Zûgotinok

Hefteyek din derbas bû. Ez bawer im we bêriya me kiribû. Îro dîsa di tûrikê me de çend zûgotinok hene û em ê dîsa bi we hêjayan re par ve bikin.

1 deqe xwendin
Zûgotinok

Hefteyek din derbas bû. Ez bawer im we bêriya me kiribû. Îro dîsa di tûrikê me de çend zûgotinok hene û em ê dîsa bi we hêjayan re par ve bikin.

De werin em dest pê bikin û pirsa xwe ya

her tim bipirsin.

→ Gelo kî dikare 3 caran li ser hev bêje:

Çend cildirûn ji vir de çûn

Çend cildirûn jî ji wir de hatin

Van çend cildirûnan ji wan çend

cildirûnan re got

Hey cildirûno

Hûn çend cildirûn in?

→ Heke nikaribî wê bêjî ka vê biceribîne:

Dano dan da conî, mirkut gum da conî

→ Heke ew jî nebû dê ji sedî sed ev bibe:

Dar kir kayê da dest dayê