Tiştanok (mamik)

Dîsa em dixwazin hin tiştanokên nû bi we hêjayan re parvekin. Em hêvî dikin ku li gorî dilê we bin.

1 deqe xwendin
Tiştanok (mamik)

Dîsa em dixwazin hin tiştanokên nû bi we hêjayan re parvekin. Em hêvî dikin ku li gorî dilê we bin.

Kî dizane ev çi ye?

1- Sê tişt di ser pirê re derbas bûn. Yek ji wan pir dibîne û pêl dikê û derbas dibe; yek dibîne û pêl nakê lê ew jî derbas dibe; yê din ne dibîne û ne pêl dikê lê derbas dibe.

2- Kumikê xezala gindirî newala.

3- Apê sincik bazda quncik.

4- Biharan bûk e, havînan sûk e, zivistanan pepûk e.

Bersivên me ev in:

1-Dayikeke ducanî ye û zarokek li ser milê wê ye.

2-Teşî an jî

tûmikê botavê.

3-Mişk.

4-Dara fêkiyê.