Abdullah Ocalan: Qonaxa yekem qediya, ev hevdîtin civîna têketina entegrasyonê ye

Endamê Şandeya DEM partî ya Îmraliyê Mîthat Sancar diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinê de gotiye, “Qonaxa yekem qediya. Ev hevdîtin civîna têketina entegrasyonê ye.”

1 deqe xwendin
Abdullah Ocalan: Qonaxa yekem qediya, ev hevdîtin civîna têketina entegrasyonê ye

Endamê Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê, piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di Îlke TV de nirxandin kir.

Sancar diyar kir ku Abdullah Ocalan ji şandeyê re gotiye, “Ev hevdîtin civîna destpêka entegrasyonê ye.” Sancar derbarê hevdîtinê de wiha got: “Civîn nêzîkî 3 saetan dom kir. Hinekî 3 saetan derbas kir. Civînek tijî bû. Ji xwe Birêz Abdullah Ocalan ji berê ve rojevên xwe diyar dike. Ew bi gelemperî mijarên ku em ê nîqaş bikin bi 10 xalan destnîşan dike û civîn di wê çarçovê de berdewam dike. Civînek girîng bû. Ocalan got, ‘Ev civîn têketina entegrasyona demokratîk e’. Piştre vegot. Dema ku serdema 16 mehan pêvajoyê bi kurtî nirxdan, got, ‘Qonaxa yekem bi dawî bû. Qonaxa yekem bi biryara bidawîkirina hebûna rêxistinî û têkoşîna çekdarî ve girêdayî bû. Esasê qonaxa yekem fesihkirina PKKê û danîna çekan bû. Ev biryarek stratejîk e’. Pir caran vê îfadeyê, hem ji bo xwe û hem jî ji bo rêxistinê bi kar tîne. Ocalan got, ‘Ev di aliyê min de biryarek stratejîk e’.  Abdullah Ocalan got, ‘Me di qonaxa yekem de ji bo vê yekê gavên girîng avêtin.’ Ocalan got, ‘Em derbasî qonaxa duyemîn bûne û em ê li ser aliyê entegrasyonê ku mijara herî girîng a vê qonaxa duyemîn e nîqaş bikin. Em ê vê bi we re nîqaş bikin’. Axaftin wiha dest pê kir. Kêm û zêde di vê çarçovê de berdewam kir. Wî li ser rêya giştî ya ku divê di qonaxa duyemîn de were şopandin nîqaş kir.”

Berfirehiya nûçeyê tê…