34 kurd ketin meclîsên şaredariyên Fransayê
Li Fransayê di hilbijartinên xwecihî de, 34 namzetên kurd ji bo meclîsên şaredariyan hatin hilbijartin.

Gelê kurd di hilbijartinên xwecihî yên li Fransayê de bi hilbijartina 34 namzetan serkeftinek girîng bi dest xist. Encamûn ku di serî de li Île-de-France û Parîsê li gelek bajaran hatin bidestxistin, hebûna civaka kurd a di siyaseta demokratîk de derxist holê. Di nav kesên ku hatine hilbijartin de endamên meclîsa şaredariyan, nûnerên muxalefetê û cîgirên şaredaran hene.
Meclîsa Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) derbarê encamên hilbijartinê de daxuyaniyek da û hemû namzetên hatine hilbijartin pîroz kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Hêza rêxistinkirî ya gelê Kurd li ser sindoqên dengdanê hatiye nîşandan. Em hemû nûnerên hilbijartî pîroz dikin û serketinê ji wan re dixwazin.”
CDK-F diyar kir ku serketina ku hatiye bidestxistin encama xebata rêxistinî ya xwe dispêre salan û banga beşdariya demokratîk e.
Di daxuyaniyê de bal kişand ser pêvajoya pêşerojê û gat destnîşankirin ku ji bo nûnertiya siyasî ya civaka Kurd xurtir bibe wê xebatên xwe mezin bikin. Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li cihê ku gelê Kurd lê ye wê xebatên rêxistinkirinê bibandortir berdewam bikin.”


