3 Enstîtuyên Kurd ên li Ewropayê: Perwerdehiya zimanê dayikê şer e

Enstîtuyên Kurd ên Swîsre, Bruksel û Stockholmê di 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de, daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û destnîşan kirin ku perwerdehiya bi zimanê dayikê şert e.

1 deqe xwendin
3 Enstîtuyên Kurd ên li Ewropayê: Perwerdehiya zimanê dayikê şer e

Enstîtuyên kurdî di daxuyaniyê de bibîrxistin ku 21ê Sibatê di sala 1999an de ji aliyê UNESCOyê ve wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî hatiye îlankirin û diyarkirin ku ev dîrok, ji bo bîranîna xwendekarên zanîngehê yên ku di dema Tevgera Zimanê Bengalî de li Bangladeşê jiyana xwe winda kiribûn, hat pejirandin. Enstîtuyên Kurd ên Swîsre, Bruksel û Stockholmê wiha gotin: “Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ku ji aliyê UNESCO’yê ve di 21’ê Sibatê de hat pejirandin, em zimanê dayikê yê gelê xwe pîroz dikin. Ziman, di jiyanê de amûrê herî girîng ê ragihandinê ye. Her netewe rûmet û hebûna xwe bi zimanê xwe diparêze. Winda kirina zimanê neteweyekê; dibe sedema winda kirina nirx, dîrok, çand û hunera wê.” 

Enstituyên Kurdî diyar kirin ku Roja Zimanê Dayikê bi bîra wan dixe ku parastina zimanê me erka her kesî ye û divê vê nirxa pîroz bigihînin nifşên nû û got: “Li cîhanê nêzî 6-7 hezar ziman hene. Ji van 2.500-3.000 di bin xetereya tunebûnê de ne. Gelê Kurd jî xwedî zimanekî qedîm e. Bi hezarên salan e em li ser axa xwe bi zimanê xwe diafirinîn. Zimanê kurdî yek ji zimanên herî kevn û kokdar ên cîhanê ye.” 

Enstîtuyên Kurdî destnîşan kirin ku Zimanê kurdî ji çar zaravayên sereke; Kurmancî, Soranî, Zazakî û Hewramî pêk tê û gotin: “Her zaravayek bi qasî zimanekî serbixwe têr û tekûz e. Fîlozof, zanyar û rewşenbîrên kurd bi vî zimanî bi sedan destnivîs û berhemên edebî û dîrokî pênûs girtine. Lê belê bi dabeşbûna Kurdistanê ya di navbera çar dewletan de, zimanê kurdî jî bi polîtîkayên înkar û asîmilasyonê re rû bi rû maye.”

Di daxuyaniyê de bi taybetî bal hat kişandin ser polîtîkayên asîmilasyonê yên li Bakurê Kurdistanê û hat diyarkirin ku li gelek deveran bikaranîna kurdî qels bûye. Hat destnîşankirin ku zimanê kurdî bi xetereya asîmilasyoneke organîze re rû bi rû ye.

Enstîtuyan diyar kirin ku parastina ziman tê wateya parastina hebûna neteweyî û bal kişandin ser wê yekê ku perwerdehiya bi zimanê dayikê neçarî ye. Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû:

“Ji bo parastin û pêşxistina zimanekî, perwerdehiya bi wî zimanî şert e. Neteweyek ku bi zimanê xwe perwerde dibe, hem zimanê xwe, hem nirxên xwe û hem jî rûmeta xwe diparêze. Ziman; bîra dîrok, nirx û rûmetê ye.”