Abdullah Ocalan: Giraniyê bidin ser sernavên rêxistiniya pratîkî
Hejmara rojnameya Komînalê bi manşeta ‘Ji Rêber Apo peyama ji bo Komînal: Divê bibe hêza ku rêgeha dema nû diyar dike.’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji hejmara tîrmehê ya rojnameya Komînalê re şand. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi sernavê ‘Divê ne tenê teoriyê hilberîne, di heman demê de xetekê biafirîne ku rêyên pratîkî jî vedike’ bi vî rengî ye: “Xuya ye hûn hewl didin çarçoveyeke teorîk a xurt ava bikin. Lê belê pêwîstiya dema nû ne tenê nîqaşên teorîk e; pêwîstî bi xeteke weşanê heye ku di nava jiyanê de bersiva xwe dibîne, civakê bi rêxistin dike û rê û rêbazên pratîkî diafirîne. Ji ber vê yekê; di wê baweriyê de me ku divê hûn bi taybetî giraniyê bidin ser sernavên rêxistiniya pratîkî.
Di serdemeke dîrokî de bi destpêkirina dema nû ya weşanê re Komînalê ragihandiye ku ew van wezîfeyan hildigire ser milê xwe û bi navê xwe biryardariya xwe ya ji bo bicihanîna van wezîfeyan destnîşan kiriye. Lewma weşana nû divê tenê weke karekî weşanê neyê dîtin. Di heman demê de divê bibe dengê avakirina civakî, polîtîk û îdeolojîk a dema nû, bibe hêza diyarkirina rêgeha serdema nû.”
Nivîskarê Komînalê Halîl Cemal jî di nivîsa xwe de ya bi sernavê ‘Paşeroja Tirkiyeyê çawa diguhere?’ hat weşandin, ragihand ku di muzakereyên demokratîk de divê nexşerêya navbera herdu hêzên ku pêvajo dane destpêkirin û esasên wê yên bicihanînê bêne diyarkirin. Halîl Cemal bi tespîta ‘Yekane rê û rêbaza ku pêvajoyê bigihîne aştiyeke bi rûmet û hevgirtineke rasteqîn ev e’ nirxandinên girîng kir.
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan jî di gotara xwe de ya bi sernavê ‘Niha dema komara demokratîk e’ pêvajoya siyasî bi hemû aliyan dinirxîne.
Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû jî bi wesîleya salvegera şehadeta yek ji pêşengên damezrîner ên PKKê Alî Haydar Kaytan gotarek bi sernavê ‘Fêhmkirina hevalê Fûat fêhmkirina Rêber Apo ye’ nivîsî.
Di hejmara tîrmehê ya rojnameya Komînalê de nivîsa ‘Heta ku jin bi baskê azadiyê nekeve, dijberiya civakî ya li nava kesayetiya mêr nikare ji holê bê rakirin’ a Hêlîn Umît, nivîsa ‘Mezinahiya çalakiya Zîlan di avakirina wateyê de ye’ ya Dilzar Dîlok, nivîsa ‘Dîroka berxwedanê ya li Kurdistanê hat nivîsandin: 14ê Tîrmehê û jê wêdetir’ a Mûzaffer Ayata û nivîsa ‘Azadiya di germa tîrmehê de’ ya Cemal Şerîk hatin weşandin.
Li wêneyê bergê yê paşiyê yê kovarê, helbesta ‘Hey Dîrok’ a Alî Haydar Kaytan dikare bê xwendin.


