Tirkiya min nîn e
Mirtib li kuderê cihekî xweş hebe, diçin li wê derê konên xwe vedigirin. Wê havînê jî çûbûn gundê Şahgeldî li biniya gund konên xwe vedigirin. Demsal havîn e hemî pez û dewarên gundiyan li derve ne.

Mirtib li kuderê cihekî xweş hebe, diçin li wê derê konên xwe vedigirin. Wê havînê jî çûbûn gundê Şahgeldî li biniya gund konên xwe vedigirin. Demsal havîn e hemî pez û dewarên gundiyan li derve ne. Li her derî orîna dewaran û zirezira keran e. Tu dibêjî qey Şahgeldî bûye metropol. Li her derî qêrîn û qerebalix heye. Şahgeldî ji ber ku cihekî stratejîk e hemî firar û mehkûm xwe li wê digirin û her şev leşker diavêjin ser gund. Wê şevê jî leşker têne gund û rastê konên mirtiban tên. Konên wan bi serê wan de xira dikin. Resûlê mirtib jî ji nav konan direve û diçe ber mala Simayil û bang dike dibêje: "Simayil ji bona xwedê tu werî, leşkeran em qelandin."
Simayil dertê derve û dibêje: "Kuro çi qerebalixa te ye? Vê şevê qey tu dîn bûyî?"
Resûl: "Ez di bextê te da me. Zû were leşkeran em wêran kirin." Simayil dibêje niha Resûl tu dibêjî çi, leşkerê çi?"
Resûl: "Heyra welahî min tiştekî weha nedîtiye û dibêje nîvê şevê bû min ewqas dît ku qêrîn bi zarokan ket, min got qey çêleka bi ga li me qelibîye. Dîtina ku min dît leşkeran em dorpêç kirine û zar û zêç di bin lingên wan de pelixîn." Û dibêje: "Simayil ez di bextê te da me tu werî welahî em hêrandin van kafirbavên ji hev kafirdavtir."
Simayil: "Resûl niha ez ê werim çi bikim?"
Resûl: "Were ji wan re bibêje vana mirtib in bila dev ji me berdin."
Simayil: "Ma mişka zimanê te xwariye tu çima nabêjî?"
Resûl: "Ma tu nizanî ku tirkiya min nîn e? Welahî tirkiya min hebûna ez nedihatim. Lê xwedê jî zane ku nîn e."
Simayil: "Vê şevê û tirkî?"
Resûl: "Na lo niha tu bi şev bi tirkî nizanî?"
Simayil: "Zanim lê nikarim bipeyivim, tarî ye!"
Resûl: "Wax li min û li vê bêkeysiyê. Welahî hetanê ku bibe sibeh wê mala me xira bikin. Wê zarokan hişko biringo bikin." Û didomîne:
"Tirkîya ku bi kêrî şevê neyê jehr têkeve wê tirkiyê."


