseke pêwîst û wêrek

Avakirina Tora Ziman û Çanda Kurdî teşebiseke pêwîst û wêrek bû.

1 deqe xwendin
Teşebiseke pêwîst û wêrek
Avakirina Tora Ziman û Çanda Kurdî teşebiseke pêwîst û wêrek bû. Ger tor bikaribe xwe bigihîne hemû kurdan û cîgehên ku kurd lê dijîn, dê mekanîzmayên dînamîk di nav kurdan de ava bike
Onto-polîtîkaya neteweyî û zimanî/çandî ya li ser kurdan li Tirkiyeyê zêde ji hev cuda nehatiye avakirin. Reftarên li dijî kurdan û ziman/çanda wan, di nav daîreyeke yekpare de ne û encamên wan jî bi hevdu ve girêdayî ne. Geşedan û serboriya kurdî li Bakur û li Tirkiyeyê di nav berxwedan û êrîşan de teşe girtiye. Ziman çiqas alava kolonîzekirinê be ewqas wek alava dekolonîzekirinê jî tê fehmkirin. Loma di wê onto-polîtîkayê de, bertek, îtiraz, keftûleft û berxwedana kurdan û kurdî jî, di nav wê daîreyê de encam daye. Ji ber vê rageşiya ontolojîk, kurdî nikare bibe meseleyeke asayî. Têkçûna wê jî, rewac û serkeftina wê jî bi vê onto-polîtîkayê ve girêdayî ye. Li aliyekî polîtîkayên zimankujî û çandkujiyê, li aliyê din berxwedana li dijî wê tê dayîn. Li aliyekî mekanîzmayên piştaftinê, li aliyê din hewldana têkbirina wan mekanîzmayan û berxwedana domdar a li dijî wê. Polîtîkayên pişaftinê, bingehîn, dîrokî û sîstematîk in, lê nemaze di 3-4 salên dawî de dozaja wan û encamên wan, alarm û hişyariyekê dide û bangewaziyekê li kurdan dike. Nexasim piştî pratîka qeyûman û vesazkirina sîstema dewleta tirk, êrîşên li ser ziman û çanda kurdî jî bi sîstematîktir tên meşandin. Ew polîtîka tenê ne Bakur, êdî di pratîkê de li Rojava jî tê meşandin. Helbet kêşeyên ziman û çanda kurdî meseleyeke piralî û berfireh in û çareserkirin û normalîzekirina wan karê plansaziyeke bi salan e. Di vê plansaziyê de pêdivî ji doh zêdetir bi hevahengiyekê heye. Geh ji ber xemnexuriya navxweyî, geh jî ji ber pêkutî û spartina ji derve, ziman û çanda kurdî nikare ji xwe re cokên siruştî ava bike. Di nav vê rewşê de ziman û çanda kurdî geh bi ser polîtîkayê re tê nirxandin, geh wek alaveke polîtîk, geh wek qadeke berxwedanê, geh jî êdî wek sembolekê tê teswîrkirin. Her çi dibe bila bibe lê tenê