Tirkiye amade ye ku bibe hêzeke nukleer?
Pêvajoyên jeopolîtîk bi cewherî pir dişibin zagonên xwezayê. Ew di dîrokê de hinek bi rola kesan ve jî girêdayî ne.

Pêvajoyên jeopolîtîk bi cewherî pir dişibin zagonên xwezayê. Ew di dîrokê de hinek bi rola kesan ve jî girêdayî ne. Tirkiye her çiqas hewl bide, xwe ji xwedîbûna çekên nukleerî dûr bixe jî, ew ê (pêvajo û qanûn) bi her awayî wê neçar bikin ku wan bi destê xwe bixe.
Bi hişkî ve "klûba atomê" ne amûrek hêza gerdûnî ye. Encamên bikaranîna wê ji bo yê ku ew sepandiye jî neyînî ye, heke ew bi ser bikeve jî. Çekên nukleerî amûrên şiyarbûnê ne, cureya karta paşîn in ku wiha tê gotin ji bo wê, "wisa be em bi hev re bimirin". Ji ber vê yekê, ji DYA, Rûsya, Çîn, Koreya Bakur re hewce ne, het astekê ji bo Pakistan û Hindistan jî. Lê heta xwedîkirina wê ji bo Fransa û Brîtanyayê jî, berî her tiştî statuyek e ne leşkerî ye.
Ew ji bo Îsraîl û Tirkiyeyê bêhtir bêkêr in. Bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin, hinekî dişibin rêzgirtina li qaîdeyên nenivîsandî. Heta berovajî, pêdivî bi aqilê selîm û mantiqê heye. Mîna çakêtê sor, çente û zincîra zêr a kîlogramî, lidora stûyê Rûsyaya nû ya salên 90’î.
Her çiqas Enqere hesreta vejandina împaratoriya Osmanî li ber çav digire jî, li gor armancên Enqereyê pêdivî bi bikaranîna çekên nukleerî tune ye. Bi bombeya nukleerê teqandina paytexta dijmin misoger nake. Berovajî, gavek wisa dê bibe sedema kombûna dijberan, berfirehkirina hovîtiya şer û berteka hêzên cîhanî.
Di heman demê de, bi diziya serik û teknolojiyên ji welatên xwedan çekên nukleer jî, bidestxistina cebilxaneya xwe bi mesrefên pir giran ve girêdayî ye. Zêdetirî vê yekê, gelek xalên lawazbûnê hene ku bi zelalî di mînaka bernameya nukleerê ya Îranê de tê dîtin. Çend caran dezgehên pîşesaziyê yên pê re têkildar in hatine teqandin? Amûrên nukleerî tên xirabkirin. Pêdivî ye ku ew her 20-30 salan carekê werin nûkirin.
Bi gelemperî, gelek mesref û serêşî hene. Ji ber vê yekê, serokatiya Tirkiyeyê demek dirêj ji vê ramanê dûr ket. Di îlona 2019’an de, Erdogan bi aşkerayî diyar kir ku welatê wî nedixwest çekên nukleerî bistîne.


