Tiştanok (mamik)
Me dîsa ji we re çend tiştanokên (mamik) xweş amade kirin. Em bi hêvî ne ku li gorî dilê we bin. Bi malbatî dîsa van tiştanokan ji hev bipirsin û tasekê ji kaniya da û dapîran, bav û bapîran vexwin.

Me dîsa ji we re çend tiştanokên (mamik) xweş amade kirin. Em bi hêvî ne ku li gorî dilê we bin. Bi malbatî dîsa van tiştanokan ji hev bipirsin û tasekê ji kaniya da û dapîran, bav û bapîran vexwin. Tiştanok bi gotina ‘kî dizane ev çi ye’ yan bi gotina ‘mamê mino mamanî’ dest pê dike.
1- Bav ciwan kur rûspî
kî dizane ev çi ye?
2- Mamê mino mamanî
Bê serî û bê ling
Diherike li bajar û gund
3- Mamê mino mamanî
Bejna wê bejna bûkan
Hêkên wê hêkên çûkan
Bersivên me ev in:
1- PemBo
2- Çem
3- Çifte , tiving
Çavkanî: Mamikên Botanê ji berhevkariya Rênas Xendekî û Dildar Botî


