36 endamên Haşdî Şabî hatin kuştin

Duh bi şev baregehên Haşdî Şabî yên li parêzgehên Babîl, Nînova, Enbar û Kerkûkê hatin bombebarankirin. Di encama êrişan de 36 endamên hêzên Haşdî Şabî hatin kuştin û 13 endam jî kes jî birîndar bûn.

1 deqe xwendin
36 endamên Haşdî Şabî hatin kuştin

Şerê Îran û Amerîka-Îsraîlê 2 hefteye berdewam dike. Tenê duh li parêzgehên Enbar, Nînova, Babîl û Kerkûkê bi gelek caran êrişî baregehên hêzên Haşdî Şabiyê hatin kirin û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Êriş ji hêla kê hatine kirin nehat zanîn.

Duh li bajarokê Qaîme yê ser parêzgeha Enbar, Liwaya 19emîn ya Haşdî Şabî hat hedefgirtin. Di encamê de 30 endamên hêzên Haşdî Şabî hatin kuştin û birîndar çêbûn. Lê Amerîka û Îsraîlê heta niha wek fermî êrişê negirtin ser xwe. Ev baregeha Haşdî Şabî ku nêzîkî balafirgeha navneteweyî ya Qaîme ye û 400 km nêzîkî bakurêrojavayê Bexdayê ye piştî êrişê bi temamî ruxiya.

Duh carek din êrişî baregeha Haşdî Şabî ya li parêzgeha Babilê hat kirin. Li gorî dîmenên hatine belavkirin, teqînek mezin rû daye û dukêlek mezin li ser baregehê ketiye. Lê heta niha têkildarî zirar û ziyanên canî û madî tu agahî nehatine bidestxistin.

Duh beregeha Haşdî Şabî ya li parêzgeha Nînovayê re hat bombebarankirin. Di encamê de 2 endamên Haşdî Şabî hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Herwiha derengiya şeva borî jî li taxa Bedir a ser bi parêzgeha Kerkûkê êrişî baregeha Haşdî Şabî hat kirin û di ecnamê de 4 çekdar hatin kuştin û 13 çekdar jî birîndar bûn.