Yekîtiya gelan dê planên komplogeran têk bibe
Êrişa van çeteyan a bajar û gundewarên kurdan, tolhildana şikênandina çeteyên DAIŞê ya ji aliyê şervanên HSDê ve ye û ji wê demê heta niha di dilê wan de birînên kûr vekirine.

Cotmeha 2024an, 15 meh berê, di navbera rayedarên dewleta tirk û Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan de ji bo çareserî were peydakirin, pêvajoyeke hevdîtinan dest pê kir û hîn jî didome.
Di vê pêvajoyê de ji aliyê rayedarên dewletê ve gelek gotinên xemilandî yên mîna ‘’kurd û tirk xwişk-bira ne, kurd bêyî tirk, tirk bêyî kurd nabe, tirkên ku ji kurdan hez neke ne tirk e, kurdê ku ji tirkan hez neke ne kurd e’’ hatin kirin.
Lê dema ku mijara statuya kurdên Rojava bû mijara gotinê, heman kesên ku van gotinên xemilandî dikirin, dibêjin nabe ku kurd li Rojava bibin xwedî statu. Li hemberî vê dirûtî û helwesta xapînok a rayedarên dewletê, gelê kurd ê li çar aliyên Kurdistan û cîhanê, bi yek hest û helwestê dibêje ‘’li Bakur aştî, xwişk û biratî, li Rojava şer û înkar nabe’’ û vê dirûtiyê qebûl nake.
Planger û pêşengê şerê li Sûriyeyê dewleta tirk e. Çeteyên OSO, HTŞ û hemû hêzên paramîlîter, ji aliyê artêşa tirk ve tên perwerdekirin, sorkirin û bi ser şervanên HSDê de dişînin ku parastina rewa û rûmeta mirovahiyê dikin.
Erdogan di 2015an de gotibû "Kobanê ket û li ber ketinê ye". Lê şervanên YPG û YPJê bi têkoşînek canbexşane ev gotin pûç kir. Ji ber ku ew gotin pûç bû, niha şerê topyekûn li dijî HSD, YPJ, YPG, nirx, rûmet û hemû destkeftiyên gelê kurd tê meşandin û bi vî awayî hewl didin ku encameke li gorî gotinên Erdogan ên wê demê derbixin holê.
Jixwe ji ber ku HTŞ jî bermahî û berdewamiya DAIŞê ye, derbên ku şervanên YPG, YPJê di dema parastina Kobanê de li DAIŞê dane, di dilê çeteyên HTŞê de birînên kûr vekirine. HTŞ niha li pey tolhildana DAIŞê ye. Bi van êrişên hovane yên li ser gund û bajarên kurdan dixwaze tola têkbirina DAIŞê ya 2015an hilîne.
Lê hêzên ku di bin sîwana HSDê de parastina destkeftî û rûmeta gelê kurd û mirovahiyê dikin, li gorî felsefe û fikriyata rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêjin, ‘’Em xwediyê hêza herî mezin a cîhanê bin jî, em ê êrişî nirx û rûmeta ti gel û neteweyan nekin. Lê hemû hêzên dinyayê bibin yek û bi ser me de bên, em ê ji bo nirx, rûmet û destkeftiyên xwe yên neteweyî bi awayekî canbexşane têbikoşin û van nirxên xwe yên ku bi berdêlên giran hatine bidestxistin biparêzin.’’
Ev berxwedana bêhempa helwest, nêzîkatî û biryardariya exlaqî ya şervanên YPG, YPJê û girêdana pîvanên şervanên HSDê yên mirovane nîşanî dinyayê dide.
Vê helwest û nêzîkatiya HSDê ya exlaqî bala hemû alîgir û dilxwazên aştiyê û azadîxwazan dikişîne. Ji ber vê nêzîkatiya şervanên HSDê ya exlaqî û mirovane, welatiyên dewletên ku di nav koalîsyonê de cih digirin û para wan di peymana nebixêr a bêbextiya li hemberî gelê Rojava de hene, di serî de helwest û refleksa gelê kurd a yekîtî û hevgirtinê, gelên amerîkî, îngilîz, alman û hemû welatan ji bo parastina gelê Rojava li ser lingan in, çalakiyên girseyî yên protestoyî li dar dixin û ev çalakiyên bi heybet bandoreke mezin li rêveber û rayedarên van welatên ku peymana bêbextiyê imze kirine dikin ku, biryarên xwe yên çewt û bêbextiya li hemberî gelê Rojava û tevahiya gelê kurd kirine di ber çavan re derbas bikin û sererast bikin.
Gelên aştîxwaz û azadîxwaz ên van welatan, şahidî kirin ku keç û xortên Kobanê û çar aliyên Kurdistanê di sala 2015an de bi lehengî berxwedana 134 rojan nîşanî hemû dinyayê dan û çeteyên DAIŞê têk birin. Bajarê Kobanê yê ku gelê kurd, wê weke Keleha Dimdimê bi nav dike û dostên kurdan jî weke Stalîngrada hemdem dizanin û dibînin, li ser dilê çeteyên HTŞê ku berdewamiya DAIŞê ye, bû kul û derd.
Êrişa van çeteyan a bajar û gundewarên kurdan, tolhildana şikênandina çeteyên DAIŞê ya ji aliyê şervanên HSDê ve ye û ji wê demê heta niha di dilê wan de birînên kûr vekirine.
Çawa ku di mînakên dîrokê de jî hatiye dîtin, ku her tim mafdar, mirovhez, aştîxwaz û azadîxwaz bi ser ketine, gelê kurd ê ku ji bo xaka xwe, maf û azadiya xwe têdikoşe û şer dike, her wiha pêkhateyên têkoşîna azadiyê, yên ku girêdayê pîvanên mirovahiya hemdem in û mafdar in, wê li Rojava têkoşîna xwe ya parastina mirovahiyê bi serkeftinê tacîdar bikin.


